Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 18 peyam
    sakina teyna - tirşik
    sakina teyna
    (2) (0) ecêb (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. hunermend sakîna di sala 1973yê de li navçeya gimgimê (varto) ya ser bi mûşê hate dinyayê. sakîna di nav malbateke elewî de mezin bûye û ji nêz ve bi mûzîkê re têkîldar bû. sakîna di 1991ê de di nav koma mezrabotan de wekî vokalîst stran gotine. piştî ku wê demekê navbar dabû karên xwe yên muzîkê, sakîna ji bo fîlmê bi navê bêrîtan strana “bêrîtanê” amade kir û bi vê stranê dîsa vegeriya jiyana xwe ya mûzîkê.



    piştî ku sakîna di 2006ê de derket ewropayê, wê digel orkestraya navnetewî ya viyenayê (vio) gellek konsert dan. herwiha ev çend sal in ku sakîna digel komeke şanoyê ya kûçeyan a împrovîze bi nivîsar û stranên xwe hunera xwe pêşkêş dike. hunermenda kurd di bihara 2011ê de komeke bi navê trio mara ku ji sê jinan pêk tê damezirand. trio mara stranên klasîk ên kurdî û stranên jinan bi piyano û kemanê pêşkêş dike û herwiha formên kelepûrî bi formên nûjen digihîne hev.



    hunermenda ku li welatên ewropayê yên wekî almanya, awisturya, holenda û frensayê gellek konser dan, wekî din digel hunermend mehmet akbaş li çendîn bajar û welatan konserên hevbeş dan. sakîna di destpêka 2012ê de bi yekemîn albûma xwe ya bi navê royê mi derket pêşberî guhdarên xwe. em bi hunermend sakîna re li ser xebata wê axivîn.



    2013.07.07-17:29 | endazer

    2. malpera wê ya fermî: http://www.sakinateyna.com/

    ji bo hevpeyvîneka ku ji aliyê rojnameya rûdawê ve bi sakînayê re hatî kirin: http://rudaw.net/kurmanci/culture/07072013



    2013.07.07-17:32 | endazer

    3. stranbêja ku li ser hesabê xwe yê twitterê, tweeta selîm temo ya li ser tirşike retweet kiriye..



    2013.11.28-23:39 | endazer

    4. li zanîngeha trakyaye xwendiye



    2013.12.26-10:18 | kevçiyê dil

    5. jineka bi qasî muzîka xwe nazenîn û kubar û cindî ye. yek ji perîyên muzîka kurdî ye.



    2013.12.26-12:29 | mîrêhekarya

    6. solîsta koma muzîkê (bnr: trio mara)yê ye.



    2013.12.26-12:51 | mîrêhekarya

    7. ji rûpela teyr: https://www.facebook.com/photo.php?v=806787676027863



    2014.07.29-13:40 | kurê xelkê

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    what can i do sometimes [1]
    dil heye bibêje "sometimes there's nothing you can do" lê zi...
    lêvanê [2]
    gotina ku ji bo curetevgerên mirovan yên wek maçkirin, firikandin, bih...
    cîhên herî xweş ji bo xwekuştinê [1]
    partosa gîhayan!
    merivê xwe serserkî biavêjê partosê oxx.. bib...
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e [4]
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [9]
    Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
    belki ev jî bala te bikişînin
    » sakîna

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî