1. pirtûka jan dost ya ku min bîskek berê qedand, e. ji sê gavên şêx seîd yên dawî, jiyana şêx seîd vedibêje. her ku şêx gavekê davêje dikeve nav robara jiyana xwe û di demek kurt de parçeyek dirêj ji jiyana xwe tîne bîra xwe. di ew wextê ku şêx sê gavên xwe yên dawîn diavêje, de hemû jiyana wî tê ber çavên wî û lê dinêre ka jiyanek çawa bihurandiye, ka di jiyana xwe de tu tiştên ku dê kêrî kurdan bê, kiriye, ka neviyên wî dema wî bînin bîra xwe wê rûgeş bin an rûreş bin... û şêx berî bê bidarvekirin bersiva van pirsên xwe dide xwe. di pirtûkê de em bi rehetî dikarin bibînin ku jan dost çiqas tişt ji ber xwe avêtiye, ya rastir; afirandiye. mesela tiştên ku şêx berî bê daliqandin fikirîbûn. |
|
29.03.2014 11:27 |
mergehez
|
2. dema min dixwend pirrî caran dilê min ranedikir ku peyvên ku jiyana şêxê min vedibêje bixwînim. di nava romanên kurdî de yek jê romana serkeftîtir roman e ku dema mariv dixwîne helbesta 'min navê xwe kola li bircên diyarbekir' ya rojen barnas tîne bîra mariv niha jî kêngî ji dengê ciwan haco vê stranê godarî bikim pirtûka hanê jî tê bîra min.. şêx tucar li hemberî dijmin stû netewand dema tî dibe jî tenezul nake ku ji dijminê xwe avê bixwaze, kuçeke piçûk diveke li nava piçiyên wî lê jê dernaxîne da ku neyar bila nebêjin şêx mirina xwe dereng dixîne, li gor pirtûkê... |
|
29.03.2014 15:56 |
ferhenga şikestî
|
3. mijara ku şaş hatiye sererastkirin, e. |
|
29.03.2014 21:02 |
mergehez
|
4. pirtûkek hêjayî xwendinê ye bêguman. min mantiqa navê wê fêhm nekir lê min navê mijarê weke ya li ser pirtûkê dinivîse, guhert: |
|
29.03.2014 21:06 |
simurg56
|
5. ev roman |
|
22.04.2016 02:14 |
quşxaneli
|
6. Pêşgav |
|
13.04.2018 09:15 |
xwelî li ser
|
7. pêşgav |
|
25.04.2018 01:29 |
bûtîmar
|
8. ''li paloyê, wî wê buharê çavên xwe yên kul bi dîtina bejna perîxanê derman dikirin, bejna wê bibû çeşmîka herdu çavên wî. wî qitika dilê xwe di şînahiya herdu çavên wê de kedî dikir û giyanê xwe bi agirê evîneke bêdeng dişûşt'' |
|
20.08.2018 11:58 |
bûtîmar
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |