1. modeyeke nû ye. yê ku vê ziqûmê vedixwe weke ku guyeke baş dike li her derî reklama xwe dike, dibêje qey ew bi vî tiştî dibe şexsiyeteke mezin û dixwaze xelk pesnê wî/wê bide. |
|
06.04.2014 10:31 |
oxir
|
2. min jî çend car ceriband ku çaya xwe bêyî şekir vexwim lê bi ser neketim ji ber ku pirr tehl dibe. kesên ku bêyî şekir vedixwin tahma çayÊ digirin lê em tahma çayê nagirin bi pirranî tahma şekirÊ digirin. tiştê ku balkêş e ew e ku dema mirovên ku çaya xwe bÊyî şekir vedixwin, karîzmayeke bÊhempa didin xwe weka ku ji ezmên pekiyabin an jî gihiştibîn nîrvanayÊ ji wir jî derbasê heyvê bibin. dema çaya xwe dibin devê xwe, derûdora xwe pÊ haydar dikin, bi tevgera xwe dixwazin bibêjin ku; ''binêrin ez bêyî şekir vedixwim hûn hê zarok in'' |
|
06.04.2014 14:23 |
ferhenga şikestî
|
3. li gorî kesên ku bişekir vedixwin, qurrede ye, kertafî ye. |
|
06.04.2014 14:35 |
simurg56
|
4. ez naha bibêjim ez jî çayê bê şekir vedixwim ez nizanim gelo wê bibê reklam an na? lê ez bawerim ne hewceye mirov bi vê yekê zirt û forta biavêjê..çawa vexwarina çaya bişekir tiştek ji rêzê bê li gor min vexwarina çaya bêşekir jî tiştek ji rêzê ye.. em werin ser meseleya her der û demê diyarkirina vexwarina çaya bêşekir. li hin derên ku mirov diçê mêvandariyê xwediyê malê li ber mirov şekirî digirê dibêjê ma ti şekir navêjê çaya xwe. wê demê mirov bivê nevê lazim e bibêjê ez çayê bêşekir vedixwim.. yanî dema mirov mecbûr bimînê ez bawerim tiştek normal e.. lê ne lazim e hema tu her der û her seetê bibêjê welle ez çaya bêşekir vedixiwim.em werin ser ta'ma wê.. ev e nêzîkê 2 (du) sal e ku ez şekir navêjim çaya xwe.. lê hema min ji nişka şekir qût nekir.. gav bi gav. berê min 3 şekir diavêjte çaya xwe.. hino hino min kêm kir. heyva pêşiyê min kir 2 şekir, heyva 2yê min kir şekirek û heyva 3ê jî min yekserî dev ji şekir berda.. lê ez naha çaya tehl venaxwim. dema ez li malê bim her û her ez lîmonê dixim çaya xwe. heke ez çûm mêvandariyê ger pêk werê ez lîmonê dixwazim lê eger pêk nehat ji bo ku tehliya çayê bistînê ez mecbûrî şekirekî dikim çaya xwe..Rastî jî dema mirov hînê çaya bêşekir bibê çaya ku 2-3 şekir hatî avêtin li ber mirov weke şerbetê ye.. Min evqas tişt gotin lê bi xwedê ne ji ber zirtê xwe bidim e ye.. |
|
06.04.2014 16:28 |
nan û av
|
5. ferka wÎ ji çaya bi şekir tuneye. kÎ çawa dixwaze vexwe bila wusa vuxwe. |
|
06.04.2014 16:31 |
hun çawane heval:)))))))
|
6. çaya min e. Û ez qebul nakim ku herkes bibêje hun pesnê xwe didî ji ber ku weke nan û av gotî derna mirov bi mecburî û bi awayeke normal dibêje ew bêşekir vedixwe lê yên bişekir vedixwin xwe nagirin û didin ser yên bêşekir vedixwin. bela xwe ji me vekin kuro. |
|
06.04.2014 18:54 |
azadixwaz
|
7. bila herin ava rûlê vexwin xweştir û tehltir.. ha çaya bêşekir û ha ava rûlê.. |
|
06.04.2014 19:31 |
endazer
|
8. çaya çay e. hinek nivîskar wê û tamên nizanin didin ber hev, mafdar in, ji ber ku tama wê jî nizanin. |
|
06.04.2014 21:44 |
azadixwaz
|
9. di navberekÊ de min jî got ezê çaya bê şekir vexwim Û min dest bi kemkirina şekir kir lê pistî min hejmara şekirê xwe kir tenê yek, min got ne hewce bê şekir be, jixwe şekirek jÎ kêm e Û mere dikare tama çaya bistîne. yanÊ: |
|
06.04.2014 21:50 |
mergehez
|
10. ez hatime cihekî wisa yên ku çaya bê şekir vedixwin ji yên ku çaya bi şekir vedixwin pirtir in. pirî caran bi ser min dikevin û dibêjin êdî dev ji van tevgerê xwe berde û çaya bê şekir vexwe lew tu ê êdî xweştir tama çayê hilînî. yek, do, sê... mi go eyb e şerm e êdî ez jî dest pê bikim. rojek duroj sêroj. mi dît ku ez dikarim vexwim lê li ecêba giran mêze bikin ji derdê şekir ez dikira dîn bibûma. dawiya dawîn min fehm kir ku wan ji bo tama çay dev ji şekir berda bû lê min ji bo şekir çay vedixwar. yanî bi kurt û kurmancî mebesta min jixwe şekir e, çay bahane ye bo min.îcar dipirsin tu çima çaya bi şekir venaxwî? ez jî dibêjim jixwe dinya duroj sêroj e, tehl û mehl nayê borandin... |
|
06.04.2014 23:44 |
ceso
|
11. çaya ku min bi sêrî de, bi neçarî dest bi vexwarina wê kir e. ji ber ku, ez di rojekê de herî kêm 20 îstekan çay vedixwim. her îstekanê de 2 heb şekir ango 20x2=40 heb şekir. bi avayî em dikarin ku bêjin 40 heb şekir= 2 heb debax meqeneyên tayyip. di wê rewşê de min ferq kir ku roj bi roj kîloya min zêde dibe. di dawîyê de min salekê berîya îro dev ji şekir berda û êdî hînî çaya bê şekir bûme. |
|
09.04.2014 19:26 |
nazim tolhildan
|
12. (bnr: hun çayê venaxwin, hun şerbetê vedixwin) |
|
09.04.2014 21:48 |
ceso
|
13. a ku nexweş e. û a bi şekir jî nexweş e. ji ber ku vexwarinên xweş tevde ya biha ne yan heram e em mecbûrê wênin. ha û mirov çiqasî vexwe pê aciz nabe û naêşe ev jî tiştekî baş e. lê belê dîsa jî bi min çayê nexweş e. |
|
09.04.2014 23:16 |
giyanstêr
|
14. çi wext ez wiya ba hevale xwe bibejim tev min dikin şermandin. le bele ki çi bibeje beje. Ez çaye sekir hezdikim usaji weduxum* |
|
09.04.2014 23:18 |
keça kumsore
|
15. (bnr: miroven ku ji bo çaya bÊ şekir weduxwin xwe dipesinin) |
|
29.07.2014 20:45 |
mala te ava
|
16. (bnr: çîkolateya bîtter) |
|
09.03.2015 20:05 |
simurg56
|
17. Jîyana lîght. |
|
09.03.2015 20:12 |
sedrik
|
18. (bnr: çaya ber komputerê) |
|
10.03.2015 00:26 |
azadixwaz
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |