Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
serbûriyek - tirşik
serbûriyek

Navê mijarê ya ewil ev bû:serburiyek
(9) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. niviskara nû ku ez nizanim wateya navê wî çi ye .

bi lez hat , xêr hat .

bawerke alê wî yê teknîkî baş e *



08.07.2013 11:17 | brusk56

2. xêr dît. serburiyek helbesteka rojen bernas e û ciwan haco ji albûma xwe ya dûrî de gotiye.



dîlbera mi runişt

dîlbera mi rabu

weke hinek tişt

jê ve xuya bû

wê persaki hişt

bi çav û birû

axê vemalişt

u çu min da dû

nêzikî tenişt

bûm û min got û

vî dilê zarû

go "deng me ke hişt..

bilezîne zû



ez û yara şeng

çûn ber çemekî

rawestan li teng

hêşin kemekî

têde rengareng

gulen bîhneki

hebûn. go qeşeng

ew yara bengi

be hîs û be deng

divê mêzeki

wî marê li çeng

marê koreki

ji kemê bi ceng

mi dê ve berzeki



ev bergaha ha

wargehê min e

tevi mi ji te ra

bex û mizgîn e

marî ji kema

hanê darine

biku je bila

êdi nemine



we gev ev singa

sor û spi ne

ji cotikên memka

ji xwe ri hilîne

bide ber gezaxwe pe vejîne



şer e zila i

ji pey min ve be

edi bi temami

evin ne ew e

ku di ki beyanî

ma bi çav û dev e

beng î û ram î

min ji dil da te

ser vi meqami

dilpiritî me

tu bo min qami

le çikim nezani

xişim û xam î



dilo rebeno

rebeno dilo

bi jan û kovan

bi xem û kulo

me go "carekî

biçejîn wilo

ji evina xweş

evinê çilo

anî serê me

jinê li me şelo

kir be xetere

dilor rebeno

rebeno dilonaşit û nezan

bi derd û kulo



08.07.2013 11:34 | serburiyek

3. Di romana Şener Ozmen a bi navê Rojnivîska Spînoza de beşek ji vê helbesta Rojen Barnas heye. Navê keçikê Peyman e û kurd e;navê lêwik jî Ehmed e û Ereb e. Peyman dibîne ku Ehmedo (Ehmeqo) tenê ji bo seksê jê hez dike û -dil bi xwe de li ser navê evîntiyê- wê wek objeyeke seksê dibîne û bikar tîne. Ev "helbestran" jî vê rewşê dide der.

(bnr: Şener ozmen, rojnivîska spînoza, lîs, amed, 2007)



08.07.2013 23:49 | zero

4. ciwan haco dema vê stranê distirê dikeve tepê û transê.. ji xwe dema dibêje diloooooo rebeno rebenoo diloooo xwîn di laşê mirov de cit dibe..

dilo rebeno rebeno dilo.. naşît û nezan bi derd û kulo.. mixabin wek şair jî dibêje dil pîr nabe û dersan ji ezmûn û serpêhatiyan nastîne.. heftî salî be jî wekê ciwan her wekê xortê çardehsalî ye.. fermo..



12.07.2013 16:23 | endazer

5. wate ya wÎ macerayekÎ ye. ji peyvÊn stranÊ em fehm dikin ku haco u di navberÊ keçek narÎn macerayekÎ kavimÎye. ji bo wÎ navÊ stran serburÎye herhal.



not

bide ber geza u bimijÎne...



macera - cereyan (erebÎne)



03.04.2014 13:02 | hun çawane heval:)))))))

6. gotin sar dibin dema pesnê ciwan didim. çirkeyek, tenê kêlîyek qasî lêdana dilê evîndar kin newayek, peyvek wasat nîne di stranê de. rojen barnas li tenişta dîlbera qeşeng şeh kirye kezîyên kin. ciwan haco bi dilê xort ji giyanê helbestê berhemek esmanî afirandiye. Ev serbûrî me li ber çem digerîne, aşiq dike, bi yarê şa dike, dilê reben dişewitîne lê efsûna stranê li ser van hestan re ye, zewqên kûr bexşî guhdaran dike.

her kêlî, her peyv, her pêjn, hilbûn û daketinên ciwan, coş û kedera wî, dengê bilûrê gîtarê sîtarê, sêhra jazza îskandînavî, harmonîya muzîkê; muhteşeme.



02.04.2020 22:59 | hespêsor

7. Yek ji stranên xweş a albûma Ciwan Haco ya "dûrî" ye. Dema ciwan dibêje dilo rebeno, rebeno dilo!.. xem û mereq di dilê mêriv de dicivin.
"...Evin ne ew e
Ku d'kî beyanî
Ma b'çav û dev e
Bengî û ramî?"



02.04.2020 23:58 ~2020.09.15 15:14 | xeyda

8. strana ciwan heco a ku rojên berê û aramiya berê tîne bîra min .
mixabin ro bi ro çeja her tiştî xera bû êndî ti tişt ne wek berê ye, wa hîsseke bê wate ye wego kutane jiyana me.
lê çi heyfe ku dengê ciwan heco di paş de dimîne û gotinên wî zêde nayê seh kirin min çi dixwast ku ev strana hq(high quality) bûna.



28.07.2021 13:38 | shwinsherm

9. strana ku bi versîyona dengê ciwan haco nemayî paş, min li vir bar kir: Here lînkê

(bernameyên moises, winff û kdenlive sax bin)



29.07.2021 10:41 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» serbûriyek

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî