Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kawa nemir - tirşik
kawa nemir
(45) (5) (1)
di mijarê de bigere

30. nûnerê Anglo-Saksona kurdan e! xew jê re heram e. zimanê wî gelek dewlemend e û di hemû helbestên wî de bayê "hêma"yê dibare. derd di pişika wî de dreneke berdewam e hê, deryayên reş aram dike, kurê dayîkeke bindest e, di cimaeta şaşan de hinek be jî mêrkuj e. li gor wî ev niştiman wê rojek tapoya xwe bistîne teqez. di bîr û birînan de li berbang, nîvroya feodal, hingura neteweyî, êvar û şeva çekdar digere. wek xwarin hej baskên mirîşkan dike, wek vexwarin hej bîra û şerabê dike, dîn û îmana wî kelepora wêjeya kurdî ye. di nav nivîskarên kurdan de yê herî samîmî ew e. mixabin, keda ku ew dide vî zimanê qedîm bi devê "ehmeqên ku tenê xwendin û nivîsandina kurdî di saziyan de hîn bûne" ve tê xwarin, ji ber ku ev nifşê ku ji saziyan hînî kurdî bûyîn li gor hînkerê aqilê xwe dirûst dikin. lê eger melayê cizîrî, feqî, xanî, koyî, bazîdî hwd. werin xwendin, wê keda kawa jî bi devê devgeniyên kurd-il hînkeran neyê xwarin. gava ewî shakespeare wergerand çu kesî lê xwedîtiyê nekir, lê beriya wê wergerê wergêrên tirk ji kurdan re digotin "eger hûn bikarin shakespeare wergerînin em ê dev ji nivîsê berdin." va êdî shakespeareê ku bingeha zimanê îngilîzî kirî di bin kontrola xwe de îro kurd e! ez ne xelet bim di rojhilata navîn de wergêrê herî ciwan ê ku Ulysses a james joyce wergerîne dê ew be. yên ku du peyv ji kurdî hîn dibin êdî xwe têxin pisporê vî zimanî; ji ber wê ye hej kawa nakin, çinku tişta ku qure û jixweqayil dizanin ew tiştine têra wan dike(!) li aliyê botanê gotinek heye, dibêjin : "rojek ji kerê re gotine xudê cehşikek daye te, ker jî gotiye ê ez çi bikim, bar dîsa barê min e!"



12.10.2013 23:40 | zero

31. Şair û nivîskarê ku rexneyên bêîmanî lê tên kirin - ez jî di nav wan rexnegiran de - lê digel vê yekê jî baş tê zanîn ku kawa nirxekî bêbuha ye. Bila tirşiknivîsên kawaparêz nexeyidin lew ev der tirşik e. Li vir merhemet tune ye *



17.10.2013 13:38 | ceso

32. gelek pesna xwe dide û xwe dide pesinandinê, bo pirtûkek hêj ne li meydanê bahoza reklaman jê difûre...



21.10.2013 07:15 | elomelo

33. Xweyê Kurmanciya çêker e.

paşê fêrî kurmancî bûye lê heya fêr bibe çûye ji xwe re kurmanciyeka nû ava kiriye lewra tenê ew fêm dike.



21.10.2013 14:37 | gulan

34. helbestkarekî di ser xwe re ye kesên ku tiştek ji xwe fam nekirine, dibêjin em ji wî fam nakin.



21.11.2013 00:46 | maro

35. Nivîskarê ku ez bi xêra parvekirinên wî yên di bara tirşik.netê yên li ser facebookê de, bûm endamê tirşikê. Piştî ku gotin tirşik heye, min rakir kevçiyê xwe û ez hatim.



28.11.2013 09:33 | ceso

36. Ji deşta îdirê y,e erê! Lê carna dibêje ez ji eşîra hekarya pinyanişiyan ya hekarya yê me, nizanim êdî ka ji ku ye divêt ew bi xwe mijarê safî biket.



29.11.2013 14:50 | mîrêhekarya

37. wergirtin'e ku heri mezin!



01.03.2014 21:37 | gonzi

38. Gava ku navê wî tê gotin, berî helbest û wergerên wî, vexwarina wî ya bîrayê tê bîra min.

hey malneket, qet nebe te şerabê vexwara. nivîskarekî digot, bîra bîra, quzê dêya feqîra*)



11.03.2014 21:32 | bavê salih

39. Camêr gûnikreşekî timame,bi xwendina helbestên wî yên poetîk em ê bibin lord bêtifaq...



13.03.2014 23:26 | janbarblues

40. helbestên tahmsar, çendin wan xweşik bin jî



13.03.2014 23:29 | elomelo

41. ji bo ku em bi hêsanî pirtûkên kawa nemir bixwînin û fehm bikin hena bîst sal pêwîstê

mînak: çavderiyen barbarekî



13.03.2014 23:36 | newenda

42. nIVÎSAKRÊ KU MIN ÎRO LI RAWESTGEHEKE AMEDÊ DÎT Û BI KURÊ XWE RE TIRKÎ DIPEYIVIYA YE..



19.03.2014 18:41 | nan û av

43. risteyeke kawa nemirê



"ev dewra gewr tijî nake vî awirî"



13.04.2014 03:20 | avên_sar

44. nivîskar, wergêr û helbeskarekî kurd e ji herêma serhedê ye bi bayê çiyayê agiriyê ji şîr vebûye, piştre jî teşqeleya stenbolê tehmijandiye niha jî li amedê dijî, bi edebiyatê re bi awayekî çalak mijûl e, gelek serê xwe diêşîne, bi qewlê wî di rojê de 15 saet bi wergeran re radibe vê taliyê jî bi wergera ulyssesê re dinê ji xwe re kiriye jehr, tê gotin ku ji aliyê têgihiştinê ve dijwartirîn romana cîhanê ye, ez jî gelek meraq dikim dê çawa û di nava çend salan de xelas bike, di tirkî de jî bi tenÊ zilamekî wergerandiye ji xeynî wî hê kesek destê xwe nepelandiye..

dibêjin gelek kurre ye pozbilind e falan û bewan, çi îşê te pê heye? bila pozbilind be lê tu bi îcraetên wî re eleqedar bibe, yên din derew in

kawa nemir tê fêmkirin an na?

nivîsên di derheqê wî de bi pirranî li ser vê pirsê tên nivîsin. ez bixwe jî carinan difikirim.

lê min pirtûkek wî hê nexwendiye, bi tenê ji vir çar sal berê falan min çend wergerên wî yên ji şekspîrî wergerandibû xwendibû, min pirr tişt jê fêm nekir, ev yek nayê vê wateyê ku nayê fêmkirin ji ber ku kurdiya min kurdiyeke felişîyayî û bişavtî bû (niha jî wisa ye) yanî divê pirsa dî jî ev be; kawa nemir nayê fêmkirin an jî em baş bi kurdî nizanin?

weka ku her kes dizane zimanê kurdî ne zimanê fermî ye û em jî bi zimanê tirkî perwerde bûne, mixabin rastiyeke beloq û êşan e ku zimanê me yê fikirînê, bazarê û jiyanê bi tirkî ye tu çi qas hewl bidî jî bivê nevê ji bin badora tirkî nikarî xelas bibî, belê dibe ku pirr bixwînî jî lê dema nivîsakerê ku tu wî dixwînî jî ketiye di bin bandora zimanên biyanî yên kutana mêjiyên me..

pirr kes dibêje min tu tişt jê fêm nekir, ê bavê min tu hê nikarî bi carekî deh hevokek bi awayê rêkûpêk saz bikî nexwe çênabe ku pirsgrêk di hêşê te de hebe?

zimanê wî piçek nûjen e yanî li gorî têgihîştina xwe, kurmanciya xwe piçek modernîze kiriye, ew bixwe anglo-sakson e* ev ne tiştekî xirab e, ziman bi xebitandinê pêşve diçe gotin û vegotinên berfireh jî weka lastîkeke ku tu vekêşî vedibe, dirêj dibe, jixwe heke qama te kin be nikarî bigihîjî



24.08.2014 00:35 | ferhenga şikestî

45. "siwarên reş ji pişta behran hatin" (black riders came from the sea), 107 helbestên stephen crane, bi kurdî nêzîk e!



Li beyabanê,

Min afirîdeyekî tazî û hov dît,

Mexel hatibû li cîyê xwe,

Di destên wî de, dilê wî,

Ketibû ser, dixwar.

Min got: “Çawa ye, hevalo?”

“Tehl e, tehl e,” bersivand wî;

“Lê ez jê hez dikim,

Ji ber ku tehl e

Û ji ber ku dilê min e."



18.09.2014 20:29 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kawa nemir
» nemire lawik

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje niviskarhlbstvn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî