1. straneke gelêrî yê qereçiyên ewropayê ye. bi fîlma dom za vesanje (eng: Time of the Gypsies, ku: wextê qereçiyan) navdar bû. li zimanên wek tirkî, yunanî, rûsî hwd. hatiye wergerandin û stirîn. ji aliyê komekê li kurdî jî hatibû wergerandin lê belê ji ber ku youtube-yê nikarim vekim navê komê nayê bîra min. |
|
06.04.2014 09:38 |
oxir
|
2. strana ku ji kengî de ye ez navê wê digeriyam.. xwedê ji oxir razî be.. |
|
06.04.2014 10:27 |
mergehez
|
3. navê straneke goran bregović a bi navê wextê çîngeneyan ve ji bo fîlma emir kusturica hatiye çêkirin e. straneke pir xweşe û hema bêje ji fîlma xwe zêdetir tê zanîn. |
|
19.10.2016 11:56 |
nazim tolhildan
|
4. versiyona wê ya bi kurdî jî heye, komeke bi navê berçem, bi navê dilerizim jê re gotinên kurdî li hev anîne û stirhane. wekê versiyona orjînal kêfa min ji versiyona wê ya kurdî re jî nayê. hewayeka vê stranê ya erebesk heye, qesw û melankoliyeke giran xwe li newqa newaya stranê pêçaye, û eger belayek neyê serê min fîlm jî fîlmeke overrated e. |
|
20.10.2016 03:05 |
endazer
|
5. tê de dibêje dayê kêfa min gelekî ji wir re tê. |
|
14.01.2017 17:58 |
nubin
|
6. Alternatifek ji bo versiyona kurdî |
|
15.08.2017 11:36 |
sloujouc
|
7. Gotinên stranê : |
|
21.06.2020 17:04 |
yûsiv
|
8. Û nişeyek ev strana koma berçem li (bnr: erxenî) ya delal hatiye kişandin. |
|
21.06.2020 17:08 ~17:09 |
rizgarm
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
dîsfajî [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |