Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


20 mijar û 29 peyam
dilop - tirşik
dilop
(1) (0) ecêb (0) (7)
di mijarê de bigere

1. hebika baranê



2014.03.23-21:00 | hun çawane heval:)))))))

2. dilop ne tenê ji bo libên baranê tê bikar anîn. mesela dema ji ber devê mûslixekê av lib bi lib dikeve xwarê em ji wanan re jî dibêjin dilop.



2014.03.23-22:00 | mergehez

3. carina dema baran dibare av ji beştan dilop dike.

(bnr: dilopkirin)



2014.03.23-22:03 | mergehez

4. navê streneke Burhan berken e. stran wiha ye.



dîsa tu hatî bîra min

dilop dilop tu ket şeva min

delala min porşeva min

tu rûka sibê, evîna min

barana hêsrên çavan

dibarê ser min da

evîna te weke şûr

dibarê ser min da



bê te erdê bê dar im

kanîya tazî û bê av im

delala min porşeva min

tu rûka sibê evîna min



2014.06.04-21:55 | ciwanpiroz

5. çîp, nuqtik (pêşk)ên avê an perçên tiştên avî yên piçûk bi taybetî yên ji jorda tên xwarê



2016.05.13-19:57 | shorbevan

6. Dem a şilî (baran) dibare di nav kêranên mal ê de xwe berdide hindir.



2016.05.13-22:23 | dizek

7. (bnr: kovara dilop)

Navê kovareke bi kurdî û Tirkî ye. Li ser çand, huner û polîtîka derdikeve. Du mehan carekê tê weşandin. Hejmara dawîhejmara 11 Sermawez-Berfanber e. Di vê hejmarê de li ser "Piştî 96 salan Komar û Kurd" disekine.
Nivîskarên wek rohat alakom, bahadır Özgür, sezai sarıoğlu, gökçek tahincioğlu, vedat yıldırım, roşan lezgin, mehmet bayrak, evîn Şikakî, muzaffer oruçoğlu, zeyneb yaş bi nivîsên xwe tevlî vê hejmarê bûne.



2019.11.26-11:25 [guhertin:2019.11.26 11:26]| hesinkar

8. Navê Bîra'ya kurdî ye ku di sala 2020an de li Parîsa Paytexta Fransayê li ser navê kurdî tê çêkirin. Kesên ku vê bîrayê çêdikin, ew bi xwe jî kurdên Mêrdînê ne.

Bîra hem Kurdî ye hem jî Organîk e !!

Dilopan nek! Dilop'ekê vexw! dibêjin camêran *))



2020.01.18-00:12 | bayê kurdo

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
sigmund freud [2]
Navê wî yê pêşî sigismund freud e. Freud viz e nikare tîpa s rehet bêj...
hdp [1]
Tevî hemû qisûr û kêmasiyên xwe bi awayeke ecêb di ankêtan de rêjeya d...
xewna şeveke havînê [1]
leystika romantîk komedî ya william shakespeare e ku (vbnr: k...
koma wergera fîlman ya tirşikê [8]
koma ku wê her heftî fîlmekî bîyanî wergerîne kurdî. paşê wê ew fîlm j...
kingdom of heaven [1]
fîlmeka derhênerê îngîlîz ridley scott e.. di sala 2005an de h...
belki ev jî bala te bikişînin
» dilopek ji xebata pêşmergeyekî

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî