Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
kawa nemir - tirşik
kawa nemir
(45) (5) (1)
di mijarê de bigere

80. Bi ya min tirkî di jiyana me de tunebûya, me yê Kawa Nemir zaf baş fam bikira. Mesela camêr ew e ku zaf Kurdiyeke kûr dinivîse. Emrê wî wek navê wî be.



24.07.2017 18:03 ~18:03 | robar cilo

81. (bnr: li ber pencereyên sedsalan)
(bnr: gilîne bo kevirên reş)



14.09.2017 12:35 ~13:47 | xendekî

82. Here lînkê
di roportaja xwe de ya ku daye sputnikê, qala xebata xwe ya wergera ulysses kiriye û pesna vê karê daye û helbet bi vê riyê pesna xwe jî daye û îdayên wî gelek mezin in. werger dê ji weşanên everestê ya tirkî-weşan derkeve. a bi xêr. ez li bendê me. lê zimanê wî yê ku min ji wergerên wî yên din dît, gelek giran e. bi xwe di roportajê de jî dibêje:

"Ulyses mudaxaleyeke mezin e ji bo vê yekê. Ji niha ve ez dibêjim bila gelek kes amade bin, ew dê cîhana wan a lingûîstîk hilweşe. Baş e ku hilweşe, ji ber ku ne hilweşe em careke din nikarin ava bikin. Ji ber ku xelqê me dibêje heta ku xera nebe ava nabe. Jixwe metna Ulyysesê bixwe ew e. Ji ber ku di her beşêkî da, zimanekî cihêreng hatiye bikaranîn."

ev hevoka dawî ya vî mêrxasî tutunamayanlar a oguz atay anî bîra min. heke berhemeke wiha be, reng e ku "www.kesên-ku-dev-ji-xwendina-ulysses-berda.com" bê avakirin.



14.01.2018 13:28 ~13:29 | biruya hayao miyazaki

83. di dilê min de kawka ye.

(bnr: franz kafka)

wêjeya ku ew di kurdî de ava kir jî ez dil dikim wek kawkaesk bi nav bikim.



05.07.2018 01:43 ~01:47 | bargiran baran

84. Wergêr û helbestvanêkî serkeftîye.



31.12.2018 15:05 | ryaman

85. Sed heb bîra jî vexwê yekî nikarê ji hişê xwe ve ev qas biçe.

Birastî zimanê wî gelek dewlemend e. Bizanebûnî zimanekî asê bikar tîne. Helbet asêbûn li gorî her kesî diguhere. Peyvên wisa bikar tîne û sêwirandinên wilo dike ku hezar sal jî biçe nayê bîra şeytên jî. Fêlbazê peyvan û sêwîrkaran e. Ehrîmen ê ji dil û can e.

Helbesteke xwe ku Li Dora Zîguratê nav lê kirî ye de xwe peyitandiye. Dibêjê;

kevirên biçûk davêjine Xwedê.

Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin.

Çavên me
bê west û rawest li kevirên reş î biçûk in, em li dora perestgeha
hebûna xwe dizivirin ha dizivirin, derîyên rika xwe ya bedew hê
hişkehişk radidin ha radidin.

Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin.

Siwarên me yên ku ji kuştina Xwedê vedigerin, têne şeva me ya ku
sîng û berê xwe yê lîyan, nava xwe ya qendîl bi ser me de radixe.

Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin.

Em kervirên biçûk davêjine Xwedê û xweya xwe ya berbad
bi rêk dixin, da ku dilê xwe yê ku di şevezengîyê de, bi tirsa hatina
xwedayên biçûktir bi gumegum lê dixe bi yêk bikin.

Em li dora zîgurata xwe çerx dibin ha çerx dibin.

Belku deh sal belku bîst sal dî jî bihure em bixebitin bigihîjin asta zimanê helbestên te. Lê mebêje ku ji mentalîteya min tênagihin.

Dema ku tu tengazar bûyî devikê bîrayên ku te vexwarîye bavêje xwe. Paşî ku têrê te nekê ji şûşeyên wan jî ji xwe re zîguratek çêke û li dora zîgurata xwe çerx bibe.



11.06.2019 17:20 | bilbilê dilkul

86. rojekê bimrê



15.07.2019 02:23 | bilbilê dilkul

87. barek nû girtiye ser milên xwe lê diyar e ev bar lê giran tê: Here lînkê

di stêrk tvyê de pêşkeşvaniyê bernameya sîwanê dike.



04.02.2020 16:26 | tizbîkêş

88. ccol-tir rewşenbîrek kurd nas nakim.



04.02.2020 16:33 | biruya hayao miyazaki

89. dike ku meriv heyrana zimanê dayik û bavan be, di qada wergerê de gelek xwirt e. kerem kin delîlê: Here lînkê



03.05.2020 19:18 | tizbîkêş

90. Nivîskarê ew bi xwe jî ji zimanê xwe ti tiştî fahm nake ye. Di helbestên wî de çend hevokên ji helbestên tirkî hatî wergerandin heye. Hinek kes dibêjin 'ji ber ku zimanê wî cuda ye xelk jê hez nakin' teqez tiştek wisa tune ye. Zimanê wî şaş e, ne cuda ye. Çaqma entel



03.05.2020 20:15 | soryazyus

91. Nivîskar, wergêr, şair, çîroknûs e. Elhemdililla serê me ji ber bilind e, stara xwedê li ser be pir dixebite



04.05.2020 19:11 | paşopêş

92. Sal bûye 2020 lê hê jî kawa Nemir bi tometa 'nivîskarê ew bi xwe jî ji zimanê xwe ti tiştî fahm nake ye.' tê tawanbarkirin.

Cara ewil di kurmancî de hevok wek 'ti tiştî fahm nake ye' xelas nabe. Yanî ew ye'ya tirsikvên zêde ye.
Ger têgihîştina me ev be jixwe emê bêjin kawa jî nizane çi dibêje.

Te dît ji bo tutunamayanlara oğuz Atay tê gotin 'yek jê kitêba herî zêde tê firotin û yek jê kitêba herî kêm tê xwendin' ez bawer im kitêbên kawa Nemir jî dikevin vê klasmanê. Hama bêje min hemî kitêbên kawa xwendine. Yên dibêjin kurmancîya wî nizanim çik e gelo çend kitêbên wî xwendine?
Ez jî ji wergerên Kawayî fêm nakim lê ew problema kurmancî ye çimkî çand û edeta wergerê hê baş rûneniştiye yani kurmancî baş li wergerê sor nebûye yani kirasa wergerê li kurmancî nayê tefsilandin. Jê re sal û wext divên. Ez Hama bêje ji hemî wergeran eciz im.
Lê hûn bêjin em ji berhemên resen ên Kawayî fêm nakin divê ez vê pirsê bikim; te bi çiqasî kurmancîya xwe edilandiye, kemilandiye? Tu bi çiqasî peyvên gewre yên kurmancî xitim kirine? Çend sal te li ber fêrbûna vî zarî li xwe kirine zilumat?

Ji vir çend sal berê min jî digot ez jê fêm nakim lê dûre min got ez ê hemî kitêbên wî bistînim û bixwînim, gelek li ser xebitîm jî ez ji we re vê yekê bêjim eger Kurdistan ne bindest bûya û zimanê kurdî ne qedexe bûya muhtemelen zimanê kurdî di newala xwe de ber bi kurmancîya kawa nemirî biherikiya. Ferhenga kawa gelek zengîn e. Hama bêje ji hemî devok û zaravayan peyv, bêje û gotin di turika wî de hene.
Kes bila qebheta kêmasî û qusûrên xwe li stûyê kawa Nemirî bar neke

Û ji kerema xwe re dev ji rexneyên klişe û ezberkirî yên panzdeh salan berdin. Ger jê ne kêfxweş bî dikarî jê dûr bî



06.05.2020 23:05 | ferhenga şikestî

93. ne helbestkarek hêja ye, ew tiştina dinivîse lê naşibin helbestan. jiberku helbest ristina tevnekê ye û ew tevn jî bî xemlûrewşa xwe, bi deng û dîtbarîya xwe, bi armanc û wateya xwe di hişê mirovan de hêmayek ava dike. gava mirov helbestek dixwêne, di hişê me de hêmayek zindî dibe. divê helbest nava xwe de ramanek bihewîne. gelo ka bêjin kî ji we helbestek kawa nemir xwendiye û zanîye ev camêre dixwaze çi bêje. ji bilî rêzkirina peyvên "dibiriqin" belam bê peywendî helbesta kawa çiye? bêpeywendîbûn, belawelabûn, şêlobûn taybetmendîyên sereke ên helbesta kawa ye. yeko yek peyvên xweşkok û hevokên delalok hene lê di dîmenê helbestê de wateyek hevpar tune. heger hin kes behsa tîrbûn û giranîya helbestê bikin, bila li wê derê bisekinin, çi helbesta kurdî çi ya cîhanê min gelek helbestkarên bilind xwendine lê tişta kawa dike ne romantîzme, ne sembolîzme, ne futurîzme, ne surrealîzme, ekspresyonîzme, ne dadaizme ne tutişte. şêweyek serbixwe û ecêbe, naşibe helbesta kurdî jî. wek helbestek bêrih û bêkok, xwendevanan bi rêzhevokan êmin dike, lê belê tiştek nabêje.



20.05.2020 18:32 ~18:39 | hespêsor

94. wek tê zanîn kawa nemir ji serhedê ye û li gor min paşanavê xwe ji ber artîstiyê nemir, dananiye. esilê kawa ji eşîra nemiran e. di salnameyeke osmaniyan de -ku di dawiya sedsala 19an de hatiye nivîsîn- qala hîzanê û vê eşîra hîzanê tê kirin.

ji xelkê mîrektiya hîzanê re “nemiran” hatiye gotin. sedemê navlêkirina vî navî ev e ku gava kesekî xwedan wezîfe yan jî ulûfe, ango xwedanmeqamekî ji ehlê vê eşîr û qebîleyê wefat dikir, rêvebiran ulûfe dîsa bêkêmasî dida zarên wî, çi yên piçûk û çi jî yên mezin. Wihareng ew kesê ku meîşeta wan pêk tîne her wekî ku nemiriye, di rewşa wan a kêmbûn û zêdebûnê de guherînek çênedibû. Lewma ji wan re hatiye gotinê “nemiran” yanî “namirin”. Her wisa di qeydên destxetên kevn û salnameyên Osmanî yên wilayeta Bidlîsê de jî em rastî navê vê eşîreta “Nemiran” tên. Diyar e ev eşîr yan federasyona eşîran niştecihên Hîzanê yên qedîm in. Ev nav heman demê de navê herêm û bajarekî Hîzanê ye.

navê salnameyê: bitlis vilayetine mahsus salname, bitlis vilayet matbaası, 1892, r. 174.



27.05.2020 19:18 | ezcan

95. jî kanala youtubê vekiriye
jixwe hûn ê bibin abone

Here lînkê



12.06.2020 14:08 | fîriko lao

96. xwezika bi mehmûd berazî re bernameyek çêkira.



14.10.2020 18:06 | tizbîkêş

97. Rewşenbîrek e. Bo kurdî xebatên wî yên serkeftî hene.
Çiqasî bibêjin ku 'helbestên wî zehmet in nayên fêm kirin" jî bi ya min ji ber dewlemendiya kurdî ye ev e jî.



02.07.2021 19:00 | hesinkar

98. ez dibêm qey paşnavê xwe bi tesîra borges kiriye nemir.

“dema ku ez li riya revê digeriyam, wî kartek da min; Nemirovski & Nemirovski*, kompanya şêwirmendiya Hiqûqî.”
- ji kitêba baxê ku rêyan kiriye duçiqil, çîroka nemiran, "Los inmortales"¹, r.49

*di zimanê resen yê çîrokê de jî eynî wisa hatiye nivîsîn: Nemirovski & Nemirovski
¹navê resen yê çîrokê: Los inmortales (nemiran)

êdî hûn û ûjdanê xwe.



20.10.2021 03:11 ~03:19 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» kawa nemir 40 salî ye
» nemire lawik

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje niviskarhlbstvn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî