1. projeyeke şaredariya bajarê mezin a amedê ye. |
|
03.04.2014 00:17 |
brusk56
|
2. projeyek pêwîst û elzem bû û bi ya min ji bo vê projeyê dereng jî ketin. ez ji ajotina duçerxeyê gelek hez dikim lê mixabin ji ber ku li amedê trafîk tevlihev û ne guncav e min tucar neajotiye lê li qersê bi salan ez bi duçerxeyê geriyam. lê ji bo vê projeyê reşbîn im ji ber ku ji bo vê rêya hanê, berfirehiya rê û pêyarêyên amedê guncav nîn in. û dolmîşçiyên me yên bênamûs û çavnebar wê nehêlin ku mirov bi hêsanî û rêhetî biajo û bigere. ji bo mîlyonekê dikarin însanên ku li ser pêyarêyê ne bikujin. de vêca mariv li kêleka wan bênamûsan çawa duçerxeyê biajo? |
|
03.04.2014 01:07 |
ferhenga şikestî
|
3. tişta ku li konyayê hatiye çêkirin. him jî ne 75 km, tam 240 km rêya dûçerxeyê hatiye çêkirin. |
|
03.04.2014 01:21 |
brusk56
|
4. Tiştekî me ji konyayê kêmtir nîn e, dolmîşçiyên konyayê ji yên me kêmtir in :-) |
|
03.04.2014 01:27 |
ferhenga şikestî
|
5. projeyekÎ ji bo amed zahf rewaye. bi rastÎ amed li gor bajÊren din pir pehn u dÛz e. xwesika şaredar di nav parka xwe bsiklet jÎ bidaya kÎrÊ. |
|
03.04.2014 10:24 |
hun çawane heval:)))))))
|
6. projeyek pir xweş e. lê ji bo yên ku li toplukonutê dijîn, dê tu xêra wê tune be. û dê kêrî xwendekarên zaningehê jî nê ji ber ku riya ku dihere zaningehê ya li fîsqeyayê, pirî serkaş e. ev jî heye, ka wê vê riyê li ku derê çêkin. tu cih nemaye ku vê riyê lê çêkin... |
|
03.04.2014 11:02 |
mergehez
|
7. xizmeta ku ez bawer im ne %100 be jî, wê were pêkanîn. ji ber wan meseleyên ekolojîk toplum fîlan, wê partî li ser vê meseleyê bisekine. |
|
03.04.2014 18:43 |
simurg56
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |