Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kawa nemir - tirşik
kawa nemir
(45) (5) (1)
di mijarê de bigere

46. tirşikên biyanî tirşî Kurdî dike. Mala wî ava be!



02.10.2014 16:28 | bijon

47. vê derê bI asayî dIxwînê an na nIzanIm lê, JI zûde ye, em lI benda helbestên wî yên nû ne.



29.10.2014 01:14 | seydayê_peyvan

48. ez ji dixwazım balÊ bikişÎme alÎyekÎ din ya kawa nemir. bi min zimanÊ ku kartÎne pir girane carcaran ji xwe ra dibÊjim dibÊ ku kawa jı bo ku neÊ fam kirin zımanekÎ wiha kartÎne. ez dizanim kawa tu nıhe bi navekÎ ne dÎyar endamÊ tirşÎk Ê yÎ ji kerema xera rexneyekÎ binivÎse bo min ku eger kÊmasÎyeke min hebe xwe rast bikim. DÎsa jÎ heyrana nÊrÎnÊ te me tÊ bÎra mın tu havÎna 2012 an de hevpeyvÎneke imc tv da gotinÊn xweş Û 'tijÎ kÛrdÎstanÎ' kir.



01.11.2014 14:43 | azad30

49. *Hezkiriyê xwe ye-nexweşî û megalomanî ya me kurdan hemûyan e



*werger û helbest pere nake lewma xwelîser neşêt bo xwe derbyekê bikirît rihê xwe kur biket;ku pere hebit jî diçît dide bîrayê



*zivistanan bi montê xwe yê kevil-reş û berçakva xwe li kolanên Ofisê ligel Şener Özmen digerît (yanî: yek hunermendê navnetewî ye yê dî jî bi wergera shakespeare û ulyssesê namzetê navneteweyiyê ye)



*Ligel kurê xwe bi tirkî diaxive ji ber ku wexta tu rexnegir û xwendevanên kurdî ji zimanê wî fêm neke dê kurê wî çawa kurdiya wî fêm biket.

*welhasil kelam xwedê emrekî dirêj bidetê her çawa be ji bo me lazim e *



02.11.2014 11:46 | xanî

50. Wergêrkî çak û çalak e. Ferhenga wî ji serhedê ber bi milkê botan û bahdînan ve berfireh dibe. Ew bi eslê xwe jî bajarokê igdirê yê bi ser Mêrdînê ve ye. Ji ber ku ferhenaga wî berfirehe, gelek caran peyvên ku bikartîne li hevnakin û zimanê wî bê aheng dixuye. Lewma jî zimanê wî pir çêkirî xuya ddike. Lê bi ya min di warê hunerê de Kurdê herî xebatkar e.



02.11.2014 13:30 | rojan

51. wextekî digotin kawa nemir ulysses ê werdigerîne kurdî lê xweberek nehat bê çi kir çi nekir. niha ez li bendê me ku pirtûk derbiketa û me jî bixwenda...



02.11.2014 14:04 | ceso

52. Li gundê min merivek jê re weke nav- nûçik nemir an nemiro dibêjin heye ku karê sewalkariyê dike… dema navê kawa nemirî dibihisîm ew merik tê bîra min..sala borî me jê gîskek hilgirt an kir, ji bo hîda qurbanê ..lê di qurbanê de ji goşt zêdetir baz derket .. ew derziyan sewalan dixê, mane ku sewal zû bigehin, bigoşt xuya bikin.. jê re çend caran gotin lo nemiro qet nebe yên nasên xwe re pezî derzî lênexistî bifiroşe da ku em ji qurbana te firotî radî bibin…lê çi feyde an gotin bi kêr nehatin..



02.11.2014 14:59 | havka

53. nivîskarê di 13 salan de {2008-(1975+20)}* 54 pirtûk wergerandine û 6 antolojî amade kiriye û 2 pirtûk nivîsî ye.



ma qey her ji sê mehan pirtûkek wergerandine?



(bnr: ma bû çi)



*2008 sala hevpeyvînêye. biner: http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=8&ArticleNr=3413#.VFa3fcmnc4o

1975 sala hatiye dinyê ye. 20 sal jî biladestpêkirina wergerên wî be...



03.11.2014 01:08 | berxweda

54. saeta kalkê wî Hecî Resûl ya serkîsof pir navdar e. Kawa qeşeng û jîr e. lê hest zêde tune ye di helbestên wî de. gelekî sar e helbesta wî. wergerên wî baş e..



03.11.2014 02:20 | marî

55. çawa nemir ka li kû ye nexwe? guh nedin efsaneyen bivî şiklî berê ji bo ahmet kaya jî digotin nemiriye nizanim li kîjan dewlata avrupayê jiyan dike lê derew derket




56. (bnr: kawa nemir mir)

(bnr: xudê neket)



23.12.2014 02:37 | vêca çiyeeee

57. piştî neh deh sal şundeselpakfiroşa wî wergera wî ya melvile, bartlebyê nivîsvan ji nav weşanên lîse derket.

https://twitter.com/KawaNemir1/status/549530369436176385/photo/1



07.01.2015 17:12 | seydayê_peyvan

58. hevpeyvîna wî a dawî: http://kurdish.ruvr.ru/2015_01_15/282124530/



"Berê di salên 1990-an de, tengasîya me hebû, ew di nava wan şert û mercan û wê asîmîlasyonê de, me digo: `em çima xwe nêzîkî kurdî nakin, di ser kurdî de em çima nasnava xwe naparêzin`. Îro ro ji xwe êdî em ji wê yekê bihurîne, êdî em dibînin mesele ji zimên jî derketîye. Êdî rih û gîyan, takekes û şexsîyet hemû, mixabin ber bi entegrasyonê ve diçe. Entegrasyona li gel dagirkerên xwe."



22.01.2015 21:20 | kurê xelkê

59. ''Bi xwêya tenik a beyaniyê re

bi şînî û qetranî hîşyarî darberûyan dibim,

Rehên kûr î agir û alav jiber dikim

û dena xwe dide balindeyên bîra min

Pirsa bi şaxên gewdeyê te yê li ser mêrg û kaniyan ve:

gelo hebe bibînim te pencereya xwe ya çiyayan?''



24.02.2015 20:40 | ferhenga şikestî

60. Pirtûka wî ya kurteçîrokan ji weşanxaneya lîsê derketiye:



(bnr: çavdêriyên barbarekî)



25.02.2015 00:00 | xendekî

61. gelo rojek kawa nemir bimre em ê jê re bibêjin kawa nemirê nemir?



18.03.2015 19:22 | remlavêj

62. kawa nemir jidil e, zana ye. min berê li hember wî xeber dida. pey re min ferq kir ku camêr nivîskarekî gewre ye. zaf xebatkar e.



03.04.2015 16:12 ~16:53 | sîpan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kawa nemir 40 salî ye
» nemirnejî

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje niviskarhlbstvn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî