Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 73 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; hevzayendîtî
peyamên çepikkirî

47897. tişteke ku xwezayî bûna wê meçhul nîne, eşkere ye. êdî kerê me yê reş jî dizane ku hevzayendîtî tişteke fitrî û xwezayî û normal e. lê raste, di vê dinya ya bêdad, bêwijdan û bêînsaf de îmtîhaneke giran e. bêgûman civak hê di vê mijarê Têra xwe zane û Têkildar nîne. mixabin hê hevzayendîtîyê wek nexwaşîyekî an jî wek rêşaşîyê dibînin. di vê nêrîna seqet ya civakê de bandora hemû olan, bandora derûnnasiya civakî û bandora çand û jîyana dîrokî heye. ji ber ku hevzayenditî tişteke xwezayî ye, terikandin an jî asteng kirina wê jî ne mimkun e. çawa mêrek nikare mêrantiya xwe, an jî jinek nikare jintiya xwe biterikîne; lezbiyen jî nikarin lezbiyentiya xwe û gay jî nikarin gaytiya xwe biterikînin.



heta niha gelek hevalên min ên lezbiyen û gay hebûn, ji gelekan re jî hevaltiya min hê berdewam dike, heta ez dikarim bêjim ku di nav hevalêm min ên herî biqîmet de ne. di aliyê rêşaşiyê de ez bi rihetî dikarim bêjim ku li gorî %99Ê CİVAKÊ YÊN QAŞONORMAL SED QAT NORMALTİRİN, SED QAT PAQİJTİRİN, SED QAT BAŞTİRİN, SED QAT mirovhezin. mixabin bi hevzayenditiya xwe ve di civakê de cîh nabînin. ji ber vê yekê ne di jîyana civakî de, ne jî di jîyana aborî de berdewamiya wan tuneye. weke encama vê yekê, hinek ji wan bi neçariyê ve xwe di sektora fuhuşê de dibînin. dîsa %99ê civakê yên bê mêjî, cahil û qaşonormal, zen dikin ku hemû hevzayendan hemîn sektorê de ne.



û di dawiyê de vê yekî jî bêjim ku, weke encama bêrûmet kirina wan, heram kirina wan, tunekirina wan, bi normalî xwe pir pêşxistine, pir zane ne û hûner, siyaset, derûnnasî, civaknasî, felsefe, dîrok û wêje jî tê de, di hemû mijaran de xwedan raman in.



08.06.2013 00:32 | simurg56

47914. Tişta ku li gorî ola islamê dive ne weke fetwayenkurdi.com be bersivandin.Di wê pirsa camerî kirî de tiştek anormal tûne ye û di jiyana wî de ji tiştek anormal tûne ye.Mixabin tişta anormal ev e ku nêrîn û bersiva alimokên me ji bo vê meselê ye.

Wekî jor hatî gotin êdî kerê reş ji dizane hevzayendî tişteke normal û xwezayî ye.Yanî ne tişteke wek cixarekişandine xuy e.Ji ber ku cixarekişandin xuyeke wisaye ku terikandin û destpêkirin di destên mirovan de ye lê hevzayendîtî ne di destê mirovan de ye.Ji aliyê xwedê ve wisa hatina afirandin.laşên wan wekî mer (jin)ane lê tevger û hormonên wan ne wekî mer(jin)anin.hemû kes ji dizanê kontrola hormonên di laşê mirovan de bi temamî xwezayî ye.

Bi ya min nêrîna ola islamê an ji nêrîna bimantiqî di vê meselê de dive baş be aşkerekirin.Ya yekem ev e ku tişta qewmê lût dikira ne tişteke normal bû û ne xwezayî ji bû ji ber vê yekê ye ku tê gotin “tişta hûn dikin hê ji aliye tu kesan ne hatiye kirin” Yani dive hevzayendîtî û fuhşiyat ji hev be cudakirin û dive mirov bi vî şeklî vê meselê şirove bike.Qewmê lût partiyan lidardixistan û bi jin û mêr bi hevrê têkiliya seksê dikiran yanî group seksê vê heyamê dikiran.Bi xortî zarok û ciwanan ji têkiliya vê fuhşiyatê dikiran.Kesên ku nedixwestan têkiliya wan partiyên seksê bibin wan reş dikiran û zilmê li wan dikiran.Yanî helakkirina qewmê lut ne ji bo hevzayendîtiyê bû.Helakkirina wan ji bo fuhşiyat û zalimbûna wan bû.

Bi ya min çawan jin û mêr bi hevra dizewicin û jiyana xwe yên teybet bi dizikî berdewam dikin rast be heman tişt ji bo hevzayenda re ji derbasdar e.Çawan aşkerekirina jiyana teybet ên jin û mêran xelet be heman tişt ji bo hevzayendan re ji derbasdar e.Yanî tişta xelet û hati qedexekirin fuhşiyat e.di vê cihetê de ti pirsgirêka ola islamê tû ne ye lê ev heman tişt ji bo bîseksûêlan re an ji travestiyan re ne derbasdar e.Yani kesek bibeje ez xwe wek jinan dihesibînim an ji wek mêran dihesibînim û herê zayenda xwe biguhirîne xelet e an ji yek bibeje ez hem jinan hem ji mêran hez dikim yanî ez bîseksûelim ev yek ji xelet e û li gorî min ji fuhşiyat e.

Raste, domkirina jiyana gey û lezbiyenan pirr zehmet e.Sîstema rojane bi teybetî di rojhilata navîn de bi her aliyên xwe ve ji bona wan astengiyan diderixîne.Lê dive ev neyê vê wateyê ku firoştina laşên wan an ji karên bi vî şeklî ji bo wan ne qedexe be.Hûn ji teqdîr dikin kesên ku karên bi vî şeklî dikin ne di rêçên rast de ne û li gorî min dive ev kesen fuhşiyatê dikin yekemîn ji aliyê hevzayendan re bên rexnekirin.Ji ber ku tiştên wisa hevzayendîtiyê ber çavên mirovan reş dike û dibejin qey hemû wisa ne.

Tiştek wisa ji he ye divê ku ez qal bikim.Nav ne mûhîm, camêrek hebû di nik me kardikira û endezyar bû û aşkerebû ku kurik gey bû.Heya niha hemû tişt normal e lê vî kurikî hema bibêje her heftî ji xwe re yek didîta û wan re wextê xwe dibuhuranda.bi talîyê bû aids û ji xwe qeraha.Yanî tişta ez dixwazim ku bibêjim ola islamê û jiyana modern ji gerek hember jiyaneke bi vî şeklî be.

Bi ekserî alimên ola islamê divên ne radikal bin divê piçekî empatiyê bikin û li gorî vijdana xwe fetwayan bidin.Bila bizanin ku kesên hevzayend jî ji aliyê xwedê ve hatine afirandin.Reşkirina wan an ji herimandina wan xelet e.



09.06.2013 15:19 | brusk56

76846. li youtubeê min li rastî videoyek bi navê homophobia is so gay hat. di 2011ê de hatiye weşandin û bi 75 zimanan binnivîs hatiye amadekirin ku yek jê kurdî ye. gelek çewtî di rastnivîsa wê de hene, lê bi ya min karekî xweş kirine.



a li vir:





06.06.2013 16:08 | endazer

128397. têgih hinek ketine bin guhê hev. ji ber ku zana farqînî di ferhenga xwe de ji homoseksuel re gotiye "hevzayend", miletê din jî heman peyvê bi kar aniye (ez jî tê de me). lê mamoste peyva "hermafrodît"/hunsa" tevlî vê peyvsaziya xwe nekiriye (ji ber ku navê wê ji xwe di kurdî de heye: nêremo an jî nêremê lê ev mentiq jî şaş e jbk îro wekî argo û heqeret jî tê bikaranîn û divê jêre peyvek notr bê çêkirin) û di tayîna wî ya maneyan de xeletî derketiye. hevzayend, bi ya ferhenga wî û mentiqa wî dibe "kesê ku xwedî du cinsiyetê ye" lê maneya ku mamoste daye wê peyvê wiha nabêje. îja bi ya tercîhên wî yên peyvan mane divê wiha bin:

zayend: cins(iyet), sex
zayendî: cinsî, cinsel, sexual
zayendîtî: cînsîtî, cinsellik, sexuality
hevzayend: çift(eş) cinsiyet, hermaphrodism, dual gender
hevzayendî: eşcinsel, homosexual [~gey, lezbiyen]
hevzayendîtî: eşcinsellik, homosexuality

yanî kesên gey nabin hevzayend, lê divê bibin hevzayendî. wekî mînak:
*rûken hevzayendî ye, hevalên wê mehmûd û necat jî hevzayendî ne.
*hevzayendiyên amerîkayê heqê zewacê bi dest xistin.
*komeleya karkerên madenan piştgirî dide rêxistinên hevzayendiyan.
*hevzayendiyek hat ba min û ji min re qala kelha xerpûtê kir.
*xêra xwe nên bide wî hevzayendiyî.
*nûçe: Deh hevzayendî yên navdar


filan. îja divê wiha bê honandin:
*me li tirşikê qala hevzayendîtiyê kiriye.
*hevzayendîtî, meyla hevzayendiyan e.
*çend hevzayendî civiyane û li sûka amedê dimeşin.



06.06.2013 16:08 | endazer

128399. gey/lezbîyen û nêremo ne tiştên wek hev in. nêremo rasterast ferdên hermafrodît/hunsa pênase dike, yanî bo kesên ku him vajînaya wan him jî penîsa wan hene. ji vir jî em fêm dikin ku nêremo nasnameyeke biyolojîk e. lê di heman demê de argo ye jî, wekî heqeret jî tê bikaranîn. min gelek kes dîtin ko bo biçûkxistina travestiyan bi kar anîne. ji bo zarok û xortan jî tê bikaranîn, ew kesên ku rewş û tevgerên wan "femînen" in. tecrube dibêje.

peyva eş-cins-el ji aliyê peyvsaziyê ve ji xwe ji "homo-sex-ual"ê tê, yanî em nikarin peyva "hev-zayend-î"yê wekî teqlîda tirkî fêm bikin. lê belkî ev jê çêtir be: hevzayendxwaz. ev -xwaz piranî li behdînan û herêmên din tê bikaranîn û bi rastî ji aliyê maneyê ve ji hevzayendî-yê çêtir maneyê xwe dide der.

gelek kes peyvên hevzayendî û gey li şûna hev bi kar tînin lê ev peyv ne di heman maneyê de ne. bi kurtasî hemû gey (lezbiyen jî têdikeve nav wê) hevzayendî ne. lê hemû hevzayendî ne gey in. ji ber ku "geybûn" nasnameya zayendî ya civakî ye lê hevzayendîtî tenê berpêbûniya zayendî ye. mêrik çûye bi jinekê re zewiciye, xwedî zar û zêç e. lê di her firsetê de bi dizî û veşartî dihere nivîna mêrekî. lê piştî seksê vedigere ser nasnamaya xwe ya civakî. dibe mêrê jina xwe hwd. lê gey ne wiha ye, heke derfet bibîne ji dolabê derdikeve û berpêbûniya xwe ya zayendî eşkere dike û şansa wî/wê hebe bi yekî mîna xwe re paşerojek ava dike.

îja werin vê: peyva homosexual û kurdiya wê hevzayendî, navê berpêbûniya zayendî ye. lê ne ji bo gey in. gey tiştekî civakî ye û heta niha jî ti kurd ji bo wê alternatîfek pêşnîyaz nekiriye. îja carinan wekî gey difikirim, gelo em dikarin gey kurdî bikin? lê bi rastî bersiva min neyînî ye. gey gey e.

lê ji bo bilêvkirina wê hinekî bi fikar im. gelo gêy ji gey'ê çêtir û rasttir e bo kurdî?



06.06.2013 16:08 | endazer

136167. di podcast kurdî de bernameyekê kurdkî heye bi navê "derdê ma yo pîl:zayenda komelkî". ji aliyê ronya berwan re hatiye pêşkêşkirin (31.08.2021) û kurdkiya wê zelal, herikbar û fêmbar e. di bernameya xwe de qala ferdên lgbt dike û bi rastî pir kêfa min jê hat. heke bixwazin jkx lê guhdar bikin. Here lînkê

nîşe: wekî min li jor got meseleya podkestê li ser ferdên lgbt ye. lê niza'm çend sal derbas bûye û min hîn sernavê lgbt di tirşikê de venekiriye. ji min nehat vekim.*



06.06.2013 16:08 | endazer

137164. çend roj berê berêvarkî bûyerekê pir ecêb hat serê min. hema min got divê li tirşikê binivîsînim.

min li kafeyekê rûdinişt, qehwa xwe vedixwar. li ba maseya min komekê keçikên ciwan hebûn, hemû sergirtî bûn, heta ji ber rengê kirasên wan mirov berê texmîn dikir ku çarşef li ser wan in. piştre fêr bûm ku di sala dawiyê ya lîseyê de ne û bo azmûnê xwe amade dikin. bi nîqaşekê ketibûn hev. yekê ji hevalekê xwe re got, tu çi homofobîk î! çawa min ev peyv bihîst bi dizîka li wan neriya. ji enerjiya wan a jîndar civata wan dikeliya. keçika ku min dengê wê bihîstibû, dîsa peyivî "kesek nabêje bibe piştevana ferdên lgbti, hema dijminahiyê neke bes" di vê emrê xwe ya cehel de çi peyvekî xweş kiribû, min got ez ê li eniya te maçî bikim. lê belê keçika alfa bi ser de got, heke keça min bibêje ez lezbîyen im, e ê wê ji malê biqewirînim. hinin tiştên din got û di dawiyê got divê werin kuştin. îdam lazim e, him jî ya sendeliya bi elektîrîk. pirçên canê min bûn derzî, xwînên canê min sekinî. yekê ji wan got, tu çi dil-xwerab e! (kotu kalpli). keçika dijî-piştevan lê kuştevan dîsa got, li der û dorê bipirse, gelo kî dixwaze bibe xwedî ewladekê lgbti. çavên keçika qelew a li hemberî ya din disekeniya ket ser nêrînên min û yekser ji cihê xwe rabû, çend gavên sivik avêt û ji min re pirsî: "gelo ewlada te bibêje ez lezbiyen im, tê bixwazî bê kuştin?" keçika kuştevan bi vê pirsa giran xwest xwe biparêze û "dev ji wê pirsê berde, (mîrza/beyefendi) gelo tu yê bixwazî ewlada te bibe yek ji lgbti?". hemû koma keçik li min dinêriya, min hilmekê kişand û berda. Min got, "ez ê nexwazim, jbk dinya tije mirovên dil-xerab e yên mîna te ne ku wê bixwazin ewlada min bê kuştin an jî yekser ew ê wê bikujin"

bi peyvên "helal" û bi çepikên qels bi xemgîniyekê mezin lê bi şahidiyekê ecêb ji wir rabûm.

nifşa z bi rastî jî heye. wan keçikên sergirtî ligel propagandaya qirêj a medyaya tirkiyeyê, bêyî têkevin çavkanî û bingeha dînî, di çarçoveya maf û azadiyê de pirsgirêka lgbti-yan nîqaş dikir. wow! bi rastî jî ji wê rojê vir ve, kengî tê bîra min diheyirim.



06.06.2013 16:08 | endazer