Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; sherlock holmes
peyamên çepikkirî

33248. réze pirtuke kî héjaye. Nivîskaré wî arthur conan doyle'e. fîlm u rêzfîlmé wî jî hene. bi xéra ev pirtukan min dest bi qelûn kiri bum wexte kî.



06.06.2013 06:23 | endazer

122772. arthur conan doyle roman û çîrok û rêzeroman û rêzeçîrokên sherlock nivîsandine. lê piştî wê hingî navdar bûye û hatine hezkirin gelek nivîskarên din derketine û bi heman navê roman û çîrokên pastîş û parodî nivîsandine. ji xwe gelek kes navê yekem nivîskarê xwedî pir nizane, êdî ji kîjan berhema nivîskarî xwendibin, navê wî dibêjin.

her wiha di heman demê de navê lehengê rêzefîlma sherlock e. bawer im ya bbc ye. bi min sherlock, benedict cumberbatch e û benedict cumberbatch jî sherlock holmes e. bes.

dema min di eskeriyê de pirtûkên wî dixwendin, min wekî ku dr. john watson dergistiyê sherlockî xeyal kiribû. têkiliyên wan pir dişibe yên hezkiriyan. ji xwe yên dizanin hemû çîrok û serpêhatiyên dedektîfê me yê ecêb ji devê dr. john watsonî ve têne vegotin. yanî dema min dixwend, tê bêjî qey watson bi bêrî û hezkiriyek mezin û baldariyeke evîndarî qala wî dikir. lê helbet vê nikare eşkere bike, ji ber ku di serdema vîktoryen de dijîn û hevzayendxwazan gelek tehde ji hikûmetên vê dewrê dîtine. helbet doyle jî nedikarîbû bi eşkere binexşe, bi veşartî û bi dizî kiriye. heke mîna oscar wildeî bi eşkere binivîsanda ew ê jî ji ber sûcê propagandaya hevzayendxwazî û bêehleqiyê di zîndanan de biherimiya.



06.06.2013 16:08 | endazer

131964. hingî dixwînim, êdî hûrgiliyên çîrokan têdikevin xewnên min. di cara dawî de wê rojê, nayê bîra min navê çîrokê çi bû, bûyera navenda çîrokê li derûdora axûrekê diqewime û mêrxasê me jî tê û wan deran digere û ji ser cihên herî derbas dibe û delîlek li nav dar û deviyan peyde dike. hah min ev cih di xewna xwe de dît.



06.06.2013 16:08 | endazer