Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
ciwan haco - tirşik
ciwan haco
(17) (0) (5)
di mijarê de bigere

18. demekî di hevpeyvîneka xwe de gotibû êdî dixwazim stranên eşq û evînê bêjim.. piştÎ wê hevpeyvînê ew jî bi ta û şewba ayhan evci ket û ji hingî ve nekariya bi ser xwe ve were û li xwe vegerê..



11.10.2013 01:42 | endazer

19. xwediyê stranên nemir.



12.10.2013 18:43 | rexnegirêtagirtî

20. Bavê muzîka kurdî ya moderne.



tolazekî ku hestên xwe di bin hestên netewî de dewisandiye, niha her ku netewa wî ber bi azadiyê dice, hestên xwe yê dewisandin jî azad dihêle. wle heqê te ye ciwanê mûzîka me, xwedê umrekî dirêj bide te ku gelek hulya yan têxî rêzê.



13.10.2013 00:16 | dîno

21. şagirtê mihemed şêxo ye. li gel şêxo hej karapetê xaço û miradê kinê dike. li zanîngeha bochumê dema beşa muzîk û konserwatuarê dixwend li baxçê zanîngehê bi saza xwe stranên gelêrî yên bi kurdî distirand, hevalên din jî (yên biyanî) dihatin li ba ciwan û bi saksafon, gîtar, filût û amûrên din quwetê didan muzîka ciwan, ciwan bi profesyonelî aha wiha dest bi muzîkê kir...



13.10.2013 05:25 | zero

22. hunermendê ez pir hez dikim. gelek albûmên baş çêkiriye. heta niha ji pêşengên muzîka kurdî bûye. lê belê êdî ne wek berî ye. êdî ji muzîka xwe ya baş bi dûr ketiye. heger em hêj stranên wî yên demên berî gohdar dikin ji ber ayhan evcî û ciwan haco ye. em bêriya ciwan hacoya berê dikin. em dixwazin ciwan vê carê bi rastî jî vegere. lê em dîsa jî jê hez dikin.



30.10.2013 17:19 | kurê xelkê

23. mirovê kurdî nizanin ji ciwan fem nakin . * dilê min bi wan dişewite.



11.11.2013 21:18 | diljan

24. ba, azman, herd, stêrk, roj, ewr, baran, derd, gul,, (bnr: destana êgidekî)



08.12.2013 14:52 | hozanagirîn

25. hunermendê ku şîrîna li ber dilê min e..

naşibe bi tu hunermendên kurd ên nûjen yan jî vê dawiyê sî salan..

ez demên wî yên dawiyê ango albûmên wî yên dawiyê ku sê-çar albûm in ji derveyê sînora nirxandina xwe dikim. min godarî kir lê nebû duyem, lewra şêweza xwe guherand û xwe jî hetikand

lê bes stranên wî yên kevin besî min e

kî dikare bibêje ku ez gava ciwan haco godarî bikim êş nakeve serê min?

ji bo her yek albûmên wî maqaletek divê ji bo her yek stranên wî maqaletek divê.. jixwe xeyalê min e ku rojekî ez ê dest rahêjînim pênûsê û qala stranên wî yên ku bandoreke bêhempa dihêle di derûniya mirovan de bikim

stranên wî yên kevin û dêrîn tu car kevn nabe ji siharê heya nivê şevê, li mal li dibistan li sûk li derve li nava cih... li her cih dikarin bên godarîkirinê..

çend stranên wî hene ku ketiye binîhêşê her kurd her ciwan her evîndar.. stranê wî yê hevala evîndar; 'dema ku mariv bi tenê godarî dike nikare xwe ragire gava ez tenê bim bikarim ji serî heya dawiyê godarî bikim min hê nekiriye û ne bawer im bikim jî ne hewce ye ku tu evîndar bibî jî jixwe gava evîndar bî çû ji te de!'



bi taybetî jî stranê wî yê 'min navê xwe kola li bircên diyarbekir' yanî ez çawa qal bikim nizanim, wisa hîsek ecêb pirr ecêb marivan dipêçîne min hê pênasa vê hîsê peyda nekiriye gava tu di tengasî û qeyranê de bibî bawer bike ku gengaz û pêkan nîn e ku bikaribî godarî bikî wê demê êdî ew ne stran e şîzofrenî ye gidî! şîzofrenîya hîs û hestên têvel û têkel, tevlihev;geh li evîn geh li welêt geh êşa zarotî û bêwarî geh giraniya kurdbûn geh sêdara şêxê min geh wêrîsa ku di qirika me de û geh jî sarbûn û tenêbûna te û bajarek ango çavek rêş... wisa dirêj dibe di nav 6 xulekê de..



digel ku xwe hetikand û ber bi çanda popûler ve çû dîsa jî hezar spas jê re ku hem dilê me bi êşê xweş kir hem jî qedr û qîmeta kurdî berz û bilind kir

deng û stranên wî yên ku ger ez bi baldarî guh nedim fêm nakim, bûn lehenga dilê min ê kurdî

tiştên xweş dide sehkirin wek welat lê ne di ziwahiya jiyanê de, wek evîn lê ne di tirşiya bajaran de kurdbûn lê ne di nava gur û çeqelan de.. wek ezman sayî



bila li benda min bisekine ez ê ji bo stranên wî û dengê wî di tahma spaskirinê de kîtêbek piçûk û şêrîn binivîsim ger ku xwedê temen da û jiyan derfet da û kurdî di dilê min şax veda...



07.02.2014 01:52 | ferhenga şikestî

26. tê gotin ku beriya ku derkeve li ser dikê, têra xwe vedixwe paşê derdikeve. lewma çavên wî her tim xumarî ne:-)



09.02.2014 17:56 | ferhenga şikestî

27. dema ku hûn bixwazin derd û kulên xwe bifikirin hûn dikarin ev stranên wî guhdarî bikin:

(bnr: hate ber derî)

(bnr: behr bê pêl nabe)

(bnr: min navê xwe kola li bircên diyarbekîr)

(bnr: welatperestî)

(bnr: welat)



23.02.2014 03:00 | mergehez

28. wekî go bavê teyar gotî, mêrê bi sed mêrî ye. go hema biştexile û di ber şitexali ya wî re muzîkek lêxê bese.

ê go dev diavêjin ciwan haco ew ê go ji.muzîmê fêm nakin, de bere bêjin di.muzíka kurdî de an di muzîka dinyayê de berhemek weke destana egîdekî heye an na ?



06.03.2014 12:14 | mamostanısebin

29. li ser kobanê stranek çêkiriye;

http://rudaw.net/kurmanci/culture/05102014



07.10.2014 00:12 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ciwanên gay

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî