Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 88 peyam
cegerxwîn - tirşik
cegerxwîn
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

2. cegerxwin dibeje; ''kurdino! bibin yek! ger hûn nebin yek, hûn e herin yek bi yek''



06.07.2013 16:11 ~2015.03.25 22:56 | silan

5. helbestvanê mezin..



Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz di sala 1903'an de li gundê Hesarê hatiye cîhanê, ji yanzde xûşk û bira tenê sisê mane: Şêxmûs, Xelîl û Asya.

Di sala 1918'an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe.

Di sala 1919'an de li gundê Bêdir Memo diya wî Eyşan ya heftê salî jî serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn pêlakê li cem xusk û birayê xwe maye. kaynak:http://ku.wikipedia.org/wiki/Cegerxw%C3%AEn



18.07.2013 17:26 | berxêres

6. Helbestkarê gewre ku îro li ser navê wî bi milyon lîrayan navenda çandî hatîye avakirin. Hûn nenêrin doh li mala xwe ji birçîna mirîye...

Mirina wî nuha jî trajedîya hemû wêjevan û hunermendên kurd e...



18.07.2013 19:00 | keje bemal

7. Helbestvanê "Gulfiroş"ê



Gulfiroş



Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî

Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî

Gul bi dil didî



Hebû me yek dil tev jan û kul bû,

Ne bûme bawer, gul bi dil bidî

Gul bi dil bidî



Bazar me kir go, ser bi ser nadim,

Ê gulperest bî, can û dil didî

Can û dil didî



Min go kî didî, can û dil bi gul,

Go: ev bazar e, dil bi kul didî

Dil bi kul didî



Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn

Go ho Cegerxwîn dil bi gul didî

Dil bi gul didî



Cegerxwîn( Agir û Pirûsk/ Rpl. 211 wşn. Avesta)



18.07.2013 20:18 | rojgar

9. maro rasterast heqaret li cegerxwîn kiriye, gelek helbestên wî yên bash hene. xwezî kafiyeyê hinekî kêm bikira û bi awayê serbest binivîsiya.



05.08.2013 23:03 | rojgar

10. Zimané biyanî dixwînî çira,

Zimané xwe carek naxwînî bira?

....seydayé cegerxwîn wisa dibéje...

-------

çi tişté ku vîtamîn téde heye,

bixwe,ew ji bo te gelek féde ye

....seydayé cegerxwîn wisa dibéje...

-------

xulamé neyar e begé ser me ye

hezar sal e rewşa me kurdan we ye

....seydayé cegerxwîn wisa dibéje...

-------

tu kurmanciya xwe ji bîra nekî

eger baş nizanî divé zédekî

....seydayé cegerxwîn wisa dibéje...

-------

nÎşe: ji ber ku gelek peyamên wek hev cuda hatibûn nivîsandin, bÛn yek..



16.09.2013 00:45 | doktorodi

14. û didomîne

''min got qêy tu bi zimanî

ma tu bi kurmancî nizanî''



16.09.2013 00:59 | (î) i ya bi kumik

15. seydayÊ cegerxwÎn di gellek helbestÊn xwe de kurdbÛna ristem Û malbata keyanÎyan tÎne zimÊn. seyda di helbestek xwe de wuha dibÊje:



'ka ferÎdÛn, ka direfs, taca keyan li kÛ ye,

ka guhderz Û ka ristem, ka ew meydan li kÛ ye?'



20.09.2013 11:31 | cinorek

16. Li 22. Cotmeh a sal a 1984 da, li bajar ê stocolm e koç barkir û helbesten kurdî sêwî hîstin û dile me di nav êş û jan êda xemgîn ma.



23.10.2013 06:07 | cinorek

17. gora wî li qamışloyê ye.... bi eslê xwe ji hesarê yê hesarê jî girêdayî batmanê ye...



23.10.2013 09:16 | arami

18. Maro, çawa roja ku seydayé cegerxwin bırçi u tené bu ,mılleté kurd ew bı seréxwe hıştın, iro ji tu li diroka wi u tışté jı bo milleté xwe kıriyı neheqiyé dıke. tu dıkarı helbestéN wi neecıbine, lé tu heqé te tunneye ku tu peyvén nexweş lı ser cegerxwin bıke.

kerem bıkın hevalno.



23.10.2013 15:11 | brahim

19. belgefîlmek li ser jîyana wî ji denge wî -Hevpeyvîna dîrokiya Cigerxwîn 1983







03.11.2013 12:01 | diljan

20. ji herema xerzaye..



23.04.2014 15:00 | hemokrates

22. nivîskarekî nû ê tirşikê ye ku beriya pejirandiya nivîskariya xwe, 7 peyaman nivîsandiye.

ez wî/wê pîroz dikim û berdewemiya serkeftinên wî dixwazim. spas *



12.05.2014 01:54 | brusk56

23. helbestvanekî hêja ye ku li gundê hesarê ji dayik bûye û di zaortiya xwe de çûye amûdê û li wê derê li ber destê meleyan xwendiye û di ber şivanî gavanî kirine.

tê gotin yek ji çÎrokên cegerxwînî jî ku yekî ereb li bin konekî ereban hewl daye henekê xwe bi kurdan bike..

ew û cegerxwîn rûniştî ne û di navbera wan de palgehek heye.

yanî lo em dirêj nekin em di vegotina çîrokan de ne jêhatî ne..

yê ereb dibêje; cegerxwîn çi di navbera kurd û keran de heye..

cegerxwîn jî di cî de pê ve dizeliqîne û dibêje: balgehek ezbenî..

bawer nakim ev çîrok rast be lê mebest hemû agahî di tirşikê de hebin û bibin mijarên gengeşiyê

(bnr: kerên ku ji cegerxwînî re dibêjin cigerxwîn)



12.05.2014 02:27 | dijber

24. helbestwanê nemir û dilbirîn. Ez ji hemu helbestên wî pir hezdikim lê Helbestê qu pirtir hezdikim Ey Xabur e...



ey xabur



ey xabûr, xabûr, ey xabûr, xabûr

wek daxwaza min, pir dirêj û kûr



kêferata te, xum xum, û lew, lew

nayên bîra te ne razan, ne xew



herdem dinalî, bi qirîn, gazî

lê kes nizanî, ka çi dixwazî?



armanca te ye, xurtî, pêşveçûn

cihê te tenge, divê firehbûn



pêlan didî xwe, qîr û firyadî

tu jî wekî min divê azadî



sînga vê erdê te çirand bi zor

nizanim çira tu naçî berjor?



ev çende xurtî, bê daxwaz û vîn

dikevî sînga derya bê evîn



xwezka min bi te, bê derd û bê kul

dijî bi şadî, bê mejî û dil



tu jî weke min, ger bibûna kurd

ev xurtiya te dibû kul û derd.



12.05.2014 13:07 | diroknas

25. helbestvanê serxwebûna mirîşkan e.



15.05.2014 23:27 | bexdenoz

26. hirchê helbesta kurmancî

sed mixabin qala wî dikin lê helbestên wî naxwînin



16.03.2016 22:35 | jîjo

27. şairê ku nabêje eger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek...

demekî li ser faceyê gelek gotinên berredayî û pûç wek ku cemal sureya gotibe belav dibû, herçî tu eleqeya cemal û wan gotinên ku li ser navê wî belav dibûn, tunebû.

aniha jî ev gotina li jor wek ku ji pênûsa cegerxwîn derketibe belav dibe.

ez bixwe hama bêje ji serî heya dawî hemî rist û rêzikên cegerxwîn xwendine û min di tu kitêbê wî de nedîtine ku cegerxwîn tiştekî wisa gotiye...



mirovekî gelek hêja û qedirbilind e, bo hewldanên wî, xebatên wî û zehmetkêşiya wî meriv nikare tiştekî bêje, divê meriv heq bêje

dema em bi çarçovaya nirxandina teknîk û bi awayekî hûrgilî nêzî helbestên wî bibin ji xeynî çend ristên wî, ne hêjayî tiştekî ye..

di kurdan de nexweşîna pîrozkirinê heye, dema navek an tiştek pirr pîroz bikin wek eyeta xwudÊ dispêrin, meriv nikare bêje tiştekî..

yên beravajiya min difikirin bila ji kerema xwe re bi pîvanên estetîk, edebî û kûr tehlîlên helbestên wî bikin ezê gotinên xwe daqurtînim..



11.04.2016 14:55 ~14:56 | ferhenga şikestî

28. Kawey hesinker bav û kalê min

Perçiqand serê Zehakê dijmin

Ji gerdana kurd

Wî şikand zencîr

Serê me parast

Ji birîn û şûr

Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz

Goya dibêjin: - Ew roj e nûroz

Zivistan diçî

Ew rojên ne xweş

Parêz dibî kurd

Ji dêwê zergeş

Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan

Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan

Kîme ez?



17.05.2016 12:25 | biviraraskolnikovyatûj

29. Bilbilê dilkul dinalî,
Her li ser dêmên gulê,
Gul çi zanî ku li ser kê,
Wer dinalî bilbil e?

Pertewa dêmên sipî
Carek li dil ku ew nedî
çend bikî qêrîn û zarî
Kî dizanî dil kul e?

-Cegerxwîn

Rast e, kî dizanî ku? Kes nizane welle.



20.02.2017 14:29 | rûbar

30. Li nav êl û eşîran her yek ji we wekî şêr
Lê ku diçin serayê tev bêziman û bêdev

-Cegerxwîn



04.03.2017 01:06 | rûbar

31. Ev riya ku serbilindî tê de ye tev rêl û kaş
Canfida xweş pê de çûne, qelsemêr mayîn li paş
Hestiyê millet dikojin wek segan û gornebaş
Hemdem û dostê neyar in, wan millet hiştin li paş
Hey teres ferqî çi ye, ha neyar xwar ha te xwar

-Cegerxwîn



04.03.2017 17:07 | rûbar

32. Kengî mezin bû,divêm bixwênî
Rewşa cîhanê tu xweş bibênî
Ji nû tu karî dijmin derênî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Keç û kurên kurd hemî şîyar bin
Ji bo serbestî hemî li kar bin
Ji hev re dost bin, dijê neyar bin
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

-Cegerxwîn



04.03.2017 17:45 | rûbar

33. Pêncî sal in em ji wer dibêjin
Bargiran, piştkul wer diçim li paş

Cegerxwîn, bes in gilî û gazin
Di nav nezanan nabênî yek baş!

-Cegerxwîn



04.03.2017 17:54 | rûbar

34. Kurdên nezan û rê nenas
Jar û reben, birçî û xwas
Petrol di bin de, bê kiras
Nabênî xweş vî karê min

-Cigerxûn



07.03.2017 01:11 | rûbar

35. şêxmûs hesen an cegerxwîn, kercewsîye û li hesarê dayik bûye û azadîxwaze.



30.01.2018 21:08 | kurdokercewsî

36. (bnr: ez û yar)



19.08.2018 12:34 | bûtîmar

37. çi heyf e ku îro kurê wî Kayo Cegerxwîn ji riyê (bnr: coronavîrus) yan jî (bnr: vîrûsa koronayê) jiyana xwe ji dest daye.



27.03.2020 22:41 | afa

38.



03.07.2020 20:59 | rojhhh

39. Tazî me birçî me, mela!
Çi bikim bi rojî û nimêj?
Kom bûn li min derd û bela,
Çi bikim ji vê rîha dirêj?
/cigerxwîn /

Here lînkê



03.07.2020 21:03 | rojhhh

40. Tazî me birçî me, mela!
Çi bikim bi rojî û nimêj?
Kom bûn li min derd û bela,
Çi bikim ji vê rîha dirêj
/cigerxwîn /





03.07.2020 21:04 | rojhhh

41. Tazî me birçî me, mela!
Çi bikim bi rojî û nimêj?
Kom bûn li min derd û bela,
Çi bikim ji vê rîha dirêj
/cigerxwîn /





03.07.2020 21:04 | rojhhh

42. xebata jı millet re karê te ye
bizane ku ew jî şÎyarê te ye!



awazdanîn şerîn perwer





01.07.2021 08:04 | bîyan

43. xebata jı millet re karê te ye
bizane ku ew jî şÎyarê te ye!



awazdanîn şerîn perwer





01.07.2021 08:04 | bîyan

44. Cegerxwîn sala 1903'an li Hesarê, gundekî navçeya Kercewsê a girêdayî bajarê Êlihê ji dayîk bûye. Lê wê demê Hesarê girêdayî Nisêbîna rengîn bû. Navê wî yên bi rastî Şêxmûs e. Lê ji ber şevt û jana gelê xwe wî di helbestên xwe de navê xwe wek Cegerxwîn bi kar aniye.

Cegerxwîn di sala 1927an de bi keça xalê xwe (Kehla Mistefa) re zewicî û ew bûn xwediyê 5 keç û 2 kuran. Kurên wî Keyo û Azad; keçên wî jî
Sînem, Gulperî, Rojîn, Benîye û Selam in. 

Cegerxwîn ji ber ku dêûbavên xwe di temenê biçûk de windakiriye zarokatîke pir bi zehmetî û belengazî derbas kiriye. Di wan deman de şivanî, paletî, gavanî kiriye.

Cegerxwîn demekê jî bûye feqehê li ber destên meleyan. Di wan deman de li her çar parçeyên Kurdistanê geriyaye û belengazî, bextreşî, hêsîrî, zilm û zordarîya li ser gel dîtiye. Bi bandora van dîtinan wî bi Dr.Ehmed Nafiz, Arif Ebbas, Evdilrehman Axa, Mela Elî, Muftî Mela Ehmed û Hacî Yûsif re "Civata Azadî û Yekîtîya Kurd" ava kirine.

Di sala 1979'an de koçî Swêdê kir û weşandina berhemên xwe li wê derê domand. Cegerxwîn di sala 1984'an de  li xerîbîyê û li dûrî axa bav û kalên xwe li welatê Siwêdê çû ser dilovaniya Xwedê. 

Naverokên helbest û berhemên Cegerxwîn zêdetir ji felsefeya serhildan û şoreşgerîyê pêk tên. Herwiha biratî, wekhevî, evîn û evîndarî jî di helbest û berhemên wî de cîh digirin.

Em niha jî bi hev dû re çend helbestên Seydayê Cegerxwîn mêze bikin.

Helbesta wî ya bi navê Agirê Evîndariyê ji aliyê Aram Tîgran ve hinekî hatiye guhertin û di sala 2002'an de hatiye bestekirin.

        Agirê Evîndarî
Şev tev çûye îdî ma tu hew tê lo
Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo
Xanî bûye zindan tê de ranazim
Ta sipîdê qîr û nal û tew tê lo

Te j’min dil bir carek mi j’ter nego na,
Te rû kul kir carek mi j‘ter nego na
Ma ji bo çi, îro tu j’min xeyîdye?
Te ji min çidkir, carek mi j’ter nego na

Ay dil, ay dil, ma kes nîn e mîna wî?
Bo çi her dem wer dilxwazê dîna wî?
Ahî dema destê wî l’bin serê min!
Bi min xweş tê gelek hilm û bîna wî

Tenê hiştim ay dil îşev çima çû?
Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû?
Rabe peykev ay dil zû wî werîne
Tev biriştim ay dil îşev çima çû?”


Helbesta wî ya bi navê Agirê Evîndariyê ji aliyê Şivan Perwer ve hinekî hatiye guhertin û bi navê Kîne Em hatiye bestekirin.     
         
          KÎME EZ?

Kurdê Kurdistan
Tev şoreş û volqan
Tev dînamêtim
Agir û pêtim.
Sorim wek etûn,

Agir giha qepsûn.
Gava biteqim
Dinya dihejî.
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî.
Kîme ez?

Ez im rojhilat,
Tev birc û kelat.
Tev bajar û gund,
Tev zinar û lat.

Ji dest xwe berdan ew text û ew tac,
Bûne olperest,
Bi tizbî û xişt.
Ta dijmin şikand
Li me ser û pişt.

Me dan bin lingan dewlet û hebûn,
Bûn dijminê hev perçe perçe bûn.
Ta ku Kurdistan,
Ta ku Kurdistan
Jar û perîşan
Ket e bin destan!
Kîme ez?

Ez im ew milet, ez im ejderha,
Ji xewa dîlî şiyar bûm niha.
Dixwazim wek mêr
Dixwazim wek şêr
Serê xwe hildim,
Çi ser bilindim.
Bi cîhan carek
Ez bidim zanîn,
Rêçika Markîs,
Rêçika Lenîn.

Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem,
Kurê Salar û şêrgoh û Deysem.
Bejin bilindim,
Wek dêw bilindim.
Ez dest dirêjim,
Serbest dibêjim.
Dixwazim bi lez
Gavan bavêjim!..
Kîme ez?

Ne xwînxwar im ez haştî xwaz im ez,
Serdarê meye gernas û nebez.
Em şer naxwazin,
Divên wekhevî,
Em paş ve naçin,
Dijmin direvî!..

Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan, bimrî koledar!
Kîme ez?

Helbesta wî ya bi navê Jîn û Hebûn ji aliyê koma Kardeş Türküler ve hatiye bestekirin û di sala 1997'an de albûma wan ya bi navê Kardeş Türküler de hatiye weşandin.

      Jîn û Hebûn
Ez xumxuma avên çema,
Ez çerx û govend û sema,
Tînim di nêv kat û lema,
Jîn im, hebûn im, tevger im.

Bayê siba tê xweş ez im,
Berfa sibatê xweş ez im,
Xurtî di latê xweş ez im,
Hişk û ziwa bin, ez ter im



Helbesta wî ya bi navê Şeva Hîcranê ji aliyê Xelîl Xemgîn ve hatiye bestekirin û di sala 2007'an de di albûma Siwaro de hatiye weşandin.

          Şeva Hîcranê

Di tarîka şeva hîcran çiraxek sîfet im ya Reb,
Ji ser heta piyan ar e, bi carek vêketim ya Reb.
Nema min sebr û aramek ji ber jana evîna dil,
Evîn behr e belê tenha di ber pêlan ketim ya Reb.
Ji dîlber dûr ketim lewra bela ser daye can û dil,
Temaşa nakî ey zalim kî ez bê taqet im ya Reb.
Meger pirsê li min nakî belê tim tê xiyala min,
Şev û rojan bi nalîn im bi ah û hesret im ya Reb.
Şev û rojan bi kovan im bi bilbil re dilovan im,
Hevalê xuncê baxan im, ji gul ez dûr ketim ya Reb.
Digel bilbil dinalim ez, zirav im wek hîlal im ez,
Şikestî rengê dal im ez, di halê hirqet im ya Reb.
Di kûra eşqê borî me, yeqîn ez pîrê Torî me,
Di “lailma” derûrî me, di qeyda hîcret im ya Reb.
Meger ez Ristemê Kurd im fîraqê ez nexweş kerdim.
Cegerxwîn im siyahçerd im, di kunca xelwet im ya Reb



17.01.2023 01:24 | amed7221

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» cegerxwîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî