Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
william shakespeare - tirşik
william shakespeare
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. BENVOLIO.

Ez heyran, agir be, agir e; zor gizêrê radike,

Bi kovana yeke teze sivik dibe jana berê;

Serî gêj bû, a baş mirov berê xwe bi aliyê din ve bike;

Bi qelsketina yeke din pak dibe kesera giran, te go, erê?

Beydayeke nû peyda bike ji çavên xwe re,

Da ku jehra malwêran a ewa berê bi xwe re bihere.

ROMEO.

Hekîmê Kurmanciyê, lezetê ji pincara xwe bibînî.



Ji "Romeo û Juliet"



William Shakespeare



07.07.2013 20:41 | gulê

2. xwedanê gotina "to be or not to be" ango "Bûn yan jî nebûn" a di devê her kesî de bûye benîşt û di hevokan de bêwext tê bikaranîn e.



11.01.2014 10:52 | nazim tolhildan

3. sone 61



qey te divê'j wêneyê te, vekirî bihêle

palikÊn min ên giran şeva betilî pê ve?

qey te awat e ew li min heram bin bi fêl e,

siyên wek te, bi dîdara min bikenin pê ve?

qey ew giyanê te ye tu wer ji xwe dişînî

WER DÛrÎ warê wî, bitel'l kirên min bi xwe,

rûreşî, katên min ên tiraliyê bibînî,

Jİ DÛR ÇAV BİDÊRÎ MAFDARİYA KUMREŞİYA XWE?

AX NA! ZOR BE JÎ EVÎNA TE, NE EW ÇEND ZÊR E;

EW EVÎNA MİN E HİŞYAR DİHÊLE ÇAVÊ MİN:

EVÎNA DİLSOZ E ARAMİYA MİN DİDÊRE,

Jİ BO XATİRÊ TE EW HER ÇAVDÊR E, ÇAVÊ MİN:

LEW EZ ÇAVDÊR, TU Lİ CİYİNAN, HİŞ Lİ TE YAR E,

PİRR DÛRÎ MİN Î, PİRR NÊZÎKÎ HİNAN, DİYAR E.



16.03.2014 13:08 | avên_sar

4. (bnr: kawa nemir)



24.12.2014 12:12 | cekdar

5. destana memê alan û Romeo û Juliet...kawa nemir belkî bi avayekî henekî gotiye william shakespeareê besta lîstika Romeo û Juliet'ê ji destana memê alanê girtiye..di dîroka tirkan de tezên fantastik bi wî avayî gelek in.. bi rêbazên zanîstî ve tezên weha naçespandin tu hejayî nemîne..



24.12.2014 18:24 | havka

6. Rîvayetê ke rast bîyinê ci gird o ke shekaspeare qitaya windîyê mu ra yo.



Xora her kes zanê, kurdan na qita ra weşanîyayê dinya, û dinya rê şaristanî ard ê.



Qitaya mu kurd e, kurd bimane!*



24.12.2014 19:18 | endazyar

7. Şangorekî hêja ye. Li gor hin gotinan ew şanoyên ku em dibêjin qey ên wî ne, ji xelkê hatine dizîn û bûne yên wî. Çi qas rast an çi qas çeqt e nizanim. Hema min got ka ez binivîsim..

min heta niha 3-4 şanoyên wî xwendine lê mixabin bi tirkî.. Giş serkeftî ne û ya herî xweş king lear e.



Herwiha bnr:

(bnr: hebûn an jî nebûn, ev e hemû mesele)

(bnr: hamlet)



24.12.2014 19:26 | mergehez

8. devoka fransî de paşnava wî wekî şêx spî derdikeve.



18.03.2015 19:27 | remlavêj

9. dema ez peyva sond dibihîsim, sonda hermia-yê lysander tê bîra min a ku lehenga xewna şeveke havînê ye ya william shakespeare e. lehengên me nikarin li atînaya xedar bizewicin û lysander teklîfa revê dike û dibêje "sibehê bi şev, bi dizî ji mala bavê xwe derkeve, were daristan..."sonda ku min eciband li dû vê teklîfê tê kirin:

bi kevana cupid a herî xurt,
bi tîra wî ya serikzêr e kesneditî,
bi pakî û paqijiya kevokên venusê,
bi hemû tiştên ku giyanan diperçimînin, evînan geş dikin,
bi agirê ku keybanûya qartacayê şewitand,
dema ku troyayiyê durû babirrkên xwe vekirin û çû,
bi hemû sondên mirovên ku li sondên xwe poşman bûne,
ji hemû sondên ku jinan xwarine zêdetir aon dixwim
ez ê li wî ciyê ku te gote min
bême civana xwe. (rûpela 49, kawa nemir, lîs )

bi mehan min jiber xwe got, dema ji min tiştekî hat xwestin. çawa min destê pê dikir, dayik û xwehên min digot, erê law erê haho! "ma tu nabetilî?" mîsal wan digot, here dikanê, du nan bikire, min dest bi vê sondê dikir û dawiya sonda orijînal wisa dişiband:

...
ez ê ji wî ciyê ku nan tê firotin
herime danûstandina xwe. *



27.12.2017 19:27 ~19:28 | biruya hayao miyazaki


11. Li ser kevira gora wî weha dinivîse.

Good friend, for Jesus' sake forbear,
To dig the dust enclosed here.
Blessed be the man that spares these stones,
And cursed be he that moves my bones.

Li gorî pirtûka "hamlet"a ku kawa nemir wergerandiye, wergêr weha ye.

Lo hogirê pak, bi qedre îsa kî,nebê ha,
Nebê tu bikolî axa ku vir vedigire wiha
Duaya xerê be li wî yêd van keviran biparêze,
Û malweran be yêd hestiyên min veguhêze.

Weha hin eşkere ye.

Hevalê/a baş bi xatirê îsa
Belav meke axa vê gorê
Xwedê biparêze yê van keviran diparêzî
Lanet li ser be, yê hestiyên min dilivinî



26.10.2023 23:28 | çomo

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» william saroyan
» shakespeare

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskarweje tiyatro
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî