Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
cegerxwîn - tirşik
cegerxwîn
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

14. nivîskarekî nû ê tirşikê ye ku beriya pejirandiya nivîskariya xwe, 7 peyaman nivîsandiye.

ez wî/wê pîroz dikim û berdewemiya serkeftinên wî dixwazim. spas *



12.05.2014 01:54 | brusk56

15. helbestvanekî hêja ye ku li gundê hesarê ji dayik bûye û di zaortiya xwe de çûye amûdê û li wê derê li ber destê meleyan xwendiye û di ber şivanî gavanî kirine.

tê gotin yek ji çÎrokên cegerxwînî jî ku yekî ereb li bin konekî ereban hewl daye henekê xwe bi kurdan bike..

ew û cegerxwîn rûniştî ne û di navbera wan de palgehek heye.

yanî lo em dirêj nekin em di vegotina çîrokan de ne jêhatî ne..

yê ereb dibêje; cegerxwîn çi di navbera kurd û keran de heye..

cegerxwîn jî di cî de pê ve dizeliqîne û dibêje: balgehek ezbenî..

bawer nakim ev çîrok rast be lê mebest hemû agahî di tirşikê de hebin û bibin mijarên gengeşiyê

(bnr: kerên ku ji cegerxwînî re dibêjin cigerxwîn)



12.05.2014 02:27 | dijber

16. helbestwanê nemir û dilbirîn. Ez ji hemu helbestên wî pir hezdikim lê Helbestê qu pirtir hezdikim Ey Xabur e...



ey xabur



ey xabûr, xabûr, ey xabûr, xabûr

wek daxwaza min, pir dirêj û kûr



kêferata te, xum xum, û lew, lew

nayên bîra te ne razan, ne xew



herdem dinalî, bi qirîn, gazî

lê kes nizanî, ka çi dixwazî?



armanca te ye, xurtî, pêşveçûn

cihê te tenge, divê firehbûn



pêlan didî xwe, qîr û firyadî

tu jî wekî min divê azadî



sînga vê erdê te çirand bi zor

nizanim çira tu naçî berjor?



ev çende xurtî, bê daxwaz û vîn

dikevî sînga derya bê evîn



xwezka min bi te, bê derd û bê kul

dijî bi şadî, bê mejî û dil



tu jî weke min, ger bibûna kurd

ev xurtiya te dibû kul û derd.



12.05.2014 13:07 | diroknas

17. helbestvanê serxwebûna mirîşkan e.



15.05.2014 23:27 | bexdenoz

18. hirchê helbesta kurmancî

sed mixabin qala wî dikin lê helbestên wî naxwînin



16.03.2016 22:35 | jîjo

19. şairê ku nabêje eger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek...

demekî li ser faceyê gelek gotinên berredayî û pûç wek ku cemal sureya gotibe belav dibû, herçî tu eleqeya cemal û wan gotinên ku li ser navê wî belav dibûn, tunebû.

aniha jî ev gotina li jor wek ku ji pênûsa cegerxwîn derketibe belav dibe.

ez bixwe hama bêje ji serî heya dawî hemî rist û rêzikên cegerxwîn xwendine û min di tu kitêbê wî de nedîtine ku cegerxwîn tiştekî wisa gotiye...



mirovekî gelek hêja û qedirbilind e, bo hewldanên wî, xebatên wî û zehmetkêşiya wî meriv nikare tiştekî bêje, divê meriv heq bêje

dema em bi çarçovaya nirxandina teknîk û bi awayekî hûrgilî nêzî helbestên wî bibin ji xeynî çend ristên wî, ne hêjayî tiştekî ye..

di kurdan de nexweşîna pîrozkirinê heye, dema navek an tiştek pirr pîroz bikin wek eyeta xwudÊ dispêrin, meriv nikare bêje tiştekî..

yên beravajiya min difikirin bila ji kerema xwe re bi pîvanên estetîk, edebî û kûr tehlîlên helbestên wî bikin ezê gotinên xwe daqurtînim..



11.04.2016 14:55 ~14:56 | ferhenga şikestî

20. Kawey hesinker bav û kalê min

Perçiqand serê Zehakê dijmin

Ji gerdana kurd

Wî şikand zencîr

Serê me parast

Ji birîn û şûr

Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz

Goya dibêjin: - Ew roj e nûroz

Zivistan diçî

Ew rojên ne xweş

Parêz dibî kurd

Ji dêwê zergeş

Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan

Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan

Kîme ez?



17.05.2016 12:25 | biviraraskolnikovyatûj

21. Bilbilê dilkul dinalî,
Her li ser dêmên gulê,
Gul çi zanî ku li ser kê,
Wer dinalî bilbil e?

Pertewa dêmên sipî
Carek li dil ku ew nedî
çend bikî qêrîn û zarî
Kî dizanî dil kul e?

-Cegerxwîn

Rast e, kî dizanî ku? Kes nizane welle.



20.02.2017 14:29 | rûbar

22. Li nav êl û eşîran her yek ji we wekî şêr
Lê ku diçin serayê tev bêziman û bêdev

-Cegerxwîn



04.03.2017 01:06 | rûbar

23. Ev riya ku serbilindî tê de ye tev rêl û kaş
Canfida xweş pê de çûne, qelsemêr mayîn li paş
Hestiyê millet dikojin wek segan û gornebaş
Hemdem û dostê neyar in, wan millet hiştin li paş
Hey teres ferqî çi ye, ha neyar xwar ha te xwar

-Cegerxwîn



04.03.2017 17:07 | rûbar

24. Kengî mezin bû,divêm bixwênî
Rewşa cîhanê tu xweş bibênî
Ji nû tu karî dijmin derênî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Keç û kurên kurd hemî şîyar bin
Ji bo serbestî hemî li kar bin
Ji hev re dost bin, dijê neyar bin
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

-Cegerxwîn



04.03.2017 17:45 | rûbar

25. Pêncî sal in em ji wer dibêjin
Bargiran, piştkul wer diçim li paş

Cegerxwîn, bes in gilî û gazin
Di nav nezanan nabênî yek baş!

-Cegerxwîn



04.03.2017 17:54 | rûbar

26. Kurdên nezan û rê nenas
Jar û reben, birçî û xwas
Petrol di bin de, bê kiras
Nabênî xweş vî karê min

-Cigerxûn



07.03.2017 01:11 | rûbar

27. şêxmûs hesen an cegerxwîn, kercewsîye û li hesarê dayik bûye û azadîxwaze.



30.01.2018 21:08 | kurdokercewsî

28. (bnr: ez û yar)



19.08.2018 12:34 | bûtîmar

29. çi heyf e ku îro kurê wî Kayo Cegerxwîn ji riyê (bnr: coronavîrus) yan jî (bnr: vîrûsa koronayê) jiyana xwe ji dest daye.



27.03.2020 22:41 | afa

30.



03.07.2020 20:59 | rojhhh

31. Tazî me birçî me, mela!
Çi bikim bi rojî û nimêj?
Kom bûn li min derd û bela,
Çi bikim ji vê rîha dirêj?
/cigerxwîn /

Here lînkê



03.07.2020 21:03 | rojhhh

32. Tazî me birçî me, mela!
Çi bikim bi rojî û nimêj?
Kom bûn li min derd û bela,
Çi bikim ji vê rîha dirêj
/cigerxwîn /





03.07.2020 21:04 | rojhhh

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» cegerxwîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî