Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
édith piaf - tirşik
édith piaf
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Edith Piaf(1915-1963) hunermendek fransî e. Piçukatiya xwe de sedema nexweşiye menenjît çawê wî kor bûye lê paşî bi tedevî baş bûye. Lê mixabin jiyana wî de êş û qehir kêm nebûye. Diya wî bi gotinê strana jiyana xwe rojane dikir, bavê Edith wî bi destê xwe rêkiriye kerxane. Demêk vir de bijîye. Paşî dîsa bavê Piaf wî ji kerxanê derdixêne. Piaf di serê taxa da dest pê strana dike û jiyana xwe rojane dike. Dîsa rojêkî di taxa da stran dibêje Louis Leplee dengê Piaf seh dike û wî re dikêve têkiliyê. Piştî hevnasînê Louis Leplee, Piaf navdar dike û karbendê Piaf dest pê dike. Hemû fransiyan Piaf şanaz dibin û wî dikin taca serê xwe. Dengê wî pir xweşê û gava tê min di cihê xwe de diricifim.



24.03.2014 19:38 | rêzan

2.



24.03.2014 19:39 | rêzan

3. stranbêjeka fransî ye, dengê wê zêde dilşewat û diltezîn e, her straneka wî dilê mirov kerr kerr dike.. di fîlma le haine de aranjeyeka bêqisur ya strana wê ya b navê je ne regrette rien heye, wekê dî stranên wê yên wekê la vie en rose, je ne veux pas travailler, milord, Mon Manege A Moi, padam padam, Toi Tu L'entends Pas gelekî xweş in.. di nav heyranên xwe de wek beytika rêgehan jî tê zanîn..



24.03.2014 20:07 | endazer

4. Padam padam...



12.04.2018 22:23 | hesen bira

5. fîlma jiyan a wê hat kişandin.
(bnr: la vie en rose, 2007)



14.04.2018 00:27 | mirovekirind

6. hunermenda qehra evînê vediguherîne xweşya jiyanê. dengek muhteşem lê ye, ku hestên evînî xwe li pişt heft çiyan veşartibin jî digihe wan, ji quncên tarî dertêxe, dil dilerizêne.

noooon, xîyedexîyeeen....





19.04.2020 21:58 | hespêsor

7. Bi xêra kovarek tirkî ez bi vê jinika deng gewre hesiyam. Bi qewlê gotina şakiro ku ji dengbêj seyîdxanê boyaxçî re gotiye "qilafet qilafetê mêşê ye û deng dengê gamêşê ye". Wellehî û billehî û tillehî heke şakiro bi vê ciwanikê bizanîbiya teqez heman hevok dê bi kar bianiya. Jiyanek bi qehr, kul, qotik, kircal û evînî û bi hesreta evîniyê derbas kiriye. Bi taybeti strana wê ya "non, je ne ne regrette rien" de edetî dilê min ji emeliyetek dil derbas dibe. Bi wê qur'ana ku me pê îman aniye (sonda kalê min e * ) gupîna dilê min gorî ritma muzîkê hêdî hêdî radibe tê asta asayîbûnê û carinan derdikeve asta herî jor û tê, carinan diherike mîna avê û dihele yanê dikeve şêweyên cûrbicûr a soxîn diteqe û disekine bêhn li min diçike. Û tew behsa "padam padam" jî nakim.





Ohooy jinê jinê, sewta te ji gohê me kêm nebe!!!



27.07.2020 05:42 ~05:50 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» édith piaf

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî