Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
kawa nemir - tirşik
kawa nemir
(45) (5) (1)
di mijarê de bigere

63. (bnr: bêdengî û tiştên din)



03.04.2015 16:13 ~16:14 | sîpan

64. Ew wergêrê ku hemî wêjeya înglîzî wergerand û ti tişt ji yên din re nehiştiyeee.Kafiroo



06.04.2015 13:45 | mîrzayêbiçûk

65. pirtûka wî ya dawîn ya helbestan kevirên bendewariyê ji weşanxaneya lîsê çap bû. Here lînkê



08.04.2015 00:18 ~00:20 | diclefirat

66. kawa nemir di radyoyê de helbesta fêrîkê usivî ya bi navê çiyano dixwîne





08.04.2015 01:13 | seydayê_peyvan

67. berga pirtûka wî a dawîn pir xweş bûye. bawer im helbestên wî jî pir xweş in lê ji ber ku bi kurmanciyek tam têkûz dinivîsîne gava ez dixwênim zaxe dibim. ev jî kêmasiya min e.



08.04.2015 12:11 | kurê xelkê

68. nivîskarê ku î ya berî y yê hertim wek "î" dinivîsîne.



08.04.2015 16:12 | bayesar

69. 23.04.2015an de saet 13an de li qoserê beşdarê panelekî dibe. Bila haya qoseriyan jê hebe û bila jê nemînin.

Here lînkê



22.04.2015 23:33 | ceso

70. erê nemir jî dimrin ewê jî bimre dinya jê wî re jî namîneû nema jî xwedê emirkî dirêj bide me û wî û hazira



23.04.2015 13:24 | shorbevan

71. ma min gotibû zikreşî û çavnebarî wek kirasekî li me hatine tefsilandin?

kawa nemir, nemir e gewre ye şair û wergêrekî serketî ye, ji hevokên wê kurmanciya bîst salên bê difûrin.. lê...

li mijarê binihêrin û li şîroveya jor bixwînin.. hûn ê fêm bikin bê ka ez behsa çi dikim

mafê te heye tu rexneyên bêîman ku li ser kawayî hatine ajotin ber bi pûçbûnê ve daweşînî lê madem ku mijara me kawa ye nexwe çima tu navê kesên dî didî û binavdayînê berrê tîrên xwe yên tûj li wan dizivirînî? çi eleqeya kejê bêmal û kawa nemir pê heye?..

xanim li jor ramana xwe anîtiye zimên, tu jî ramana xwe bihîne zimên ma çima ji bo ku mezinahiya kawayî bisepînî, kesên dî binpê dikî? yanê yên dî nebin kawa nemir nabe nemir?



29.04.2015 20:22 ~22:50 | ferhenga şikestî

72. destxweşîya wî dixwazim. saya sere camêr de rojeveke wêjeya kurdî heye. tenê ne werger û nivîsandin, di kare çapkirinê de xizmeteke mezin ji kurdî re dike dikin. vî qasî niqaşek bi gotinên wî destpêkir û didome, mezintirîn şaire kurmancî Fêrikê ûsivê an na. yek jî camêr Cegerxwîn helbestvanekî baş nabîne.



03.05.2015 10:28 | sîyaûyê bekirî

73. Ji fêrîkê usiv, ji led zeplin û ji araqê hez dike.



09.05.2015 03:52 | diclefirat

74. "Wer dizanim, ez ê berbangeke zereşîn hişyar nebim:

Bila kuçeyên Ameda pîr bimînin di nava me de..."



30.03.2016 04:19 | terkexem

75. înanolo pê re hevpeyvînek kiriye ku dê wek sê beşan bê belavkirin. aha ev jî lînka beşa yekem a hevpeyvînê:



Here lînkê



28.04.2016 13:46 | înano lo

76. kawasaki nemiru



28.04.2016 16:30 ~16:31 | bijîmillah

77. aha ev jî beşa duyem a hevpeyvîna wî ye di inanolo.blogspot.comê de. :



Here lînkê



01.05.2016 20:46 | înano lo

78. beşa sêyem û ya dawîn a hevpevîna wî:



Here lînkê



"Ji ber ku James Joyce nahêle, min vexwarina alkolê kêm kiriye."



05.05.2016 19:33 | înano lo

79. zimanê wî yê axaftinê xweşik û lihevhatî ye lê yê nivîsê zirecêb û tevlîhev e, bêyî ferheng meriv nikare jê fêhm bike.



23.07.2017 20:25 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» kawayê hesinker
» nemirnejî

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje niviskarhlbstvn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî