Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
sherlock holmes - tirşik
sherlock holmes
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. réze pirtuke kî héjaye. Nivîskaré wî arthur conan doyle'e. fîlm u rêzfîlmé wî jî hene. bi xéra ev pirtukan min dest bi qelûn kiri bum wexte kî.



02.04.2014 22:24 | analy7er

2. rêzçîrokeke gelekî navdar e di seranserê dinyayê de, di sala 1890an de ji alîyê Sir Arthur Conan Doyle ve tê nivîsandin eger ez ne xelet bim.

Yê ku ecêb e ew e ku, ev pirtûk/çîrok çawa bo kurmancî an jî zaravayekî din nehatine wergerandin. Bawer dikim bi wergerandina wê rêzçîrokê Sherlock Holmesî gelek ciwanên kurd wê zûtir û zêdetir balên xwe bidin xwendin û nivîsandina kurdî.



02.04.2020 18:50 ~18:58 | endazyar

3. arthur conan doyle roman û çîrok û rêzeroman û rêzeçîrokên sherlock nivîsandine. lê piştî wê hingî navdar bûye û hatine hezkirin gelek nivîskarên din derketine û bi heman navê roman û çîrokên pastîş û parodî nivîsandine. ji xwe gelek kes navê yekem nivîskarê xwedî pir nizane, êdî ji kîjan berhema nivîskarî xwendibin, navê wî dibêjin.

her wiha di heman demê de navê lehengê rêzefîlma sherlock e. bawer im ya bbc ye. bi min sherlock, benedict cumberbatch e û benedict cumberbatch jî sherlock holmes e. bes.

dema min di eskeriyê de pirtûkên wî dixwendin, min wekî ku dr. john watson dergistiyê sherlockî xeyal kiribû. têkiliyên wan pir dişibe yên hezkiriyan. ji xwe yên dizanin hemû çîrok û serpêhatiyên dedektîfê me yê ecêb ji devê dr. john watsonî ve têne vegotin. yanî dema min dixwend, tê bêjî qey watson bi bêrî û hezkiriyek mezin û baldariyeke evîndarî qala wî dikir. lê helbet vê nikare eşkere bike, ji ber ku di serdema vîktoryen de dijîn û hevzayendxwazan gelek tehde ji hikûmetên vê dewrê dîtine. helbet doyle jî nedikarîbû bi eşkere binexşe, bi veşartî û bi dizî kiriye. heke mîna oscar wildeî bi eşkere binivîsanda ew ê jî ji ber sûcê propagandaya hevzayendxwazî û bêehleqiyê di zîndanan de biherimiya.



08.05.2020 22:03 ~22:07 | biruya hayao miyazaki

4. hingî dixwînim, êdî hûrgiliyên çîrokan têdikevin xewnên min. di cara dawî de wê rojê, nayê bîra min navê çîrokê çi bû, bûyera navenda çîrokê li derûdora axûrekê diqewime û mêrxasê me jî tê û wan deran digere û ji ser cihên herî derbas dibe û delîlek li nav dar û deviyan peyde dike. hah min ev cih di xewna xwe de dît.



26.03.2021 23:09 | biruya hayao miyazaki

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» sherlock

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî