Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    16 mijar û 26 peyam
    kurdê dikeve pê keçikeke tirk - tirşik
    kurdê dikeve pê keçikeke tirk
    (10) (2) ecêb (1) (34)
    di mijarê de bigere

    1. rizîl e.

    reben û hejar e. (bnr: giriyê kafiran lê tê)

    pirsgirêk bi malbata xwe re dijî*.

    pirsgirêk bi hevalên xwe re dijî, mînak bi min re.

    bi gotina ezê kurdî hînî wê bikim xwe û yên bikare dixapîne.

    wê zarokên wî qet kurdî nezane, ku jêhatîbe dibeku zarokên wî bêjin bavê me kurd bu.

    ma kuro ji xwe ev ne bes e, dev jê berde here lo...

    (bnr: tirek)



    2013.07.07-10:08 | azadixwaz

    2. ger serbikeve yanê bikare bizewice, ihtîmalek pir mezin an bijişk e, an endezyar e, an mamoste ye, an jî perê wî pir in.



    yanê ew biçûktiya wî ku ji kurdîtiya wî tê, bi tiştek din hatiye kompanse kirin û desthilatdarê wî encax bi wî awayî, wî ji xwe re layîk dibîne.

    keçikek tirk, min qet nedîtiye ku kurikek kurd ê nexwendî an jî ne dewlemend ji xwe re weke mêr qebûl bike. ji ber ku ji xwe, bi kurdbûna xwe carek wenda kiriye, ger ne dewlemend be, keçikek tirk tu caran nabe para wî. xwendiyên bêaqil ên kurd jî dema xwe weke gûkê dibînin, êdî ew jî wek tirkan kurdan biçuk dibîne û xwe layikê tirkan dibîne ..

    sedema vê yekê ev e. kurd bi xwe, xwe di hemberê tirkan biçuk dibîne.lewma kerên kurd, weke erebeyek baş keçikên tirkan dinêre. weke tiştek luks, weke xaniyek mezin, weke çêlekek ciwan, weke gûyek germ ku dû ser radibe, weke qunek mezin lê dinêre..

    ger em ji vê nêrîna ku ji bindestiyê bingehê distîne xelas nebin, hemû ciwanên me yên serketî wê ji aliyê keçên tirk bê revandin .

    (bnr: evîna keçên tirk a ji lawên serkeftî ê kurd re)



    2013.07.07-03:12 | brusk56

    3. Ev pirsgirek bi tena serê xwe dikare bibe mijara sereke ya civakzan û derûnîzanên kurd...Lê hezar mixabin ku ji ber pirsgirekên me yên rojane û kar û barên siyasî kes li ser vê nexweşiyê hûr û kûr nebûye.Erê ev tîştekî patolojîk e û piranî di nav gelên bindest de tê dîtîn.Dema ku kesekî ji neteweya bindest dibîne çi jî bike nikare bibe wekî wan lê çi jî bike dilê xwe her tim dibijîne serdestê xwe. Wan kesan di dilê xwe de dibêjin a baş em bi kêçikên wan re bizewicin û xwe ji kirasê bindestiyê xilas bikin.Lê nizan in bindestiya mezin hê nû dest pê dike.Haya wan ji dîrokê jî tune ye. Ewil tirk çawa keçikên xwe didin dijminê xwe -ew jî mina me kawik in- û dûre dewlet,padişahî,seltanat û hemû dewlemendî ji destê wan diçe. Kes û dewletên ewqas mezin nikare li ber xwe bide hemberî keçikên tirk ma xort û malbatên me yên belangaz ew ê karibin.Di destê bûka tirk de tilsimeke çawa ye hê jî naye zanîn bi wê tilsimê kal û pîrên me yên heta wê çaxê ji devê wan peyveke tirkî ji nepekiyaye xwe li tirkî diceribînîn û werin hûn bifikirin dîmena derdikeve holê.Ew xortê ku digot hevsera min soz daye min ew ê hînî kurdî bibe, him soza hevsera xwe ji bîr dike û him jî xwe.Dest bi gotinên ''ez tu cûre neteweperstiyê napejirînim'',Ma cahş jî bi kurdî dizanin'' ''Ka kes li ba me tune ye em bi xwe bi xwe ne zimane kurdî zimanêkî qels e'' dike.

    Hevalno bi rastî jî nexweşiyeke kûr û bi jan e lê min di serî de got ev mijara lêkolînên kûr yên civakzan û derûnizanan e...



    2013.07.07-14:24 | tirsikhez

    4. Ne hewceye em tiştek direj binivisin.

    "Her bijî dildarîya/hezkirina gelan" bese û zêdeye jibo vê mijarê re.



    2013.07.07-14:33 | karmatî

    5. xweliser e, pêşeroja xwe xira kirî ye,bavê zarokên ku dibejin yaw bavê me kurd e lê diya me tirk e u weke tirkan jiyan dike.



    2013.07.07-07:44 | feqiyêteyran

    6. xwedê nehişto nizanê pêşeroje we jîyan jere bibê jahr .heyf ü xabînet



    2013.07.07-15:52 | gulê

    7. (bnr: giyayê hewşê tahl e)



    2013.07.08-00:03 | azadixwaz

    8. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.07.08-00:55 | daskan

    9. gorî hin agahiyan wê hê gelek pirsirekên din jî bijî. serdestê (min navê keçikê wisa danî) piştî zewacê hê çi û çi bîne serî wî, bila hê ew hewl bide ku bizewice.



    2013.07.13-11:59 | azadixwaz

    10. Hinkê xetere çaxê keça Kurd dikevi pey tirka. Lê ez dibejim lavê Kurd ji bo Kurd kirina keçeke tirk dikari evîndar be. Çi yanî? Bi va gotina ez dibem "nasyonalîst"? Na! Kurd hetanî bindestin nasyonalîzma wan jî tuneye! Welatparêzî, welatperwerî ne nîjadperwerîye! Kurd bi çi milletare bizewicin jî lazîme li eslê xwe xwedî derkevin, bi teybetî li zarokan xwe xwedî derkeve! An, ne Gel, ne jî Xwedê li we na bori!



    2013.07.13-16:35 | urartu3000

    11. her çilqas lawikê kurd bêjê qey nav nivîna de bavê meselê ew e jî, yê bindest, yê xwelîser dîsa ew e.



    2013.07.13-17:18 | shepirze

    12. min keçikek tirk nedîtiye ku piştî xortek kurd re bizewice asîmîlê bibe. asîmîlebûnê berde, min kesek tenê nedîtiye ku hînî kurdî bûye.

    çima? ji ber xwelîserê bi wan keçikan re dizewicin, jixwe piranî ew bixwe jî kurdî baş nizanin an jî heta niha tenê bi diya xwe re kurdî axaftine.



    2013.07.13-17:24 | simurg56

    13. Qet zarokên wan dê nebêjin ''em kurd in'' û bi ser de jî ew dibin MHPparêz.(mixabin )



    2013.07.13-19:20 | fizikzan

    14.

    Jin an jî mêrên kurdan dema bi tirkan re dizewicin nasnama xwe hindadikin.di ser de jî dibêjin tirk însan in însan.lê ji bilî wan jî kes vê yekê piştrast nake.



    2013.07.13-20:15 | gulan

    15. tişkî pir normal e. e dibêm wî zilama kare keçikê hinî kurdî bike lê belê ew zilam kare asîmîle ji bibe. a xweşî a yekemîn e lê mirov hevcê vana bihevre nefikirin.



    2013.07.13-21:51 | freedm4ever

    16. (bnr: da gawir vegerin ser riya ata)



    2013.08.06-01:55 | azadixwaz

    17. dawîya wê ne baş xuya ye *



    2013.08.06-03:29 | firat

    18. YêN ZAROKêN xwe ne bi zmanê KURDî MEZIN DIKIN...



    2013.08.07-06:06 | jir

    19. (bnr: pirsgirêka man û nemanê)



    2013.08.31-13:25 | azadixwaz

    20. (bnr: kurda dikeve pê kurrikeke tirk)



    2013.08.31-18:24 | endazer

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [1]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [1]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    survival of the fittest [1]
    (bnr: bijartina xwezayî) di vê gotinê de wateya fittestê ge...
    li instagramê nivîsandina bi çend zimanan [1]
    Mirov çend zimanan zanibe, di jiyana xwe de çend zimanan bi kar bîne h...
    navên tewşomewşo a nivşa nû li zaroke xwe dikin [1]
    navê kurik danîne "rojvan". min ji diya wî pirsî ka wateya n...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurdê ku navê tan li kurê xwe kirî
    » pêken
    » tirkên gagauz

    Kategoriyên mijarê:: jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî