Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
pira bakur û başur - tirşik
pira bakur û başur
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bernameyekÎ rind bu. hÊ didome nizanim



06.04.2014 16:15 | hun çawane heval:)))))))

2. berê li ser kanala gali kurdistan bû, û xanimekÎ bi navê sîdar basut pêşkêş dikir, lê îcar çûye ser trt 6ê û xanimekî bi navê îman ferman pêşkêş dike.. hê dema li ser gali kurdistan bi pêşkêşkariya sîdar basutê dihate weşandin, liqayî çend beşekî ji vê bernameyê li ser televîzyonê bibûm.. ne pêşkêşkara bernameyê sîdar xanimê dikarî biaxive (tabî dema mirov di jiyana xwe ya rojane de tirkî bikar bîne û kurdî tenê wek kar û pîşeyeke ku debar pê tê kirin bibîne, bivê nevê mirov dema diştexile, dilikume û diterpile) û ne Jî ew kes û karên ku ji deverên muxtelîf ên bakurê kurdistanê bername lê dibû mêhvan..

min niha seyra fragramana bernameya ku li ser trt 6ê bi pêşkêşkariya îman xanimê tê kirin, kir, bi xwudê devê min şeş bostan ji hev ma û ez gelekî pê kêfxweş bûm, ji ber ku min texmîn nedikir, bernameyeke kurdî ev qasî bi profesyonelî bê çêkirin û pêşkêşkirin;



26.06.2014 02:29 | endazer

3. bernameyeke gelek xweş û bikêrhatî ye, nemaze ji bo wan kurdên ku dixwazin başûrê kurdistanê başebaş nas bikin.. li ser înternetê min lê nêrî teqrîben 120-130 beş hatine çêkirin heta niha, û hema bêje gundek, navçeyek, ji deverên başûrê kurdistanê bernedaye ku neçûyê lê nebûyî mêhvan.. vêca bi ser de jî pêşkêşkara bernameyê gelekî jêhatî ye û profesyonel e, kare bi hêsanî têkiliyê ligel hemû pêkhateyên civakê dane, pirsên baş û di cihê xwe de dipirse li ser jiyana rojane, erf û edet, deb û nerîtên devera ku lê bûye mêhvan.. pêşkêşkara bernameyê têra ku bikaribe bi xelkê re têkiliyê dane, bi kurmancî, soranî, erebî, tirkî û tirkmenî û îngilîzî zane, min duh li ser înternetê darî çend beşek ji vê bernameyê kir, xanimê ji nav zimanên ku li başûrê kurdistanê tên axaftin, zimanek tenê berneda.. kurdek eger bikaribe darî hemû beşên vê bernameyê bike, dema çû başûrê kurdistanê bi hêsanî çi bi behdînî û çi bi soranî wê bikaribe têkiliyê ligel xelkê deyne û îşê xwe bibe serî..

li ser youtubeê, her beşeka bernameyê nêzikê 5.000 caran hatiye temaşekirin, yanî bi qasê dixweye meyl û bal û eleqeyeke baş li ser bernameyê heye.. di bernameyê de bi qasê ku min jê fêhm kiriye, sansûr li ser çend tiştên siyasî heye, lê navê bernameyê û naveroka bernameyê li gorî min hem ji bo trt 6ê hem ji televîzyonkariya kurdî şoreşek e.. di vê serdema teng de ku hê jî kurdên bakur nikarin navçe û parêzgehên başûrê kurdstanê ji nav hev derxin, derfeteke baş e ku başûrê kurdistanê bi temamî nas bikin..



26.06.2014 13:01 | endazer

4. sîdar basur di qanala hanê de hê jî peywira xwe didomîne lê ez bawer im navê bernameya sîdar basut, rêngên bakur e



26.06.2014 18:56 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirate bays
» bakur.nekure1

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî