Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên reşşikkirî yên di vê mijarê de; hevzayendîtî
peyamên reşikkirî

47897. tişteke ku xwezayî bûna wê meçhul nîne, eşkere ye. êdî kerê me yê reş jî dizane ku hevzayendîtî tişteke fitrî û xwezayî û normal e. lê raste, di vê dinya ya bêdad, bêwijdan û bêînsaf de îmtîhaneke giran e. bêgûman civak hê di vê mijarê Têra xwe zane û Têkildar nîne. mixabin hê hevzayendîtîyê wek nexwaşîyekî an jî wek rêşaşîyê dibînin. di vê nêrîna seqet ya civakê de bandora hemû olan, bandora derûnnasiya civakî û bandora çand û jîyana dîrokî heye. ji ber ku hevzayenditî tişteke xwezayî ye, terikandin an jî asteng kirina wê jî ne mimkun e. çawa mêrek nikare mêrantiya xwe, an jî jinek nikare jintiya xwe biterikîne; lezbiyen jî nikarin lezbiyentiya xwe û gay jî nikarin gaytiya xwe biterikînin.



heta niha gelek hevalên min ên lezbiyen û gay hebûn, ji gelekan re jî hevaltiya min hê berdewam dike, heta ez dikarim bêjim ku di nav hevalêm min ên herî biqîmet de ne. di aliyê rêşaşiyê de ez bi rihetî dikarim bêjim ku li gorî %99Ê CİVAKÊ YÊN QAŞONORMAL SED QAT NORMALTİRİN, SED QAT PAQİJTİRİN, SED QAT BAŞTİRİN, SED QAT mirovhezin. mixabin bi hevzayenditiya xwe ve di civakê de cîh nabînin. ji ber vê yekê ne di jîyana civakî de, ne jî di jîyana aborî de berdewamiya wan tuneye. weke encama vê yekê, hinek ji wan bi neçariyê ve xwe di sektora fuhuşê de dibînin. dîsa %99ê civakê yên bê mêjî, cahil û qaşonormal, zen dikin ku hemû hevzayendan hemîn sektorê de ne.



û di dawiyê de vê yekî jî bêjim ku, weke encama bêrûmet kirina wan, heram kirina wan, tunekirina wan, bi normalî xwe pir pêşxistine, pir zane ne û hûner, siyaset, derûnnasî, civaknasî, felsefe, dîrok û wêje jî tê de, di hemû mijaran de xwedan raman in.



08.06.2013 00:32 | simurg56

47997. Bi taybetî di civakên rojhilatê de heterobûn ji zayendî pirrtir, tê wateya zêdebûn/çêbûnê. Kêf û coşî bi temamî hatiye vederkirin û hezkirî-bûnê ku berî pesendkirina kêf û coşî ye, wekî tenê xwesera zilaman hatiye dîtin. Tew çi xweşî! Evîna lehengên wekî mem û eliyê qolaxasî yan jî mecnûn û ferhad ên ji vê axê bûn, ji aliyê vê pergala pîs û qîrê ve bi nêrîna anormal hatiye dîtin. Dema zilam hezdikin, mirin dikeve para wan. Ji ber ku hezkirinê EWê wî kesî bigihîne kêf û xweşiyê, lawazî û qelsî ye, jê bêhtir tunebûnê ye. Ji bo wan qelsbûna zilaman ne tiştekî ye ku bê xwestin. Ji bo wan divê behreya ganokî û kutanî her tim ne bi xuyaneka bulgebe jî bi potansiyelekî wekî çêrok û kufirbazî bê nîşan dan. Bi eslê xwe ev xwesteka qebiliyeta şerkirin û pevçûnê ye. Peyvên bi “divê” didomîne ji hêla zayendî ve, veşartin û tunekirina hebûnên jinan dihewînin. Lê ji ber navê mijarê pêwist e ku ez di şîroveyên xwe de qala hevzayendîtê bikim.



Ji bo mêr û jinên hetero ya homo sapiensê ku ji hêla zêdebûna zayendî bi xwe bawerin û divê bi tim hemcinsê xwe hişyarbikin, pirsgirêka herî mezin gelo seksa anal an jî bi devkî kutana qûl e? Nuha ne hewcî ye fedîkirin û xwe kerrkirinê, her kes dizane ku li ser qûnê ji xwe çûn ne îcadeke hevzayendan e û ne lêkereke ji wan re xweser e. Ji xwe piranî pirsgirêk ne kêf ji qûnê histendin an jî bi devê mêranî mêtina kîr û hêlika mêran an jî hevdan û bêhnkirina cotekî qûzên lezbîyen! Ev tê karin, bi serê xwe di nav hidûdê pêkan in. Bi şertekî: bîrakirin û veşartin û qalnekirina kêf û coşiyên ku ji têkiliya hevzayendiyê hat dîtin. Nuha jin û mêrên gay(gey)ên îroyin çi dikin? Carekê bira ev bê zanîn ku natural selection ne xema keseke ye. Rastiyekî mezin e. Derdên wan bi zêdebûnê tune ye. Ha li civakeke pêşhatî de ku ji ferdên azad û xweser pêkhatî ye, dibe ku zayenda zêdebûnê bala wan bikşîne. Utopya xweş e belam. Lê aniha têkiliya du –hezkirî an na- geyê mînaka herî mezin a kêf û coşî yê mirovên ji hezkiriyê pêk hatî ye – him jî li hemberî zêdebûna heteroyan a qeydeya serhişk! Çi ye, nîhandina du zilamên hev du, ne pirsgirêk e; heta ku ew ji nîhandin û kutandina xwe kêfxweş ne bin û di rojê -jiyana ji aliyê tav ve tê ronîkirinê- de qala evîn û evîndarên xwe nekin, navê hezkiriyên xwe û navên têkiliya xwe qet û hîç bilêvnekin! A va ye, pirsgirêk ji xwe ev e: kêfxweşî (ji bo kesên fêmnakin hemwateya vê peyvê ku li ferhengê de hene: kamranî, şadî, dilşadî, şadîmanî, şadanî, bextewarî, bextiyarî ) ferdên lgbtî bi peyvên xwe yê “bielimin em li vir in û narin derekî!” ya ku carinan bi eşkere li qadan de û mixabin piranî jî ji zilm û zordarıya serdestan bi veşartî qala çarçoveya polîtîkayê “kêfxweşî” dikin. Mirovan(ên ku qanûnan diafirin zilam in lewma mêran) dikarin kêf û coşî jî qebûl bike lê qet’a kêfxweşî yan bextewarî nikarin bipejirînin. Bin peyvê apê xwe ya foucault cardin bixêzînim: seksa anal di heman demê de lêkereke heteroseksuel e. Li vir têkiliya qanûn û dijî qanûn têdikeve navberê. Ji bo ku qanûn karibe bişoxle, li hevzayendîtî tê girtin. Ji bo ku pergalan bê dijmin nikare hebûna xwe bidomîne…



Peyvê xwe hevbidim: doz ev e ku peyvê “em hev du hez dikin û aşiqê hev du ne; hun çima nikarin qebûl bikin?” a ketiye ber lêkera nîhandinê. Qanûndanêr zane ku ev hêla wan a herî qels e; ji ber ku qanûndanêr hebûna xwe li ser zayenda mêranî afirandiye û hek hevzayendan bipejirînin, hevzayendan/qûndeyan ewên bibe qiyameta wan û ewên bikevin rûpela dîrokê ya bi xeber û galgalan tê qalkirin. Êê encamê vê dozê ewê çawa be? Nizanim. Lê belê wekî min li serê peyamê xwe got, dibe ku hinekî bê guherandin: xuya ye ku têkiliya zêdebûn û hevzayendan nêzîkî sifirê ye û ne tu xema keseke ye, lê ev naye wateyekî. Ji xwe ma ne ewin ku heteroseksuelan di zîfafê xwe yê legal û pîroz de bi hejandin û bi zevqê strînê hevzayendan zêde dike?! Li her xwe xistin, avêtina xwêdan û jidandina diranan de dibe ku spermeke gey bi kenekî bêfedîyokî ji qanalên kîrê bavê xwe yê hatiye pîrozkirin weke mîlyaketekî bêguneh dihere malzaroka dayîka xwe yê cardin hatiye pîrozkirin. homofobîkên reben!



Di dawî de; kesên ku her tim pêwendiya hevzayendan tenê bi lêker û çalakiya nîhandin/xwe-dan-kutandinê dikin; vê pirsgirêkê her tim bi zêdekirina zarokan/nifşên nû dinirxînin(ku ev hewldanê parvekirina barê xwe yê pîroz e!) ji aliyê din mafên mirovatî û nasnameya ferdî nabînin; xwe çiqas biçirînin û paş pirtûka pîroz veşêrin jî hiş û eqil rêya rast dibîne û agahî û zanîna xwe zêdedike. Li hemberê zanîn kes nikare heta qiyametê bisekine.



qiyamet! Nêrîna dîn jî qala lûtiyan hebû ne were?! Pirsê ku bersivê wê bala min dikşîne ev e: lûtiyan bi rastî jî hevzayendan dihewîne? Yan na, ne be ku kesên ayet û sûretan şîrovekirin di bin têsîra adetên bav û kalên xwe man? Dejenerebûna sepanên îslamê hatiye kîjan astê li meydanê xwe eşkere dike ji xwe. Aliyê din ev jî heye: li pirtûka pîroz de peyva “ceza/ciza” 117 car; peyva “bexşandin” 234 car û “rehmet/dilovanî (bexşîna Xwedê)” 79 car; tê dubarekirin. Li pêş berî vê hejmaran, peyvê lût pêxember ku di nav sûretên qala qewmê wî dike, derbas dibe; 27 caran hatiye dûberekirin. Min van îstatîskan ji bo kesên ku xwe wekî xweda dihesibîne û bi şêweyekê pîrozî di lîsta elametên qiyametê rêzdikin, nivîsand. Ew kesan ku birçîbûn, bêavman, jenosîdan, zilm û zordariya li ser gelan, jinan û xweza; hev kuştina silmanan, sepanên derewçîn û dewlemendbûna kesan li ser civakên bûne kole û hêsîr û hwd nabînin/naxwazin bibîNin û derd û kulê wan hezkirina hevzayenda bûye.



nîŞe: kesên ku dibêjin "hevzayendî nexweşî ye", bira vegerin paş xwe û gunê xwe bipîvînin. ezê ne ji tibê, ji ew fikrên te yê tu ji ber xwe avêtiye, bawer bikim! peh! hele cûreyek din kes hene ku dibêjin "li gorî bawerî û dînê min hevzayendî nexweşin"(!) ew kes ji xwe neyê guhdarîkirin! hîn cudahiya gunehkar û nexweşî çi ye nizanin! rebenan!



piştî: PEYAM hinekî dirêj bûye. ji bo VÊ NIVÎSÊ BI WÊNEYAN BIXWÎNIN:

http://xebrosk.blogspot.com.tr/2014/09/hevzayendi.html



06.06.2013 16:08 | endazer

76846. li youtubeê min li rastî videoyek bi navê homophobia is so gay hat. di 2011ê de hatiye weşandin û bi 75 zimanan binnivîs hatiye amadekirin ku yek jê kurdî ye. gelek çewtî di rastnivîsa wê de hene, lê bi ya min karekî xweş kirine.



a li vir:





06.06.2013 16:08 | endazer

128397. têgih hinek ketine bin guhê hev. ji ber ku zana farqînî di ferhenga xwe de ji homoseksuel re gotiye "hevzayend", miletê din jî heman peyvê bi kar aniye (ez jî tê de me). lê mamoste peyva "hermafrodît"/hunsa" tevlî vê peyvsaziya xwe nekiriye (ji ber ku navê wê ji xwe di kurdî de heye: nêremo an jî nêremê lê ev mentiq jî şaş e jbk îro wekî argo û heqeret jî tê bikaranîn û divê jêre peyvek notr bê çêkirin) û di tayîna wî ya maneyan de xeletî derketiye. hevzayend, bi ya ferhenga wî û mentiqa wî dibe "kesê ku xwedî du cinsiyetê ye" lê maneya ku mamoste daye wê peyvê wiha nabêje. îja bi ya tercîhên wî yên peyvan mane divê wiha bin:

zayend: cins(iyet), sex
zayendî: cinsî, cinsel, sexual
zayendîtî: cînsîtî, cinsellik, sexuality
hevzayend: çift(eş) cinsiyet, hermaphrodism, dual gender
hevzayendî: eşcinsel, homosexual [~gey, lezbiyen]
hevzayendîtî: eşcinsellik, homosexuality

yanî kesên gey nabin hevzayend, lê divê bibin hevzayendî. wekî mînak:
*rûken hevzayendî ye, hevalên wê mehmûd û necat jî hevzayendî ne.
*hevzayendiyên amerîkayê heqê zewacê bi dest xistin.
*komeleya karkerên madenan piştgirî dide rêxistinên hevzayendiyan.
*hevzayendiyek hat ba min û ji min re qala kelha xerpûtê kir.
*xêra xwe nên bide wî hevzayendiyî.
*nûçe: Deh hevzayendî yên navdar


filan. îja divê wiha bê honandin:
*me li tirşikê qala hevzayendîtiyê kiriye.
*hevzayendîtî, meyla hevzayendiyan e.
*çend hevzayendî civiyane û li sûka amedê dimeşin.



06.06.2013 16:08 | endazer

128399. gey/lezbîyen û nêremo ne tiştên wek hev in. nêremo rasterast ferdên hermafrodît/hunsa pênase dike, yanî bo kesên ku him vajînaya wan him jî penîsa wan hene. ji vir jî em fêm dikin ku nêremo nasnameyeke biyolojîk e. lê di heman demê de argo ye jî, wekî heqeret jî tê bikaranîn. min gelek kes dîtin ko bo biçûkxistina travestiyan bi kar anîne. ji bo zarok û xortan jî tê bikaranîn, ew kesên ku rewş û tevgerên wan "femînen" in. tecrube dibêje.

peyva eş-cins-el ji aliyê peyvsaziyê ve ji xwe ji "homo-sex-ual"ê tê, yanî em nikarin peyva "hev-zayend-î"yê wekî teqlîda tirkî fêm bikin. lê belkî ev jê çêtir be: hevzayendxwaz. ev -xwaz piranî li behdînan û herêmên din tê bikaranîn û bi rastî ji aliyê maneyê ve ji hevzayendî-yê çêtir maneyê xwe dide der.

gelek kes peyvên hevzayendî û gey li şûna hev bi kar tînin lê ev peyv ne di heman maneyê de ne. bi kurtasî hemû gey (lezbiyen jî têdikeve nav wê) hevzayendî ne. lê hemû hevzayendî ne gey in. ji ber ku "geybûn" nasnameya zayendî ya civakî ye lê hevzayendîtî tenê berpêbûniya zayendî ye. mêrik çûye bi jinekê re zewiciye, xwedî zar û zêç e. lê di her firsetê de bi dizî û veşartî dihere nivîna mêrekî. lê piştî seksê vedigere ser nasnamaya xwe ya civakî. dibe mêrê jina xwe hwd. lê gey ne wiha ye, heke derfet bibîne ji dolabê derdikeve û berpêbûniya xwe ya zayendî eşkere dike û şansa wî/wê hebe bi yekî mîna xwe re paşerojek ava dike.

îja werin vê: peyva homosexual û kurdiya wê hevzayendî, navê berpêbûniya zayendî ye. lê ne ji bo gey in. gey tiştekî civakî ye û heta niha jî ti kurd ji bo wê alternatîfek pêşnîyaz nekiriye. îja carinan wekî gey difikirim, gelo em dikarin gey kurdî bikin? lê bi rastî bersiva min neyînî ye. gey gey e.

lê ji bo bilêvkirina wê hinekî bi fikar im. gelo gêy ji gey'ê çêtir û rasttir e bo kurdî?



06.06.2013 16:08 | endazer

136167. di podcast kurdî de bernameyekê kurdkî heye bi navê "derdê ma yo pîl:zayenda komelkî". ji aliyê ronya berwan re hatiye pêşkêşkirin (31.08.2021) û kurdkiya wê zelal, herikbar û fêmbar e. di bernameya xwe de qala ferdên lgbt dike û bi rastî pir kêfa min jê hat. heke bixwazin jkx lê guhdar bikin. Here lînkê

nîşe: wekî min li jor got meseleya podkestê li ser ferdên lgbt ye. lê niza'm çend sal derbas bûye û min hîn sernavê lgbt di tirşikê de venekiriye. ji min nehat vekim.*



06.06.2013 16:08 | endazer

137164. çend roj berê berêvarkî bûyerekê pir ecêb hat serê min. hema min got divê li tirşikê binivîsînim.

min li kafeyekê rûdinişt, qehwa xwe vedixwar. li ba maseya min komekê keçikên ciwan hebûn, hemû sergirtî bûn, heta ji ber rengê kirasên wan mirov berê texmîn dikir ku çarşef li ser wan in. piştre fêr bûm ku di sala dawiyê ya lîseyê de ne û bo azmûnê xwe amade dikin. bi nîqaşekê ketibûn hev. yekê ji hevalekê xwe re got, tu çi homofobîk î! çawa min ev peyv bihîst bi dizîka li wan neriya. ji enerjiya wan a jîndar civata wan dikeliya. keçika ku min dengê wê bihîstibû, dîsa peyivî "kesek nabêje bibe piştevana ferdên lgbti, hema dijminahiyê neke bes" di vê emrê xwe ya cehel de çi peyvekî xweş kiribû, min got ez ê li eniya te maçî bikim. lê belê keçika alfa bi ser de got, heke keça min bibêje ez lezbîyen im, e ê wê ji malê biqewirînim. hinin tiştên din got û di dawiyê got divê werin kuştin. îdam lazim e, him jî ya sendeliya bi elektîrîk. pirçên canê min bûn derzî, xwînên canê min sekinî. yekê ji wan got, tu çi dil-xwerab e! (kotu kalpli). keçika dijî-piştevan lê kuştevan dîsa got, li der û dorê bipirse, gelo kî dixwaze bibe xwedî ewladekê lgbti. çavên keçika qelew a li hemberî ya din disekeniya ket ser nêrînên min û yekser ji cihê xwe rabû, çend gavên sivik avêt û ji min re pirsî: "gelo ewlada te bibêje ez lezbiyen im, tê bixwazî bê kuştin?" keçika kuştevan bi vê pirsa giran xwest xwe biparêze û "dev ji wê pirsê berde, (mîrza/beyefendi) gelo tu yê bixwazî ewlada te bibe yek ji lgbti?". hemû koma keçik li min dinêriya, min hilmekê kişand û berda. Min got, "ez ê nexwazim, jbk dinya tije mirovên dil-xerab e yên mîna te ne ku wê bixwazin ewlada min bê kuştin an jî yekser ew ê wê bikujin"

bi peyvên "helal" û bi çepikên qels bi xemgîniyekê mezin lê bi şahidiyekê ecêb ji wir rabûm.

nifşa z bi rastî jî heye. wan keçikên sergirtî ligel propagandaya qirêj a medyaya tirkiyeyê, bêyî têkevin çavkanî û bingeha dînî, di çarçoveya maf û azadiyê de pirsgirêka lgbti-yan nîqaş dikir. wow! bi rastî jî ji wê rojê vir ve, kengî tê bîra min diheyirim.



06.06.2013 16:08 | endazer