Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
kawa nemir - tirşik
kawa nemir
(45) (5) (1)
di mijarê de bigere

3. Ew kesê kû her tim bi rih e û zêde zêde cixarê dikişîne



07.07.2013 21:52 | tirsikhez

7. Kawa Nemir: Shakesperayê kurda ye.



09.07.2013 04:07 | sîyajan_56

9. ez nemrim, tu nemrî, kawa nemre, kê yê bimre bira?



16.07.2013 01:24 | tivirloismail

10. Ji îdîrê yê. Her çiqas ji malbatek dewlemed be jî ne bazirganî, helbestkarî hilbijartî ye. yek ji helbestkarê nifşên rewşenê ye. di serî de william shakespearê û ji îngilîzî bi hezaran werger kirne û hêj jî karê xwe yî wergeran bênavber û bêsekn didomînê . niha li ser wergera ulyssesa james joyce dixebite. her wiha editor, helbestkar e, çîroknûs e hunerwer e, mahîr e. hêja ye, malava ye. rûspîyê wêjeya kurdî ye.



16.07.2013 02:57 | seydayê_peyvan

12. nivîskarê hêja yê kurdan. ew her hebe.



mixabin ne bi zelalî kifş e ku bi kîjan navê tevlê tirşikê bûye.



16.07.2013 12:33 | sîsîfos

13. gorî teoriya Herold Bloom (bnr: etkilenme endişesi) ebehebe'ye yanî kurê william shakespeare hem dixwaze wî bikuje hem jê hezdike.



18.07.2013 22:36 | tivirloismail

14. Welleh yabo werger mekanîk e tahmsarkî ye, reqareqa peyvan e!





18.07.2013 23:37 | rojgar

15. Helbestkarê ku helbestan ji xwe dixeyidîne...

Helbestkarê ku hewl dide da ku kes ji helbestên wî fahm neke...

helbestkarê ku bi xwendina helbestên wî gelek helbesthez ji helbestê dixeyide û gelek tiştên din...

Pisporê zimanê çêkirî...

Wergêrê ku ji bo wergerên wî jî wergêrek divê...

wergerê soneyên shakespearê ku îngilizan bi xwe jî ji zimanê wî fahm nekirine...



19.07.2013 13:29 | çeqilmast

16. Kawa Nemir ew wergêr û helbestvanê ku ez nizanim bê çi çaxî radizê. Malnexerab ev werger û pirtûk tu di kîjan wextî de werdigerînî. Lê ez vê jî bêjim Selpakfiroşa wî hîn jî efsaneye.



19.07.2013 18:48 | rojan

17. We ji vê nivîsa jêgirtî çi fam kir û hûn ê ji Kawa Nemir heman tiştî fam bikin."komelayetî, tê heye ku bi gotineke din mirov terîfeke serbest lê xe, birêkxistinbûna komên xelkê ber bi yekgirtina birrek dînamîkên cihêreng piştî kar û xebat û qonax û lêkdanên berdewam, ango vîna jiyaneke hevbeş li çarçoveya pêgeheke ku xwe bispêre hebûna zimanekî birêkûpêk, bi riya vê yekê jî, peydabûna nasnaveke..." werhasil dawiya hevokê nayê, ev tenê beşek e ji pêşgotineke wî.(Pêşgotina pirtûka Ereb Şemo/Hopo) Bimre zimanê mekanîk û wergerî, bijî zimanê zindî û xwerû.



20.07.2013 16:30 | rojgar

18. şairê ku demekî min helbesta wî ya bi navê dîsa raperîn bo b'yê wergerandibû tirkî.. gelekî jê kêfxweş bibû û digot ev çi qas e kovareka ku nivîs û helbestên ji zimanê biyanî li tirkî tên wergerandin diweşÎne ji min wergêra helbesteka min dixwaze destûra te hebe ez ê vê wergêra te kirî ji wan re bişînim.. min jî bi kêfxweşî erê kir îcar nizanim şand an na an kovarê weşand an na.. heçiyê dixwazin dikarin wergera helbestê ji vir bixwînin: https://www.facebook.com/ozigdir/posts/500172636667162

têbinî: mixabin helbest bi xwe di dest min de nîne ya rast wergera wê ya bi tirkî jî min li ser înternetê min peyda kir.. eger canikek an camêrek helbesta ku me li jêr navê we danaye bi xwe re bibÎne û di tirşikê de binivîse em ê pê kêfxweş bibin û destxweşî û malavayiyê lê bikin..



20.07.2013 18:12 | endazer

19. camêr pir dixebite lê zimanê wî li min xweş nayê qey bi zor e.



20.07.2013 22:06 | gulan

20. kesê ku ew bi xwe jî nizane çi dibêje û çi dinivîse...



21.07.2013 20:30 | keje bemal

21. ji deşta îdirê ye... şikir ev ne merdînî ye *



25.07.2013 13:46 | arami

23. helbestkarê ku herî xweş bîrayê vedixwe. dost, bav û hevriyek e. canik û camêrên ku dibêjin dibêjin zimanê kawa nayê fam kirin, zimanê çêkirî dixebitîne, ji keremê xwe bidin wî alî. ma kawa qîma xwe tenê bi wan 200 gotinên ku hûn pê dizanin bîne, dibe xwene? lo law, ma kurmancî tenê ya mala we ye ku hûn van gotinên zirtokî dikin. helbestên ku kawa nivîsîne, xebatên ku wî kirine li meydanê ne. paşxane, çavkanî û kelepora wî jî li ber çav e. îjarê ev çi çewçew e. hûn hê jî di wî aqilê xwe yê sava de ne û ji we tirê ku tiştên nayên fam kirin xerab e. melayê cizîrî û ehmedê xanî jî bi derbekê nayên fam kirin û ji xwe ne ji wan ferhengokan be dê qet neyên fam kirin. lê em wan dikin taca serê xwe û wek qorzîberekê dihesibînin. kawa di helbesta kurdî de qonaxek e, kurt û kurmancî, kiş û mat.



24.08.2013 22:24 ~2021.05.20 18:12 | înano lo

24. bi "serkîsoff"a xwe deng daye li deştên dipdirêj.

https://www.facebook.com/photo.php?v=10150348677822416&set=vb.562482415&type=3&theater



24.08.2013 22:45 | terkexem

26. Ger ku hinek di rojekê de xwe di ser dirîkan re bişemitîne û wî wergerînin kurmancî soz ezê berhemên wî gişka li ser hev bê navber-tevî wergera- û bê nefes bixwînim.



25.08.2013 00:17 | ferecazad

28. 5. mîn zaravaya kurdî ye...hema tenê bixwe jê fehm dike.. modernîstê jixwebawer e...



16.09.2013 09:04 | kormişk

29. ew kesên li jorê der heqê kawa da tiştên "eblogeblo" dinivîsîn hûn belkî biqirqisin xwelîserno! kejê xanim îja tu çi dibêjî! çawa ji xwe jî nizane çi dinivîse? qasê pûrta serê te rûpel nivîsiye û wergerandiye. şerm e ku tu vê zêdegaviyê dikî.



24.09.2013 01:54 | nîgarvan

30. Gula cimaeta ye Kawa. kesên ku zimanê wî yê rengîn re tiştine neçê gotine çavnebarî kirine. yên ku du helbestên wî nexwandine tên li vir bi ser re ber re xeber didin. hela herin li wergera hamlet vegerin. zimanê wî yê resen binêrin. hemû gotinên wî li deverên cihêreng yên xaka kurdistanê tên xebitandin. îja jiber ji hemû devokan sûd werdigre, hinekan re zimanê camêrî giran tê.



ma em ê hetahetayî bi zimanekî ku ji hevokên besît pêk tên xeber din? kê çi dibêje bila bêje dîrok wê şanî me de bê ka di vê qadê de kî berx e kî beran e.



24.09.2013 02:12 | serhednişîn

31. kurdekî îrlandi û angilosaksonê an/yan ji seydaye ber ku serhedîye *



24.09.2013 10:53 | hozanagirîn

32. helbestvanê ku min îro dît e. berçava wî çi xweş bû. heke ez siwar nebûma min ê gotibayê "keka berçavka xwe nadî min?" . her tişt li alîyekî ji dil û can dibêjim ji bo zimanê me salên dirêj pêwist û girîng e. bi rastî jî.



24.09.2013 17:19 | pisika şîr rijandî

33. Helbestkar,wergêr, çîroknûs, edîtor, şanoger, dost...



24.09.2013 21:58 | mem zînistanî

34. welle kawa nemir çÛ ... *



25.09.2013 01:50 | nîgarvan

35. Ji nemir bûna Kurdî bi dil û can dixebite...



25.09.2013 09:00 | hemedeli

36. (bnr: popûlertirîn nivîskarê tirşikê)



25.09.2013 11:14 | brusk56

38. kurdî bûye kêranek û ketiyê. emrê xwe li ser kurdî dike. şayanÎ pîrozkirin û çepikan e



12.10.2013 12:46 | eznelomeezleme

39. dengê wî ji deşta îdirê rabuye û xwe ber bi deşta wêjeya cîhanê daye...kar û xebatên wî û ew bi xwe bi helbestên xwe ve,wek paşnavê ji dîroka qewmê xwe yê çiyayî hilgirtî ve, nemir e!



12.10.2013 12:57 | mem alan

40. îlamkirî ye êdî, nemir e namire, bêberg jî bimîne taze çû bêmerg e, hê gotinên wî hene.. bi xorayî ji gilgamêsh dest neavîte wergêranên xwe yên xef û yên xweliyê bi serê alema xwînerên xwe ve direshînin.. bila her hebe xwediyê wan helbestên ku bi bêdengî û tishtên din ve fetleke romantîk ketê..



12.10.2013 14:19 | gordereş

41. nûnerê Anglo-Saksona kurdan e! xew jê re heram e. zimanê wî gelek dewlemend e û di hemû helbestên wî de bayê "hêma"yê dibare. derd di pişika wî de dreneke berdewam e hê, deryayên reş aram dike, kurê dayîkeke bindest e, di cimaeta şaşan de hinek be jî mêrkuj e. li gor wî ev niştiman wê rojek tapoya xwe bistîne teqez. di bîr û birînan de li berbang, nîvroya feodal, hingura neteweyî, êvar û şeva çekdar digere. wek xwarin hej baskên mirîşkan dike, wek vexwarin hej bîra û şerabê dike, dîn û îmana wî kelepora wêjeya kurdî ye. di nav nivîskarên kurdan de yê herî samîmî ew e. mixabin, keda ku ew dide vî zimanê qedîm bi devê "ehmeqên ku tenê xwendin û nivîsandina kurdî di saziyan de hîn bûne" ve tê xwarin, ji ber ku ev nifşê ku ji saziyan hînî kurdî bûyîn li gor hînkerê aqilê xwe dirûst dikin. lê eger melayê cizîrî, feqî, xanî, koyî, bazîdî hwd. werin xwendin, wê keda kawa jî bi devê devgeniyên kurd-il hînkeran neyê xwarin. gava ewî shakespeare wergerand çu kesî lê xwedîtiyê nekir, lê beriya wê wergerê wergêrên tirk ji kurdan re digotin "eger hûn bikarin shakespeare wergerînin em ê dev ji nivîsê berdin." va êdî shakespeareê ku bingeha zimanê îngilîzî kirî di bin kontrola xwe de îro kurd e! ez ne xelet bim di rojhilata navîn de wergêrê herî ciwan ê ku Ulysses a james joyce wergerîne dê ew be. yên ku du peyv ji kurdî hîn dibin êdî xwe têxin pisporê vî zimanî; ji ber wê ye hej kawa nakin, çinku tişta ku qure û jixweqayil dizanin ew tiştine têra wan dike(!) li aliyê botanê gotinek heye, dibêjin : "rojek ji kerê re gotine xudê cehşikek daye te, ker jî gotiye ê ez çi bikim, bar dîsa barê min e!"



12.10.2013 23:40 | zero

42. Şair û nivîskarê ku rexneyên bêîmanî lê tên kirin - ez jî di nav wan rexnegiran de - lê digel vê yekê jî baş tê zanîn ku kawa nirxekî bêbuha ye. Bila tirşiknivîsên kawaparêz nexeyidin lew ev der tirşik e. Li vir merhemet tune ye *



17.10.2013 13:38 | ceso

43. gelek pesna xwe dide û xwe dide pesinandinê, bo pirtûkek hêj ne li meydanê bahoza reklaman jê difûre...



21.10.2013 07:15 | elomelo

44. Xweyê Kurmanciya çêker e.

paşê fêrî kurmancî bûye lê heya fêr bibe çûye ji xwe re kurmanciyeka nû ava kiriye lewra tenê ew fêm dike.



21.10.2013 14:37 | gulan

45. helbestkarekî di ser xwe re ye kesên ku tiştek ji xwe fam nekirine, dibêjin em ji wî fam nakin.



21.11.2013 00:46 | maro

46. Nivîskarê ku ez bi xêra parvekirinên wî yên di bara tirşik.netê yên li ser facebookê de, bûm endamê tirşikê. Piştî ku gotin tirşik heye, min rakir kevçiyê xwe û ez hatim.



28.11.2013 09:33 | ceso

47. Ji deşta îdirê y,e erê! Lê carna dibêje ez ji eşîra hekarya pinyanişiyan ya hekarya yê me, nizanim êdî ka ji ku ye divêt ew bi xwe mijarê safî biket.



29.11.2013 14:50 | mîrêhekarya

49. wergirtin'e ku heri mezin!



01.03.2014 21:37 | gonzi

50. Gava ku navê wî tê gotin, berî helbest û wergerên wî, vexwarina wî ya bîrayê tê bîra min.

hey malneket, qet nebe te şerabê vexwara. nivîskarekî digot, bîra bîra, quzê dêya feqîra*)



11.03.2014 21:32 | bavê salih

52. Camêr gûnikreşekî timame,bi xwendina helbestên wî yên poetîk em ê bibin lord bêtifaq...



13.03.2014 23:26 | janbarblues

53. helbestên tahmsar, çendin wan xweşik bin jî



13.03.2014 23:29 | elomelo

54. ji bo ku em bi hêsanî pirtûkên kawa nemir bixwînin û fehm bikin hena bîst sal pêwîstê

mînak: çavderiyen barbarekî



13.03.2014 23:36 | newenda

56. nIVÎSAKRÊ KU MIN ÎRO LI RAWESTGEHEKE AMEDÊ DÎT Û BI KURÊ XWE RE TIRKÎ DIPEYIVIYA YE..



19.03.2014 18:41 | nan û av

58. risteyeke kawa nemirê



"ev dewra gewr tijî nake vî awirî"



13.04.2014 03:20 | avên_sar

59. nivîskar, wergêr û helbeskarekî kurd e ji herêma serhedê ye bi bayê çiyayê agiriyê ji şîr vebûye, piştre jî teşqeleya stenbolê tehmijandiye niha jî li amedê dijî, bi edebiyatê re bi awayekî çalak mijûl e, gelek serê xwe diêşîne, bi qewlê wî di rojê de 15 saet bi wergeran re radibe vê taliyê jî bi wergera ulyssesê re dinê ji xwe re kiriye jehr, tê gotin ku ji aliyê têgihiştinê ve dijwartirîn romana cîhanê ye, ez jî gelek meraq dikim dê çawa û di nava çend salan de xelas bike, di tirkî de jî bi tenÊ zilamekî wergerandiye ji xeynî wî hê kesek destê xwe nepelandiye..

dibêjin gelek kurre ye pozbilind e falan û bewan, çi îşê te pê heye? bila pozbilind be lê tu bi îcraetên wî re eleqedar bibe, yên din derew in

kawa nemir tê fêmkirin an na?

nivîsên di derheqê wî de bi pirranî li ser vê pirsê tên nivîsin. ez bixwe jî carinan difikirim.

lê min pirtûkek wî hê nexwendiye, bi tenê ji vir çar sal berê falan min çend wergerên wî yên ji şekspîrî wergerandibû xwendibû, min pirr tişt jê fêm nekir, ev yek nayê vê wateyê ku nayê fêmkirin ji ber ku kurdiya min kurdiyeke felişîyayî û bişavtî bû (niha jî wisa ye) yanî divê pirsa dî jî ev be; kawa nemir nayê fêmkirin an jî em baş bi kurdî nizanin?

weka ku her kes dizane zimanê kurdî ne zimanê fermî ye û em jî bi zimanê tirkî perwerde bûne, mixabin rastiyeke beloq û êşan e ku zimanê me yê fikirînê, bazarê û jiyanê bi tirkî ye tu çi qas hewl bidî jî bivê nevê ji bin badora tirkî nikarî xelas bibî, belê dibe ku pirr bixwînî jî lê dema nivîsakerê ku tu wî dixwînî jî ketiye di bin bandora zimanên biyanî yên kutana mêjiyên me..

pirr kes dibêje min tu tişt jê fêm nekir, ê bavê min tu hê nikarî bi carekî deh hevokek bi awayê rêkûpêk saz bikî nexwe çênabe ku pirsgrêk di hêşê te de hebe?

zimanê wî piçek nûjen e yanî li gorî têgihîştina xwe, kurmanciya xwe piçek modernîze kiriye, ew bixwe anglo-sakson e* ev ne tiştekî xirab e, ziman bi xebitandinê pêşve diçe gotin û vegotinên berfireh jî weka lastîkeke ku tu vekêşî vedibe, dirêj dibe, jixwe heke qama te kin be nikarî bigihîjî



24.08.2014 00:35 | ferhenga şikestî

60. "siwarên reş ji pişta behran hatin" (black riders came from the sea), 107 helbestên stephen crane, bi kurdî nêzîk e!



Li beyabanê,

Min afirîdeyekî tazî û hov dît,

Mexel hatibû li cîyê xwe,

Di destên wî de, dilê wî,

Ketibû ser, dixwar.

Min got: “Çawa ye, hevalo?”

“Tehl e, tehl e,” bersivand wî;

“Lê ez jê hez dikim,

Ji ber ku tehl e

Û ji ber ku dilê min e."



18.09.2014 20:29 | xwelî li ser

61. tirşikên biyanî tirşî Kurdî dike. Mala wî ava be!



02.10.2014 16:28 | bijon

62. vê derê bI asayî dIxwînê an na nIzanIm lê, JI zûde ye, em lI benda helbestên wî yên nû ne.



29.10.2014 01:14 | seydayê_peyvan

63. ez ji dixwazım balÊ bikişÎme alÎyekÎ din ya kawa nemir. bi min zimanÊ ku kartÎne pir girane carcaran ji xwe ra dibÊjim dibÊ ku kawa jı bo ku neÊ fam kirin zımanekÎ wiha kartÎne. ez dizanim kawa tu nıhe bi navekÎ ne dÎyar endamÊ tirşÎk Ê yÎ ji kerema xera rexneyekÎ binivÎse bo min ku eger kÊmasÎyeke min hebe xwe rast bikim. DÎsa jÎ heyrana nÊrÎnÊ te me tÊ bÎra mın tu havÎna 2012 an de hevpeyvÎneke imc tv da gotinÊn xweş Û 'tijÎ kÛrdÎstanÎ' kir.



01.11.2014 14:43 | azad30

64. *Hezkiriyê xwe ye-nexweşî û megalomanî ya me kurdan hemûyan e



*werger û helbest pere nake lewma xwelîser neşêt bo xwe derbyekê bikirît rihê xwe kur biket;ku pere hebit jî diçît dide bîrayê



*zivistanan bi montê xwe yê kevil-reş û berçakva xwe li kolanên Ofisê ligel Şener Özmen digerît (yanî: yek hunermendê navnetewî ye yê dî jî bi wergera shakespeare û ulyssesê namzetê navneteweyiyê ye)



*Ligel kurê xwe bi tirkî diaxive ji ber ku wexta tu rexnegir û xwendevanên kurdî ji zimanê wî fêm neke dê kurê wî çawa kurdiya wî fêm biket.

*welhasil kelam xwedê emrekî dirêj bidetê her çawa be ji bo me lazim e *



02.11.2014 11:46 | xanî

65. Wergêrkî çak û çalak e. Ferhenga wî ji serhedê ber bi milkê botan û bahdînan ve berfireh dibe. Ew bi eslê xwe jî bajarokê igdirê yê bi ser Mêrdînê ve ye. Ji ber ku ferhenaga wî berfirehe, gelek caran peyvên ku bikartîne li hevnakin û zimanê wî bê aheng dixuye. Lewma jî zimanê wî pir çêkirî xuya ddike. Lê bi ya min di warê hunerê de Kurdê herî xebatkar e.



02.11.2014 13:30 | rojan

67. wextekî digotin kawa nemir ulysses ê werdigerîne kurdî lê xweberek nehat bê çi kir çi nekir. niha ez li bendê me ku pirtûk derbiketa û me jî bixwenda...



02.11.2014 14:04 | ceso

68. Li gundê min merivek jê re weke nav- nûçik nemir an nemiro dibêjin heye ku karê sewalkariyê dike… dema navê kawa nemirî dibihisîm ew merik tê bîra min..sala borî me jê gîskek hilgirt an kir, ji bo hîda qurbanê ..lê di qurbanê de ji goşt zêdetir baz derket .. ew derziyan sewalan dixê, mane ku sewal zû bigehin, bigoşt xuya bikin.. jê re çend caran gotin lo nemiro qet nebe yên nasên xwe re pezî derzî lênexistî bifiroşe da ku em ji qurbana te firotî radî bibin…lê çi feyde an gotin bi kêr nehatin..



02.11.2014 14:59 | havka

69. nivîskarê di 13 salan de {2008-(1975+20)}* 54 pirtûk wergerandine û 6 antolojî amade kiriye û 2 pirtûk nivîsî ye.



ma qey her ji sê mehan pirtûkek wergerandine?



(bnr: ma bû çi)



*2008 sala hevpeyvînêye. biner: http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=8&ArticleNr=3413#.VFa3fcmnc4o

1975 sala hatiye dinyê ye. 20 sal jî biladestpêkirina wergerên wî be...



03.11.2014 01:08 | berxweda

70. saeta kalkê wî Hecî Resûl ya serkîsof pir navdar e. Kawa qeşeng û jîr e. lê hest zêde tune ye di helbestên wî de. gelekî sar e helbesta wî. wergerên wî baş e..



03.11.2014 02:20 | marî

72. çawa nemir ka li kû ye nexwe? guh nedin efsaneyen bivî şiklî berê ji bo ahmet kaya jî digotin nemiriye nizanim li kîjan dewlata avrupayê jiyan dike lê derew derket




74. (bnr: kawa nemir mir)

(bnr: xudê neket)



23.12.2014 02:37 | vêca çiyeeee

75. piştî neh deh sal şundeselpakfiroşa wî wergera wî ya melvile, bartlebyê nivîsvan ji nav weşanên lîse derket.

https://twitter.com/KawaNemir1/status/549530369436176385/photo/1



07.01.2015 17:12 | seydayê_peyvan

76. hevpeyvîna wî a dawî: http://kurdish.ruvr.ru/2015_01_15/282124530/



"Berê di salên 1990-an de, tengasîya me hebû, ew di nava wan şert û mercan û wê asîmîlasyonê de, me digo: `em çima xwe nêzîkî kurdî nakin, di ser kurdî de em çima nasnava xwe naparêzin`. Îro ro ji xwe êdî em ji wê yekê bihurîne, êdî em dibînin mesele ji zimên jî derketîye. Êdî rih û gîyan, takekes û şexsîyet hemû, mixabin ber bi entegrasyonê ve diçe. Entegrasyona li gel dagirkerên xwe."



22.01.2015 21:20 | kurê xelkê

77. ''Bi xwêya tenik a beyaniyê re

bi şînî û qetranî hîşyarî darberûyan dibim,

Rehên kûr î agir û alav jiber dikim

û dena xwe dide balindeyên bîra min

Pirsa bi şaxên gewdeyê te yê li ser mêrg û kaniyan ve:

gelo hebe bibînim te pencereya xwe ya çiyayan?''



24.02.2015 20:40 | ferhenga şikestî

78. Pirtûka wî ya kurteçîrokan ji weşanxaneya lîsê derketiye:



(bnr: çavdêriyên barbarekî)



25.02.2015 00:00 | xendekî

79. gelo rojek kawa nemir bimre em ê jê re bibêjin kawa nemirê nemir?



18.03.2015 19:22 | remlavêj

80. kawa nemir jidil e, zana ye. min berê li hember wî xeber dida. pey re min ferq kir ku camêr nivîskarekî gewre ye. zaf xebatkar e.



03.04.2015 16:12 ~16:53 | sîpan

81. (bnr: bêdengî û tiştên din)



03.04.2015 16:13 ~16:14 | sîpan

82. Ew wergêrê ku hemî wêjeya înglîzî wergerand û ti tişt ji yên din re nehiştiyeee.Kafiroo



06.04.2015 13:45 | mîrzayêbiçûk

83. pirtûka wî ya dawîn ya helbestan kevirên bendewariyê ji weşanxaneya lîsê çap bû. Here lînkê



08.04.2015 00:18 ~00:20 | diclefirat

84. kawa nemir di radyoyê de helbesta fêrîkê usivî ya bi navê çiyano dixwîne





08.04.2015 01:13 | seydayê_peyvan

86. berga pirtûka wî a dawîn pir xweş bûye. bawer im helbestên wî jî pir xweş in lê ji ber ku bi kurmanciyek tam têkûz dinivîsîne gava ez dixwênim zaxe dibim. ev jî kêmasiya min e.



08.04.2015 12:11 | kurê xelkê

87. nivîskarê ku î ya berî y yê hertim wek "î" dinivîsîne.



08.04.2015 16:12 | bayesar

88. 23.04.2015an de saet 13an de li qoserê beşdarê panelekî dibe. Bila haya qoseriyan jê hebe û bila jê nemînin.

Here lînkê



22.04.2015 23:33 | ceso

89. erê nemir jî dimrin ewê jî bimre dinya jê wî re jî namîneû nema jî xwedê emirkî dirêj bide me û wî û hazira



23.04.2015 13:24 | shorbevan

91. ma min gotibû zikreşî û çavnebarî wek kirasekî li me hatine tefsilandin?

kawa nemir, nemir e gewre ye şair û wergêrekî serketî ye, ji hevokên wê kurmanciya bîst salên bê difûrin.. lê...

li mijarê binihêrin û li şîroveya jor bixwînin.. hûn ê fêm bikin bê ka ez behsa çi dikim

mafê te heye tu rexneyên bêîman ku li ser kawayî hatine ajotin ber bi pûçbûnê ve daweşînî lê madem ku mijara me kawa ye nexwe çima tu navê kesên dî didî û binavdayînê berrê tîrên xwe yên tûj li wan dizivirînî? çi eleqeya kejê bêmal û kawa nemir pê heye?..

xanim li jor ramana xwe anîtiye zimên, tu jî ramana xwe bihîne zimên ma çima ji bo ku mezinahiya kawayî bisepînî, kesên dî binpê dikî? yanê yên dî nebin kawa nemir nabe nemir?



29.04.2015 20:22 ~22:50 | ferhenga şikestî

92. destxweşîya wî dixwazim. saya sere camêr de rojeveke wêjeya kurdî heye. tenê ne werger û nivîsandin, di kare çapkirinê de xizmeteke mezin ji kurdî re dike dikin. vî qasî niqaşek bi gotinên wî destpêkir û didome, mezintirîn şaire kurmancî Fêrikê ûsivê an na. yek jî camêr Cegerxwîn helbestvanekî baş nabîne.



03.05.2015 10:28 | sîyaûyê bekirî

94. Ji fêrîkê usiv, ji led zeplin û ji araqê hez dike.



09.05.2015 03:52 | diclefirat

95. "Wer dizanim, ez ê berbangeke zereşîn hişyar nebim:

Bila kuçeyên Ameda pîr bimînin di nava me de..."



30.03.2016 04:19 | terkexem

96. înanolo pê re hevpeyvînek kiriye ku dê wek sê beşan bê belavkirin. aha ev jî lînka beşa yekem a hevpeyvînê:



Here lînkê



28.04.2016 13:46 | înano lo

97. kawasaki nemiru



28.04.2016 16:30 ~16:31 | bijîmillah

98. aha ev jî beşa duyem a hevpeyvîna wî ye di inanolo.blogspot.comê de. :



Here lînkê



01.05.2016 20:46 | înano lo

99. beşa sêyem û ya dawîn a hevpevîna wî:



Here lînkê



"Ji ber ku James Joyce nahêle, min vexwarina alkolê kêm kiriye."



05.05.2016 19:33 | înano lo

100. zimanê wî yê axaftinê xweşik û lihevhatî ye lê yê nivîsê zirecêb û tevlîhev e, bêyî ferheng meriv nikare jê fêhm bike.



23.07.2017 20:25 | tizbîkêş

101. Bi ya min tirkî di jiyana me de tunebûya, me yê Kawa Nemir zaf baş fam bikira. Mesela camêr ew e ku zaf Kurdiyeke kûr dinivîse. Emrê wî wek navê wî be.



24.07.2017 18:03 ~18:03 | robar cilo

102. (bnr: li ber pencereyên sedsalan)
(bnr: gilîne bo kevirên reş)



14.09.2017 12:35 ~13:47 | xendekî

103. Here lînkê
di roportaja xwe de ya ku daye sputnikê, qala xebata xwe ya wergera ulysses kiriye û pesna vê karê daye û helbet bi vê riyê pesna xwe jî daye û îdayên wî gelek mezin in. werger dê ji weşanên everestê ya tirkî-weşan derkeve. a bi xêr. ez li bendê me. lê zimanê wî yê ku min ji wergerên wî yên din dît, gelek giran e. bi xwe di roportajê de jî dibêje:

"Ulyses mudaxaleyeke mezin e ji bo vê yekê. Ji niha ve ez dibêjim bila gelek kes amade bin, ew dê cîhana wan a lingûîstîk hilweşe. Baş e ku hilweşe, ji ber ku ne hilweşe em careke din nikarin ava bikin. Ji ber ku xelqê me dibêje heta ku xera nebe ava nabe. Jixwe metna Ulyysesê bixwe ew e. Ji ber ku di her beşêkî da, zimanekî cihêreng hatiye bikaranîn."

ev hevoka dawî ya vî mêrxasî tutunamayanlar a oguz atay anî bîra min. heke berhemeke wiha be, reng e ku "www.kesên-ku-dev-ji-xwendina-ulysses-berda.com" bê avakirin.



14.01.2018 13:28 ~13:29 | biruya hayao miyazaki

104. di dilê min de kawka ye.

(bnr: franz kafka)

wêjeya ku ew di kurdî de ava kir jî ez dil dikim wek kawkaesk bi nav bikim.



05.07.2018 01:43 ~01:47 | bargiran baran

105. Wergêr û helbestvanêkî serkeftîye.



31.12.2018 15:05 | ryaman

106. Sed heb bîra jî vexwê yekî nikarê ji hişê xwe ve ev qas biçe.

Birastî zimanê wî gelek dewlemend e. Bizanebûnî zimanekî asê bikar tîne. Helbet asêbûn li gorî her kesî diguhere. Peyvên wisa bikar tîne û sêwirandinên wilo dike ku hezar sal jî biçe nayê bîra şeytên jî. Fêlbazê peyvan û sêwîrkaran e. Ehrîmen ê ji dil û can e.

Helbesteke xwe ku Li Dora Zîguratê nav lê kirî ye de xwe peyitandiye. Dibêjê;

kevirên biçûk davêjine Xwedê.

Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin.

Çavên me
bê west û rawest li kevirên reş î biçûk in, em li dora perestgeha
hebûna xwe dizivirin ha dizivirin, derîyên rika xwe ya bedew hê
hişkehişk radidin ha radidin.

Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin.

Siwarên me yên ku ji kuştina Xwedê vedigerin, têne şeva me ya ku
sîng û berê xwe yê lîyan, nava xwe ya qendîl bi ser me de radixe.

Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin.

Em kervirên biçûk davêjine Xwedê û xweya xwe ya berbad
bi rêk dixin, da ku dilê xwe yê ku di şevezengîyê de, bi tirsa hatina
xwedayên biçûktir bi gumegum lê dixe bi yêk bikin.

Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin.

Belku deh sal belku bîst sal dî jî bihure em bixebitin bigihîjin asta zimanê helbestên te. Lê mebêje ku ji mentalîteya min tênagihin.

Dema ku tu tengazar bûyî devikê bîrayên ku te vexwarîye bavêje xwe. Paşî ku têrê te nekê ji şûşeyên wan jî ji xwe re zîguratek çêke û li dora zîgurata xwe çerx bibe.



11.06.2019 17:20 | bilbilê dilkul

107. rojekê bimrê



15.07.2019 02:23 | bilbilê dilkul

108. barek nû girtiye ser milên xwe lê diyar e ev bar lê giran tê: Here lînkê

di stêrk tvyê de pêşkeşvaniyê bernameya sîwanê dike.



04.02.2020 16:26 | tizbîkêş

109. ccol-tir rewşenbîrek kurd nas nakim.



04.02.2020 16:33 | biruya hayao miyazaki

110. dike ku meriv heyrana zimanê dayik û bavan be, di qada wergerê de gelek xwirt e. kerem kin delîlê: Here lînkê



03.05.2020 19:18 | tizbîkêş

111. Nivîskarê ew bi xwe jî ji zimanê xwe ti tiştî fahm nake ye. Di helbestên wî de çend hevokên ji helbestên tirkî hatî wergerandin heye. Hinek kes dibêjin 'ji ber ku zimanê wî cuda ye xelk jê hez nakin' teqez tiştek wisa tune ye. Zimanê wî şaş e, ne cuda ye. Çaqma entel



03.05.2020 20:15 | soryazyus

112. Nivîskar, wergêr, şair, çîroknûs e. Elhemdililla serê me ji ber bilind e, stara xwedê li ser be pir dixebite



04.05.2020 19:11 | paşopêş

113. Sal bûye 2020 lê hê jî kawa Nemir bi tometa 'nivîskarê ew bi xwe jî ji zimanê xwe ti tiştî fahm nake ye.' tê tawanbarkirin.

Cara ewil di kurmancî de hevok wek 'ti tiştî fahm nake ye' xelas nabe. Yanî ew ye'ya tirsikvên zêde ye.
Ger têgihîştina me ev be jixwe emê bêjin kawa jî nizane çi dibêje.

Te dît ji bo tutunamayanlara oğuz Atay tê gotin 'yek jê kitêba herî zêde tê firotin û yek jê kitêba herî kêm tê xwendin' ez bawer im kitêbên kawa Nemir jî dikevin vê klasmanê. Hama bêje min hemî kitêbên kawa xwendine. Yên dibêjin kurmancîya wî nizanim çik e gelo çend kitêbên wî xwendine?
Ez jî ji wergerên Kawayî fêm nakim lê ew problema kurmancî ye çimkî çand û edeta wergerê hê baş rûneniştiye yani kurmancî baş li wergerê sor nebûye yani kirasa wergerê li kurmancî nayê tefsilandin. Jê re sal û wext divên. Ez Hama bêje ji hemî wergeran eciz im.
Lê hûn bêjin em ji berhemên resen ên Kawayî fêm nakin divê ez vê pirsê bikim; te bi çiqasî kurmancîya xwe edilandiye, kemilandiye? Tu bi çiqasî peyvên gewre yên kurmancî xitim kirine? Çend sal te li ber fêrbûna vî zarî li xwe kirine zilumat?

Ji vir çend sal berê min jî digot ez jê fêm nakim lê dûre min got ez ê hemî kitêbên wî bistînim û bixwînim, gelek li ser xebitîm jî ez ji we re vê yekê bêjim eger Kurdistan ne bindest bûya û zimanê kurdî ne qedexe bûya muhtemelen zimanê kurdî di newala xwe de ber bi kurmancîya kawa nemirî biherikiya. Ferhenga kawa gelek zengîn e. Hama bêje ji hemî devok û zaravayan peyv, bêje û gotin di turika wî de hene.
Kes bila qebheta kêmasî û qusûrên xwe li stûyê kawa Nemirî bar neke

Û ji kerema xwe re dev ji rexneyên klişe û ezberkirî yên panzdeh salan berdin. Ger jê ne kêfxweş bî dikarî jê dûr bî



06.05.2020 23:05 | ferhenga şikestî

114. ne helbestkarek hêja ye, ew tiştina dinivîse lê naşibin helbestan. jiberku helbest ristina tevnekê ye û ew tevn jî bî xemlûrewşa xwe, bi deng û dîtbarîya xwe, bi armanc û wateya xwe di hişê mirovan de hêmayek ava dike. gava mirov helbestek dixwêne, di hişê me de hêmayek zindî dibe. divê helbest nava xwe de ramanek bihewîne. gelo ka bêjin kî ji we helbestek kawa nemir xwendiye û zanîye ev camêre dixwaze çi bêje. ji bilî rêzkirina peyvên "dibiriqin" belam bê peywendî helbesta kawa çiye? bêpeywendîbûn, belawelabûn, şêlobûn taybetmendîyên sereke ên helbesta kawa ye. yeko yek peyvên xweşkok û hevokên delalok hene lê di dîmenê helbestê de wateyek hevpar tune. heger hin kes behsa tîrbûn û giranîya helbestê bikin, bila li wê derê bisekinin, çi helbesta kurdî çi ya cîhanê min gelek helbestkarên bilind xwendine lê tişta kawa dike ne romantîzme, ne sembolîzme, ne futurîzme, ne surrealîzme, ekspresyonîzme, ne dadaizme ne tutişte. şêweyek serbixwe û ecêbe, naşibe helbesta kurdî jî. wek helbestek bêrih û bêkok, xwendevanan bi rêzhevokan êmin dike, lê belê tiştek nabêje.



20.05.2020 18:32 ~18:39 | hespêsor

115. wek tê zanîn kawa nemir ji serhedê ye û li gor min paşanavê xwe ji ber artîstiyê nemir, dananiye. esilê kawa ji eşîra nemiran e. di salnameyeke osmaniyan de -ku di dawiya sedsala 19an de hatiye nivîsîn- qala hîzanê û vê eşîra hîzanê tê kirin.

ji xelkê mîrektiya hîzanê re “nemiran” hatiye gotin. sedemê navlêkirina vî navî ev e ku gava kesekî xwedan wezîfe yan jî ulûfe, ango xwedanmeqamekî ji ehlê vê eşîr û qebîleyê wefat dikir, rêvebiran ulûfe dîsa bêkêmasî dida zarên wî, çi yên piçûk û çi jî yên mezin. Wihareng ew kesê ku meîşeta wan pêk tîne her wekî ku nemiriye, di rewşa wan a kêmbûn û zêdebûnê de guherînek çênedibû. Lewma ji wan re hatiye gotinê “nemiran” yanî “namirin”. Her wisa di qeydên destxetên kevn û salnameyên Osmanî yên wilayeta Bidlîsê de jî em rastî navê vê eşîreta “Nemiran” tên. Diyar e ev eşîr yan federasyona eşîran niştecihên Hîzanê yên qedîm in. Ev nav heman demê de navê herêm û bajarekî Hîzanê ye.

navê salnameyê: bitlis vilayetine mahsus salname, bitlis vilayet matbaası, 1892, r. 174.



27.05.2020 19:18 | ezcan

116. jî kanala youtubê vekiriye
jixwe hûn ê bibin abone

Here lînkê



12.06.2020 14:08 | fîriko lao

117. xwezika bi mehmûd berazî re bernameyek çêkira.



14.10.2020 18:06 | tizbîkêş

118. Rewşenbîrek e. Bo kurdî xebatên wî yên serkeftî hene.
Çiqasî bibêjin ku 'helbestên wî zehmet in nayên fêm kirin" jî bi ya min ji ber dewlemendiya kurdî ye ev e jî.



02.07.2021 19:00 | hesinkar

119. ez dibêm qey paşnavê xwe bi tesîra borges kiriye nemir.

“dema ku ez li riya revê digeriyam, wî kartek da min; Nemirovski & Nemirovski*, kompanya şêwirmendiya Hiqûqî.”
- ji kitêba baxê ku rêyan kiriye duçiqil, çîroka nemiran, "Los inmortales"¹, r.49

*di zimanê resen yê çîrokê de jî eynî wisa hatiye nivîsîn: Nemirovski & Nemirovski
¹navê resen yê çîrokê: Los inmortales (nemiran)

êdî hûn û ûjdanê xwe.



20.10.2021 03:11 ~03:19 | ezcan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kawa
» nemire lawik

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje niviskarhlbstvn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî