Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    0 mijar û peyam
        william shakespeare - tirşik
        william shakespeare
        (1) (0) ecêb (0) (12)
        di mijarê de bigere

        1. helbestkar, şanoger, şanonûs û lîstikvanê îngilîz.

        soneyeke wî a bi kurdî a bi wergera kawa nemir










        2013.07.07-20:24 | borazboz

        2. BENVOLIO.

        Ez heyran, agir be, agir e; zor gizêrê radike,

        Bi kovana yeke teze sivik dibe jana berê;

        Serî gêj bû, a baş mirov berê xwe bi aliyê din ve bike;

        Bi qelsketina yeke din pak dibe kesera giran, te go, erê?

        Beydayeke nû peyda bike ji çavên xwe re,

        Da ku jehra malwêran a ewa berê bi xwe re bihere.

        ROMEO.

        Hekîmê Kurmanciyê, lezetê ji pincara xwe bibînî.



        Ji "Romeo û Juliet"



        William Shakespeare



        2013.07.07-20:41 | gulê

        3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

        2013.07.07-21:16 | cercîs rewanî

        4. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

        2013.07.07-21:33 | cercîs rewanî

        5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

        2013.07.07-22:27 | cercîs rewanî

        6. xwedanê gotina "to be or not to be" ango "Bûn yan jî nebûn" a di devê her kesî de bûye benîşt û di hevokan de bêwext tê bikaranîn e.



        2014.01.11-10:52 | nazim tolhildan

        7. sone 61



        qey te divê'j wêneyê te, vekirî bihêle

        palikÊn min ên giran şeva betilî pê ve?

        qey te awat e ew li min heram bin bi fêl e,

        siyên wek te, bi dîdara min bikenin pê ve?

        qey ew giyanê te ye tu wer ji xwe dişînî

        WER DÛrÎ warê wî, bitel'l kirên min bi xwe,

        rûreşî, katên min ên tiraliyê bibînî,

        Jİ DÛR ÇAV BİDÊRÎ MAFDARİYA KUMREŞİYA XWE?

        AX NA! ZOR BE JÎ EVÎNA TE, NE EW ÇEND ZÊR E;

        EW EVÎNA MİN E HİŞYAR DİHÊLE ÇAVÊ MİN:

        EVÎNA DİLSOZ E ARAMİYA MİN DİDÊRE,

        Jİ BO XATİRÊ TE EW HER ÇAVDÊR E, ÇAVÊ MİN:

        LEW EZ ÇAVDÊR, TU Lİ CİYİNAN, HİŞ Lİ TE YAR E,

        PİRR DÛRÎ MİN Î, PİRR NÊZÎKÎ HİNAN, DİYAR E.



        2014.03.16-13:08 | avên_sar

        8. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

        2014.12.23-00:03 | jovan bervaj

        9. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

        2014.12.23-22:49 | jovan bervaj

        10. (bnr: kawa nemir)



        2014.12.24-12:12 | cekdar

        11. destana memê alan û Romeo û Juliet...kawa nemir belkî bi avayekî henekî gotiye william shakespeareê besta lîstika Romeo û Juliet'ê ji destana memê alanê girtiye..di dîroka tirkan de tezên fantastik bi wî avayî gelek in.. bi rêbazên zanîstî ve tezên weha naçespandin tu hejayî nemîne..



        2014.12.24-18:24 | havka

        12. Rîvayetê ke rast bîyinê ci gird o ke shekaspeare qitaya windîyê mu ra yo.



        Xora her kes zanê, kurdan na qita ra weşanîyayê dinya, û dinya rê şaristanî ard ê.



        Qitaya mu kurd e, kurd bimane!*



        2014.12.24-19:18 | endazyar

        13. Şangorekî hêja ye. Li gor hin gotinan ew şanoyên ku em dibêjin qey ên wî ne, ji xelkê hatine dizîn û bûne yên wî. Çi qas rast an çi qas çeqt e nizanim. Hema min got ka ez binivîsim..

        min heta niha 3-4 şanoyên wî xwendine lê mixabin bi tirkî.. Giş serkeftî ne û ya herî xweş king lear e.



        Herwiha bnr:

        (bnr: hebûn an jî nebûn, ev e hemû mesele)

        (bnr: hamlet)



        2014.12.24-19:26 | mergehez

        14. devoka fransî de paşnava wî wekî şêx spî derdikeve.



        2015.03.18-19:27 | remlavêj

        15. dema ez peyva sond dibihîsim, sonda hermia-yê lysander tê bîra min a ku lehenga xewna şeveke havînê ye ya william shakespeare e. lehengên me nikarin li atînaya xedar bizewicin û lysander teklîfa revê dike û dibêje "sibehê bi şev, bi dizî ji mala bavê xwe derkeve, were daristan..."sonda ku min eciband li dû vê teklîfê tê kirin:

        bi kevana cupid a herî xurt,
        bi tîra wî ya serikzêr e kesneditî,
        bi pakî û paqijiya kevokên venusê,
        bi hemû tiştên ku giyanan diperçimînin, evînan geş dikin,
        bi agirê ku keybanûya qartacayê şewitand,
        dema ku troyayiyê durû babirrkên xwe vekirin û çû,
        bi hemû sondên mirovên ku li sondên xwe poşman bûne,
        ji hemû sondên ku jinan xwarine zêdetir aon dixwim
        ez ê li wî ciyê ku te gote min
        bême civana xwe. (rûpela 49, kawa nemir, lîs )

        bi mehan min jiber xwe got, dema ji min tiştekî hat xwestin. çawa min destê pê dikir, dayik û xwehên min digot, erê law erê haho! "ma tu nabetilî?" mîsal wan digot, here dikanê, du nan bikire, min dest bi vê sondê dikir û dawiya sonda orijînal wisa dişiband:

        ...
        ez ê ji wî ciyê ku nan tê firotin
        herime danûstandina xwe. *



        2017.12.27-19:27 [guhertin:2017.12.27 19:28]| biruya hayao miyazaki

        Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
        dengdanên dawîn (Yên Din..)
        nivîskarên kurd yên bi tirkî dinivisin [1]
        ji berê de rewş wisa ye mixabin. di serdema klasîk de jî niviskarên wi...
        serayê [1]
        tê gotin ku seraya keça mamed axa qet ne xweşik bû û ji ber vê tu mêr ...
        tu bêtir hej diya xwe dikî an bavê xwe [3]
        pirsa ku keça min ya 2.5 salî jê re bersivek gelek xweş dîtiye;
        ...
        hinara dawî ya dinyayê [1]
        ev sehneya di hinara dawî ya dinyayê de kir ku ezê careke din (vbnr: t...
        şahînê bekirê soreklî [1]
        çîroka marquez ya tenahiya sedsalî çi bi min dabe hîskirin, ev çîroka ...
        belki ev jî bala te bikişînin
        » william butler yeats
        » shakespeare

        Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskarweje tiyatro
        nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


        sitemap
        reklamokên beredayî