Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; william shakespeare
peyamên çepikkirî

54264. kawa nemir der haqê william shakespeareê de dibêje resen wî kurd e. birhana wî jî wî ye: Dema Împeratoriya romê beşeke konfederasyona eşîra alan mişext kirine girava brîtanyayê. Sal çûye dem çûye wî beşê eşîra Alan nav gela Brîtanyayê de bişavtîye û dasîtana memê alan jî nav dema de bûye romeo û juliet.



29.06.2013 12:10 | simurg56

103637. dema ez peyva sond dibihîsim, sonda hermia-yê lysander tê bîra min a ku lehenga xewna şeveke havînê ye ya william shakespeare e. lehengên me nikarin li atînaya xedar bizewicin û lysander teklîfa revê dike û dibêje "sibehê bi şev, bi dizî ji mala bavê xwe derkeve, were daristan..."sonda ku min eciband li dû vê teklîfê tê kirin:

bi kevana cupid a herî xurt,
bi tîra wî ya serikzêr e kesneditî,
bi pakî û paqijiya kevokên venusê,
bi hemû tiştên ku giyanan diperçimînin, evînan geş dikin,
bi agirê ku keybanûya qartacayê şewitand,
dema ku troyayiyê durû babirrkên xwe vekirin û çû,
bi hemû sondên mirovên ku li sondên xwe poşman bûne,
ji hemû sondên ku jinan xwarine zêdetir aon dixwim
ez ê li wî ciyê ku te gote min
bême civana xwe. (rûpela 49, kawa nemir, lîs )

bi mehan min jiber xwe got, dema ji min tiştekî hat xwestin. çawa min destê pê dikir, dayik û xwehên min digot, erê law erê haho! "ma tu nabetilî?" mîsal wan digot, here dikanê, du nan bikire, min dest bi vê sondê dikir û dawiya sonda orijînal wisa dişiband:

...
ez ê ji wî ciyê ku nan tê firotin
herime danûstandina xwe. *



06.06.2013 16:08 | endazer