Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
ciwan haco - tirşik
ciwan haco
(17) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. can e can.



08.07.2013 10:52 | serburiyek

2. stranbêjek e ku pîr nabe.

nizanim ji ber navê wî ye an ji ber stranên wî lê her çiqas rûyê wî qermiçî be jî mirov (ez) wî ciwan dibînim.



08.07.2013 10:57 | simurg56

3. jina wî ji îzlanda tê

http://vimeo.com/65287373



08.07.2013 23:43 | gimgim

4. neviyê haco axa ye. piştî serhildana haco axa têk diçe ew û malbata wî sirgûnî Qamişloyê dibin. ciwan li kurdistana rojava hatiye dinê. cihê Ciwan HACO di muzîka Kurdî wî gelkî girîng e. di stranên xwe de mijarên welatparêzî , destanan, eşq û evînê tînê ziman. ciwantiya xwe de di bin tesira mihemed şêxo da maye. helbestên cegerxwîn , mihemed şêxo, dilber haco, rûşen haco, mir celadet bedirxan û mehmed uzun kiriye stran. stranê wî yê ku ez herî zêde hez dikim ''bilûra min'' helbestê mîr bedirxan e.



11.07.2013 00:27 | fuad hemedxan

5. piştî van du-sê albûmên xwe yên dawîn ewî jî rêya xwe bi popê û popûlîzmê xistiye.. hele hele piştî dûeta bi hülya avşarê re ya di albûma dawîn de yekcarî dilê min ji ciwan reş bûye.. ka ew ciwanê berê ku bi her straneka xwe dilê me yê bikul û birîn dax dida..

eger rojekî riya wî bi tirşikê bikeve dixwazim vê yekê bixwîne: ciwanoo me bi destana egîdekî, bilûra min, hevala evîndar, girtiyên azadiyê hej te kir û cihê te li dilê xwe xweş kir.. xêra xwe û ya dêûbavê xwe berî her tiştî eleqeya xwe bi ayhan evci û hülya avşarê re qut bike.. û paşe jî vegere û bide ser rêya xwe ya berê.. vegera te ya dawîn ne tu vegerek bû.. esl û feslê mûzîkalîteya te ne ev e tu ji me hemûyan çêtir pê zanî..

erê zanim demekî te di hevpeyvîeka xwe de gotibû ez gelekî aciz bûme ji stranên epîk ên şervanî û welatparêziyê dixwazim hinekî jî ji bo eşq û evînê bistirêm û bilorînim.. di mijar û temayên stranên xwe de serbest î helbet lê qenebe destê xwe li terza xwe nede..



11.07.2013 04:08 | endazer

6. dema ku em li ser mûzîka Kurdî biaxivin û em çend hunermendan bihejmêrin dinav çendên ewilîn de ciwan haco derbas dibe. Vê taliyê berhemên ku derxistîn li dijî rengê wî bûn dueta ku bi hulya avşarê re kir jî ne bi dilê Kurdan bû. lê ciwan her tim cuda ye baş an xerab. tevahiya stranên wî xweş in lê dêrsim ji bo min cuda ye.



11.07.2013 12:03 | siwaro

8. piştgireke filîstîniyan e. lê carekê komeke hackerên filîstînî malpera wî ya înternetê xera kirine û piştî ku ji wan re hatiye gotin ku ciwan haco ne dijminê filîstînê ye û heta li ser filîstînê stran jî çêkiriye, wan lêorîna xwe xwestine.



09.08.2013 01:55 | simurg56

9. can te çi ji min kir, te çi li seré min kir... Hunermendek béhampaya...



09.08.2013 14:12 | gabarî

10. gotin sar dibin wexta ez pesnê mûzîka wî bidim.(ji xeynî van salê dawî- hingî jî gotin dibin pizot wexta ez rexneya mûzîka wî dikim.)



09.08.2013 14:28 | reşkêşevê

11. xwedê min beRî gelek divêya lê piştê performan a Newroza wan'ê( a 2013ê) ez lê sarbûm, ma mirov newrozê wiha pêşbazî dike... ez dibêjim hinek hunermendê kurd li bin hunara xwe dimînin dipelçiqin , ciwan jî heman rewşê de ye. êdî hêdî hêdî bawerim ji bo çanda popûler dixebite....



09.08.2013 18:23 | kelha bayê

12. MÛZIKJENEKÎ NAVDAR E YÊ KURD E. hER DEM LÊ TÊ GUHDARÎ KIRIN.



09.08.2013 21:03 | seydayê_peyvan

13. Yê ku vê helbestê kiriye stran. "Sira sibê li ba bû, dara hewrê veciniqî hişyar bû, tevziyek da xwe, tevziyek kûr, rahişt blûrê danî ser dirana..."



26.09.2013 00:31 | ceso

14. ciwan haco wekê din gotin naxwaze nav bes e ...



26.09.2013 00:59 | nîgarvan

15. dilê min...



26.09.2013 18:36 | hozanagirîn

16. diz û dîzdarê dilê hemû keçên Kurd...



26.09.2013 19:55 | keje bemal

17. Îro derketibû ser kanala cnn türkê di bernameya şirin payzınê ya bi navê 360 dereceyê de bersiva pirsên şirîn xanimê didan.. çû û hat û behsa divêtiya jiyîna bi hev re ya tirkan û kurdan kir.. û dawiyê jî got ez dixwazim ku kurd ji doza xwe û daxwazaên xwe neyên xwar û herkesek bi zarokên xwe re bi kurdî xeber bide.. mixabin ji ber ku dereng ez pêhesiyam min nekarî ez seyra temamê bernameyê bikim.. hêvî dikim ku di demeke kin de vîdeoya bernameyê li ser înternetê jî were belavkirin..



10.10.2013 20:35 | endazer

18. bernameya cnnturkê de va ke: ez her çiqas fikrê nasyonalîstî ra hes nêko zî; ma kurdî mecbûrî ke bibî nasyonalîst...

reyna va ke: ez seba sûrîye, tirkîya nêmireno, Înan ziwanê mi qedexe kerdo; la az seba almanya eşkeno bimiro, çimkÎ înan ziwanê mi dayo mi.



http://video.cnnturk.com/2013/haber/10/10/ciwan-haco-almanya-icin-olurum



10.10.2013 22:09 | kurdane

21. demekî di hevpeyvîneka xwe de gotibû êdî dixwazim stranên eşq û evînê bêjim.. piştÎ wê hevpeyvînê ew jî bi ta û şewba ayhan evci ket û ji hingî ve nekariya bi ser xwe ve were û li xwe vegerê..



11.10.2013 01:42 | endazer

22. xwediyê stranên nemir.



12.10.2013 18:43 | rexnegirêtagirtî

23. Bavê muzîka kurdî ya moderne.



tolazekî ku hestên xwe di bin hestên netewî de dewisandiye, niha her ku netewa wî ber bi azadiyê dice, hestên xwe yê dewisandin jî azad dihêle. wle heqê te ye ciwanê mûzîka me, xwedê umrekî dirêj bide te ku gelek hulya yan têxî rêzê.



13.10.2013 00:16 | dîno

24. şagirtê mihemed şêxo ye. li gel şêxo hej karapetê xaço û miradê kinê dike. li zanîngeha bochumê dema beşa muzîk û konserwatuarê dixwend li baxçê zanîngehê bi saza xwe stranên gelêrî yên bi kurdî distirand, hevalên din jî (yên biyanî) dihatin li ba ciwan û bi saksafon, gîtar, filût û amûrên din quwetê didan muzîka ciwan, ciwan bi profesyonelî aha wiha dest bi muzîkê kir...



13.10.2013 05:25 | zero

26. hunermendê ez pir hez dikim. gelek albûmên baş çêkiriye. heta niha ji pêşengên muzîka kurdî bûye. lê belê êdî ne wek berî ye. êdî ji muzîka xwe ya baş bi dûr ketiye. heger em hêj stranên wî yên demên berî gohdar dikin ji ber ayhan evcî û ciwan haco ye. em bêriya ciwan hacoya berê dikin. em dixwazin ciwan vê carê bi rastî jî vegere. lê em dîsa jî jê hez dikin.



30.10.2013 17:19 | kurê xelkê

27. mirovê kurdî nizanin ji ciwan fem nakin . * dilê min bi wan dişewite.



11.11.2013 21:18 | diljan

29. ba, azman, herd, stêrk, roj, ewr, baran, derd, gul,, (bnr: destana êgidekî)



08.12.2013 14:52 | hozanagirîn

30. hunermendê ku şîrîna li ber dilê min e..

naşibe bi tu hunermendên kurd ên nûjen yan jî vê dawiyê sî salan..

ez demên wî yên dawiyê ango albûmên wî yên dawiyê ku sê-çar albûm in ji derveyê sînora nirxandina xwe dikim. min godarî kir lê nebû duyem, lewra şêweza xwe guherand û xwe jî hetikand

lê bes stranên wî yên kevin besî min e

kî dikare bibêje ku ez gava ciwan haco godarî bikim êş nakeve serê min?

ji bo her yek albûmên wî maqaletek divê ji bo her yek stranên wî maqaletek divê.. jixwe xeyalê min e ku rojekî ez ê dest rahêjînim pênûsê û qala stranên wî yên ku bandoreke bêhempa dihêle di derûniya mirovan de bikim

stranên wî yên kevin û dêrîn tu car kevn nabe ji siharê heya nivê şevê, li mal li dibistan li sûk li derve li nava cih... li her cih dikarin bên godarîkirinê..

çend stranên wî hene ku ketiye binîhêşê her kurd her ciwan her evîndar.. stranê wî yê hevala evîndar; 'dema ku mariv bi tenê godarî dike nikare xwe ragire gava ez tenê bim bikarim ji serî heya dawiyê godarî bikim min hê nekiriye û ne bawer im bikim jî ne hewce ye ku tu evîndar bibî jî jixwe gava evîndar bî çû ji te de!'



bi taybetî jî stranê wî yê 'min navê xwe kola li bircên diyarbekir' yanî ez çawa qal bikim nizanim, wisa hîsek ecêb pirr ecêb marivan dipêçîne min hê pênasa vê hîsê peyda nekiriye gava tu di tengasî û qeyranê de bibî bawer bike ku gengaz û pêkan nîn e ku bikaribî godarî bikî wê demê êdî ew ne stran e şîzofrenî ye gidî! şîzofrenîya hîs û hestên têvel û têkel, tevlihev;geh li evîn geh li welêt geh êşa zarotî û bêwarî geh giraniya kurdbûn geh sêdara şêxê min geh wêrîsa ku di qirika me de û geh jî sarbûn û tenêbûna te û bajarek ango çavek rêş... wisa dirêj dibe di nav 6 xulekê de..



digel ku xwe hetikand û ber bi çanda popûler ve çû dîsa jî hezar spas jê re ku hem dilê me bi êşê xweş kir hem jî qedr û qîmeta kurdî berz û bilind kir

deng û stranên wî yên ku ger ez bi baldarî guh nedim fêm nakim, bûn lehenga dilê min ê kurdî

tiştên xweş dide sehkirin wek welat lê ne di ziwahiya jiyanê de, wek evîn lê ne di tirşiya bajaran de kurdbûn lê ne di nava gur û çeqelan de.. wek ezman sayî



bila li benda min bisekine ez ê ji bo stranên wî û dengê wî di tahma spaskirinê de kîtêbek piçûk û şêrîn binivîsim ger ku xwedê temen da û jiyan derfet da û kurdî di dilê min şax veda...



07.02.2014 01:52 | ferhenga şikestî

32. tê gotin ku beriya ku derkeve li ser dikê, têra xwe vedixwe paşê derdikeve. lewma çavên wî her tim xumarî ne:-)



09.02.2014 17:56 | ferhenga şikestî

33. dema ku hûn bixwazin derd û kulên xwe bifikirin hûn dikarin ev stranên wî guhdarî bikin:

(bnr: hate ber derî)

(bnr: behr bê pêl nabe)

(bnr: min navê xwe kola li bircên diyarbekîr)

(bnr: welatperestî)

(bnr: welat)



23.02.2014 03:00 | mergehez

34. wekî go bavê teyar gotî, mêrê bi sed mêrî ye. go hema biştexile û di ber şitexali ya wî re muzîkek lêxê bese.

ê go dev diavêjin ciwan haco ew ê go ji.muzîmê fêm nakin, de bere bêjin di.muzíka kurdî de an di muzîka dinyayê de berhemek weke destana egîdekî heye an na ?



06.03.2014 12:14 | mamostanısebin

37. li ser kobanê stranek çêkiriye;

http://rudaw.net/kurmanci/culture/05102014



07.10.2014 00:12 | simurg56

41. gava nabêje "ez ê qurbanê we bim", meriv bi vê dilgermî ya wî dike bixwe bibe qurbanê wî!



(bnr: konserta ciwan haco ya li batmanê)



11.03.2015 23:04 | ervah.azad

42. di mala me de pir mişk hebûn, me nikaribû wan bigirta tim direviyan. min strana ciwan haco vekir tev serxweş bûn derketin.



(bnr: bilûrvanê gundê mişkan)



19.03.2015 01:05 | remlavêj

43. pirrî caran dema ji xewka şêrîn radibim, bi stranên ciwan dest bi rojê dikim. mariv ker nebe bi ciwan haco dest bi rojê nake, ew hemî ciwaniya ku niha têde me yekcar ji laşê min difûre,direve. dûmahika roja min bi melankoliyê derbas dibe, heta nîvê şevê nikarim ji ser xwe biavêjim.

ev taybetî bo min bi tenê li ba ciwan heye, ji xeynî wî tukes nikare ji siharê heya derengiya şevê min dîlgirtiyê melankoliyê bike..

dîsa bi ciwan haco'yî dest bi rojê dikim..

bila ew jî bibe diyariya min û pê re kêfxweşiya dilê verişînin

'Bilbil tu d'zanî Gelo ez kî me

Tu tim serbest î Lê ez girtî me'











11.04.2015 11:42 | ferhenga şikestî

45. vebêjê hemû êşên ji kurdistanê belavî kurdistanîyan bûye ye.



02.08.2015 20:38 | xendekî

46. stranbêjê mûzîka kurdî yê herî serkeftî dibinim yek jê ewe. stranbêjê ez heyranê wî û li serê mirîme stranbêjê sê çar sal hima bêje timî min wî gohdar dikîr û bi darê zorê dida gohdarkirin li dibistanê hevalê min ji minra digotin hê jî dibên ciwan, ciwan haco, ciwan hoca... min navê wî û wêneyê wî li ser kincê mektebê çapdikir hîngî hez jê dikir tev şaş diman û sipariş didan digotin wêneyê me jî wiha çêke û teklîf dihatin...(ewro îro min keçika li dora xwe dît ) dibe cara yekem li ser tîşorta çapkirina wêneyê hunermenda min derxistibe di sala 2004-2005 ada li ser tîşorta wêneyê xwe yê ciwan haco û yê yılmaz güney min koland li ser tişorta lê vê paşê li ser tişorta ahmet kaya, şivan perwer şahê bedo... derketin holê werhasil xwedê ji ciwan haco razîbe keda hunera wî heye li ser min heqê wî nayê danê..



03.08.2015 16:03 ~2015.12.31 16:13 | shorbevan

47. xwezî xalê me yê can ciwan heneki kêmtir vexwara. min îro darîya videoyeke wî ya nû kir, te bê qet tavilê ji xwe ve biçe... ez ji dil ve xemgîn dibim bi şeref!



23.09.2015 22:28 | ervah.azad

48. ciwanekî stranbêj e. bi rastî bi xwe ne ciwan e. lê belê stranên wî herdem ciwan e, tu pîr nabe, kevn nabe.



24.10.2015 18:35 ~2015.10.25 21:10 | xwedaparêz

49. nuha bi navê pêşmerge klîbek nû weşandiye. pir kêfa min jê nehat. lê ciwan e, guhdar'ikirin ne bar e.



di lîseyê de min rastî albuma wî ya off'e bûbûm û pir hezkiribûm. kekên min ên albûmên wî ya berê jiberkiribûn qet vê albûmê heznekiribûn û digotin, dev j'vê popê berde va ye yên xweş û niza'm çend tiştinên din. lê ez dev jê bernedam û heta gişa jiberkiribûm. erê! nostaljî xweş e.



31.12.2015 13:29 ~13:30 | biruya hayao miyazaki

50. ciwan haco, di sala 1991 an de li qamişlo li nav malekî konserek daye *





20.10.2016 15:20 ~15:20 | xwelî li ser

51. Bi navê felek albumeke wî ya nû di rê de ye. ev xeberekî gellek xweş bû. xwedê bike tehma salên 90î di vê albuma eî ya nû de hebe.





10.04.2018 23:10 | ceso

53. bi albûma xwe ya nû îşelleh bikeve ser riyeke di navber albûmên wî yên kevin û 2-3 albûmên wî yên dawîn. bi nûçeya albûma nû, gelek kêfxweş bûm. bila zû derkeve...



11.04.2018 22:05 ~22:05 | simurg56

54. Ciwan haco; Behre, ave, barane, axe, ewre, jîyane, berxwedane, serhildane, gotine, awaze, dîroke, ronahîye, heyve, roje, tave, tîrêje bi temami kurdistan e.



11.04.2018 23:01 ~23:02 | hesen bira

55. eva çend roj in strana wî a ez diçim (lawo here) guhdar dikim.
çi barekî giran e barê vê stranê..



12.10.2019 12:56 | bûtîmar

56. hunermedê muzîka kurdî yê herî mezin e. bandora wî li ser hemû stranbêjên piştî wî hatî re heye. di cîhanê de navdar e. yek ji wan kesên ku sedema serfirazî ya Kurdan e. yek şansa wî jî ew e ku muzîkjenên wî gelek baş bû(Paolo vinaccia, stein bull-hansen, audun erlien).



07.12.2019 02:04 | lîfikê firaxê

57. ê ku li gor min jî stranbêjê herî baş ê kurdan e.



07.12.2019 13:17 | brusk56

58. Yek ji hunemendên kurd yê teqawîd buye ye.



07.12.2019 13:44 | azad30

59. Êdî di pîknîkan de ji hevalên xwe re distire




Lê teqawîd nebûye. Hê berî 7 mehan jî stran û klîbek bi navê mektûb çêkiribû.



07.12.2019 20:07 | simurg56

60. hunermendê herî serkeftî ê kurdan e. Belê gotina "hevalê xwe ji min re bêje da ji te re bêjim tu kîyî" çend rast e. Dema ciwan bi muzîkjenên skandînavî re dixebitî li ku bû piştî bi ayhan evcî re, li gor miqamên muzîka tirkî çend albûmên ji hev xirabtir derxist li kû ye. Ronahîyên bakûr li kû, deşta konya li kû! Tevî tercîhên şaş ên salên dawî ciwan hêj xweyî îtîbarek mezine, qedirbilind e û gelek tê hez kirin.



25.02.2020 02:25 | hespêsor

61. Albûma xwe ya şevên sipî di demek nêz de derdikeve.




11.03.2020 12:25 | cinorek

62. albûm derketîye, ji du stranan pêk tê.
yek şevên sipî, du wilo.
du stranên baş xwendine û pîroz be.

em ê pêşerojê de single û maxi singlan ji ciwan haco zêdetir bibînin



11.03.2020 18:48 | lehî baranyan

64. asta herî bilinda muzîkê çi be ciwan haco ew e. ji muzîkjenên kurd re bû rêber. Sîya xwe danî li ser muzîkjenên kurd. ji bo netewa me nîmetek mezin e. baş e ku muzîka me di cîhanê bi wî tê nasîn. bi muzîkjenên cîhanê yên navdar ên wek joe cocker, tina turner û abba re xebitî ye. carna dengbêjek e ji nava herêma tora an jî ya botan, carna rockvanekî serhildêr e, carna bluesvanekî ji nava dallasê ye. şikur ji xwedê re ku ciwan bû ye para kurda. vê havîna borî li swêdê min ew dît û min hembêz kir te got qey dinya bû ye ya min
stranên wî hemû jî ji hevdu xweştir in lê belê wexta mirov guhdarîya performansên zindîyên girtîyên azadîyê, dîyalog û serburîyekê dike eleqeya mirov bi vê dinyayê re namîne. ji bo ku bikarim herim konserta wî ya li swêdê hefteyekê li barekê wek barwomanekê ez xebitîm û min çenteyê xwe da pişta xwe û çûm. piştî konsertê ez dîsa çûm cem wî û min têr û têr hembêz kir.



13.04.2020 23:47 | soryazyus

66. Ciwan'iya me

Her sal di emr re dibûre, hîsên serboriyê , di rûzemînê hişî de weke gulan dibişkivin. Berî her tiştî, li hemberî hîsan duristî divê, aşkirin divê, xwedîlêderketin divê. Û bi vê sozê!



Xalê min î ez di 13-14 saliya xwe li dikana wî li ber destên wî dixebitîm him mamûr û him jî esnaf bû. Teqrîben serê salên nohdî bû. Hişyariyeke geş di nav millet de belav bûbû. Nexasim jî di nava xortan de. Ev xalê min jî yek ji wan bû. Navsereyên me tiştên jiyabûn baş ji me re rawe nedikirin lê gava devên wan vedibû digotin ;"lawo em Kurd nabine însan! Dest ji wan tişt û miştan berdin!".

Di wan salan de tiştên hîsên xortan zindî dikir çend rojname, kovar û "band"ên muzîkê bûn. Rojname û kovar zêdetir zimanê wan bi tirkî bû lê "band" bi kurdîyeke xas bû.

Kesî ji me di dikana xwe de zûbizû nikarîbûn rojnameyên wê wextê de derdiket bi hêsanî bixwenda û li wan "band"an guhdar bikira. Ji ber ew çav û guhên li ser me. Yan yên ajanan bûn yan jî yên polêsên sivîl bûn. Jixwe me ew hemû nasdikir û gava nêzîkî dikana me dibûn, me jî li gora wê cî dida xwe. Yan rojname şûna wan yeka virt û vala digirt yan jî ew "band" şûna wê "kaset"ên pop an jî erebeska tirkî digirt. Her daîm bi wan rojnameyan re yeka tirkî jî dihate kirîn ji bo li ya bi qîymet bê pêçandin û veşartin. "Kaset"ên tirkî jî bi hawekî bi dest diket ji bo rewşên xetere, ji bo ew çav û guhên li ser me bûn. Tabî kasetên tirkî di dexlikekê de bûn , "band"ên kurdî jî di dexlikeke din ya masa dikanê de bûn. Li gora rewşê destên me diçû dexlikan.

Îja dawî dirêj nekim, emrê min weke min got 13-14 sal e. Tabî rojnameyên bi "talûke" zûbizû bi dest min nediket lê ew "kaset"ên tirkî û "bandên" Kurdî bi şertê kontrola wan bi zaneyî bikim ji min re serbest bû.

Welhasil, rojekê xalê min di dest wî de "band"ek û kete hundurê dikanê. "Band"eke hatibû dagirtin. Li ser wê ti nivîs û işareteke go meriv bibêje a filan kes e nebû. Lê şahîk bû, dibiriqî û rengorengo bû weke wêneyekî abstract. Xalo çawa anî, xiste dexlika binî û hinek kaxiz maxiz avête ser wê. Paşê ji min re got "neke neke tu vê bandê guhdar neke!". Bi rojan min xwe girt û lê guhdar nekir lê ev lawikê mereqdar gelo wê karî be bi xwe?

Ew roj hat û "band"a qapaxa wê abstractî cezba wê bi serket û kete nava teybê.

Bi întroyeke pir xweş stran destpêkir, melûl melûl diherikî muzîk. Enstrumanên di muzîka kurdî de qet nedihat(helbet li gor zanîna me ya wê wextê!) bikaranîn û yên têne bikaranîn jî bi hevre, bi ahengeke wê qet neyê jibîrkirin, weke xewnekê, weke sira sibehên gulanê herikîn û hey herikîn. Muzîsyen dengê wî ji dengekî wêdetir weke dengê enstrumanekê bû. Geh sakîn bû, geh bi kîn bû. geh bi xeyd bû, geh bi kêf bû. Geh dikeniya, geh digirîya... û ji wê rojê heta îroyîn şopeke dirêj destpêkir.

Çi digot?

Behsa kîjan hîsa welatparêziyê dikir?

Bi çi sloganê rest dikişand?

Bi kîjan dîsgotinê meriv dikarîbû carbicar di ber xwe de bigota?

Mesela min ê bikarîba rîtma enstrumanên wî jiber bikira?

Ka ew gotinên nivqurmiçî wê çawa bêne jiberkirin?

Gelo filan peyva wî yî di nav zimanê xwe de dibe û tîne, çawa tê gotin?

Ma filan gotina wî mehna wê çi ye?

Yaw tiştek ji vê kurmancîya wî ya xerîb, wê çawa bê fêhmkirin?

Bi tirs û sed pirsan ew "band" hate guhdarkirin.

Pir xweş bû. Xweşiya wê nedihate îzahê. Hemû "band" li alîkî ha ew li alîkî.

Her emr çû, pêre pêre ew jî bi wê nezaket, serhildêrî, nazenînî, qerfî, ecêbmayî, welatperwerî, heyecanî û hwdiniya xwe bi me re hat. Na bi eslê xwe bi me re nehat, da pêşiya me û hîn jî dimeşe.

Di xortaniya me ya ewul de heke yek jê hormon be, yê me li bin guhê hîsên
ecêb dixist yê diduyan jî deng û muzîka wî bû. Bi wê elimandina lorandina wî ve em her yek êdî bûbûn sewdaserekî wî. Ji bo sewdaseran, car heye dîmenek, sûretek, kenek, gotinek an jî tiştekî di derheqê fenomen de çawa dibe sebeba heyecaneke bêhempa, yê me jî li me wer dihat û tê.

Êdî em li pêy şopê ketibûn. Çi "band"ên wî hebûn, bidestxistina wan bûbû şertê ewul! Paşê yekbiyek qeyd û tomarên spontane! Heta heta posterên wî, edresa mala wî û nimra telefona mala wî, ji malbateke çawa ye, hezkiriya wî heye an na, zewucî yan ne zewucî, navên zarokên wî çi ye?!

Hinekan digotin " xizmê filan kes e", hinekan digot "wê rojê ez bi telefonê pêre peyivîm" hinekan digot " filankesê min hevalê wî yî ji dil û can e", hinekan digot "nexweş e, wê bimre" hinekan digot "kêş e", hinekan digot "ma ev jî xweşbêj e?" , hinekan jî" zêde henekvan e", hinan jî " dil û can e", hinekan " wekî henekan e", hinekan "hino hino dibe dilo"...

Êdî hêdî hêdî sînorê sewdaseriya wî belû dibû. Yên ji wî hezdikirin, profîla wan ; piraniya wan kurik, hinekî netebitî, gundîtî di backrounda xwe de hiştî, ji klîşeyan hez nakin, tehemûla li sloganan kêm, meşeke reqsok, porekî gijok, hêdî hêdî muzîkên weke reggae, punk, rock, jazz, new age û hwd guhdar dike, bêtir ji metropolan hezdike, cilên vîntage li xwe dike, dixwaze hînî gîtarê bibe, araqê vedixwe, ji blue jeansan hezdike, rasterast bê fedî û tirsa mezinan bi dengê hêrs dikene, îlleh bi kurdî dipeyive, kurekî wî çêbibe wê navê hunermendê xwe lê bike, û filan û bêvan.

Di sala 1996 de gotinek belav bû, digotin "band"eke nuh çêkiriye, virde wêde li ber desta ye. Bi navê wî, bi qaçaxî "band"ek derket. Stranên wê hemû jî zêde xweş bû. Herkesî demek kurt de stran jiber kirin û di civatan de li ber tembûr û gîtaran bi hev re digotin. Lê yên bi devoka wî dizanîbûn bi şik bûn. Digotin heye go ev ne ew be. Heta belû bû ew e ,ne ew e bi hezaran kopiyê wê "band"ê hate firotin. Paşê li gor gotinê (wê wextê gelek tişt bi saya gotinên sansayonî, rastiya wan belû dibû) wî gotibû ew ne ez im, kurxalê min e. Paşê me qasî wî ji kurxalê wî jî hezkir.

Hinek ji me û hinek ji wî, me roj bi roj xwe dikire pisporên fenomenê xwe.

Di refên mala me de temama "band"ên wî rêzkirî bûn. Nexasim jî lazim bû li gor kronolojiyekê bihatina rêzkirin. Yên bi bandrol jixwe belû bû kengî hatibûn tomarkirin lê yên bê bandrol? Ew jî me li gor ciwaniya dengê wî yan jî li gor agahiyên ji me re bi hawekî dihatin bûn. Bi rêzkirina "band"ên wî diva bû me rêza her strana wî yî di "band"ê de jî zanîban. "Band"ên wî yên bi bandrol û kartoneta wan hebûn weke di mozeleyekê de bin, pîroz û miqades bûn. Yên bê bandrol û kartonet jî me ji xwe re li gora dilên xwe jê re fîstan didirûtin. Tabî ev jî hebû, ji me kî bi kurmanciya xwe bawer be dest bi nivîsîna peyvên stranên wî jî dikir. Heta gelek caran hin hevalan dibihîstin go ez di deşîfrasyona peyvên wî de başim dihatin serdana mala me ya xwendekaran û daxwaza hin stranan ji min re dikirin.

Bi saya "Hesenê Bandçî" bi dehan caran hevalan sîparîşên seta "band"ên wî ji min re dikirin û sewdaserê wî dibûn xwedî dîskografîya wî. Her zîyareteke min a li "Hesenê Bandçî" ji bo min heyecanek bû. Çi ku min zanîbû ew ji ku bîne wê bîne û tiştekî nû wê pêşkeşî min bike ez ê jî ji hevalan re. Carekê hevalekî dîsa sparîşa xwe dabû min û min jêre anîn. Piştî guhdariya "band"ekê got "ha ev ne tenê bandeke, ev ji stranên du bandan hatiye çêkirin." Min jî got" te ji ku têderxist?", Bersiva wî weke ji hunermendê me bi xwe bû "ti bandên wî naşibe yeka din. Him ji alî vegotinê û him jî ji alî enstrumanan ve. Guhdar ke ev herdu stran naşibe yên dinê.". Rastî jî wusa bû û bela ko min ev keşf nekiribû hinekî hesidîm li hevalê xwe. Paşê di gelek roportajên wî de, wî bi xwe jî welê got. Roportajên dikir jî ji çend salan carekê bû. Ew roportaja dikir me dehan caran dixwend û ji kêfan em difirîn. Qaşo roportajên nû bûn lê di her yeka nû de her tim eynî rêzepirs jê re dihate kirin. Ne xem bû! Tim dibêjim, heta niha kesekî bi dilê me pê re roportaj nekirîye. Pirsên bê pirsîn divê bi kîtekît, ji "band"a awulîn bigre heta ya talî be û ya herî muhîm çîrokên her stranê jî jê bê pirsîn!

"Play list"ên wê demê jî, "band"ên "90lix" bûn. Li rûyekî wan stranên wî yên slow û li rûyên din yên reqsok me li cem "Hesenê Bantçî" dida qeydkirin. Paşê di nav destan de digeriyan ew "play lîst"ên me.

Kurmanciya me bi saya wî qewîn dibû, jiber em li pêy mahna peyvan diketin. Çi ku kurdîya me têrê nedikir. Fêhmkirina gotinên wî bi hezar rêbazan bû. Yan bi nasîna hevalên devokên derdor û bajarê wî, yan hino hino hînbûna nivîs û xwendina kurdî, kovar, rojname û pirtûkên kurdî... Heke ji me gelekan îro zimanê xwe bipêşxistibe, bi saya gelek tiştan e lê ji stûnên banê zimanê me yên herî qewîn û stûr yek jê hezkirina ji wî ye.

Rojekê bavê min ji bo karekî xwe hatibû bajêr û daxilî mala me ya xwendekaran jî bûbû. Feqet wê kêliyê ez ne li mal bûm. Çawa ketibû salonê rastî wêneyê wî yê min bi qelemreşkê xêz kiribû hatibû. Ji pismaman pirsîbû, bê ka kê ev xêz kiriye. Bersiva wan ez bûm. Paşê bavê min gotibû "ma çima rokê yê min çênake? Êêê ma ew ê ji ku çêke? Qasî ji vîya hezdike ji min heznake!". Piştî ji min re qala vê monologa bavê min kirin, ez gelekî hizirîm. Ka gelo raste yan na? Bersiva min helbet "na" bû. Ji ber ko hezkirina merivan ya ji her kes û tiştî li gor dîyalektîka wan e û ne rast e meriv bide ber hev!

Yano, ji qewlê zimên, dêya zimên yek be jî, ew polîgamîk e û bavek jî jê carinan fenomenek e.

Wî li dûrî welêt navê xwe dikola, em li welêt dibûn mirovên bê derd.

Wî bangî dîlberê dikir, me xwe dida li ber xencerê.

Wî srûda bayê xerbî digot, em li Seydayê Gerok digeriyan.

Wî zerzeng dixiste serê dîlberên qeşeng, li ber behra wanê wêran em bûn.

Wî sî û sê gule direşand li çavên yên pişta dayikan dikire xerîte, em diçûn li gundan dida pêşîya keça ciwan.

Wî navê Emîna li keçan dikir em dibûn komek hestî.

Wî destana egîdan dixwend em wekî zarokekî ji nefsa hejîrekê bangî lê lê dayê dikir

Wî bi xezalan hezaran derd çêdikir, yên me dinyayê em ji xwe re dikuştin.

Wî bi şev û roj bi pêşmergeyan re bû yên me em bi canê re diçûn dîlanê.

Wî xewnên deryayan didît me yên pereyan.

Wî digot na! na! de bes e, me digot da min da min cohtên memkan wê da min.

Wî her û her ji me re got ê de welleh em ê jî pê re her û her bibêjin!


Nîşe: ev nivîs di şeveke pandemiyê de hate nivîsîn û ji çend malperan re hate şandin lê kesî qîma xwe pê neanî. Madem li vir lijne, sansûr û kontrolên beradayî tuneye, heqê wê li gora min ev der e.



06.02.2021 02:19 | hemdilaarda

67. hûnermendek hêja û çawkanîya navê min ê delal e. ên wî yên zêdetir hez dikim ew in:

(bnr: leşker)
(bnr: hevala evîndar)
(bnr: cenga gel)
(bnr: sê sê)
(bnr: gula sor)
(bnr: bêrîvanê)



07.05.2022 00:47 | ciwanzêr

68. çawa nizanim lê bi strana leylanê ji xew hilçeniqîm. Li aliyekî dengê ciwan li aliyekî semfoniya ji dengê piyano, mandolîn, trampet û gîtarê pêk tê ez dam ber xwe, birim û anîm, li bin guhê şevê xistim.
Ciwan dengê te ew qas xweş û geş e dikare hemû tarî û zilûmata gerdûn û hebûnê biçirrîne û biçirisîne. Dengê te yê "xemrevîna terkeserên dinyayê" sed hezar milyon salî be Ciwan,.neêşe, nerize, herûher li dinê bimîne.
Gava ku kes li qeraxê şevê nema, tu li wir be.





24.07.2022 05:16 | endazer

69. Klamên vi gelek xweş u rengîn e. Gava strane vi guhdari dikim,xwe wenda dikim.



25.07.2022 04:45 | parezerbeg

71. Kesê ku reng û şoreş aniye muzîka kurdî ciwan haco ye.



10.03.2023 20:55 | horhorik

72. ez çawa strana wi a bi navê "wilo" ne bihîstiye? min çawa êv strana xweş nedîtiye? ax ax.




11.11.2023 22:07 | horhorik

73. ciwan haco hemû serpêhatiyên xwe yên ji zaroktiya xwe heta roja îro di podcastên ku bi dilbixwîn dara re çêdike de vedibêje. ev podcast di youtube'ê de hatine weşandin.
çend xalên ku bala min kişandine
- peyva beletewş cara ewil min ji ciwan bihîst. bi rastî peyveke bilêvkirina wê zehf xweş e.
- li gor ciwan strana wî ya ku di nav kurda de pê navdar bûye = bircên dîyarbekir
- gotegota ku dema ciwan derdikeve ser dikê serxweş e jê re hat pirsin. ciwan vê qebûl nekir û got derew e.
- ciwan kurdî, erebî, îngîlîzî, almanî, norweckî, swêdî dizane. (polyglot)

Here lînkê



28.12.2023 22:37 ~22:41 | çaya germ

75. Strana xwe ya merheba îro dîsa weşand. Heya min bi rastî tunebû ji ber stranê. Law tu dibêje ez hemû stranên ciwan guhdar kirime lê dîsa ji derekê din straneke din Derdikeve. Min ji wî ti tişt fehm nekir*




11 roj berê 20:21 | horhorik

76. ji bo min ji hemû hûnermendên din cûda ye. astekî din e. tiştek din e.
carinan dibêjim dema ew jî wek beytocan here ser dilovaniya xwe, em ê çi bikin..



10 roj berê 19:10 | brusk56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» ciwanên bajarî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî