Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    0 mijar û peyam
        xweştirîn kurmancî - tirşik
        xweştirîn kurmancî
        (1) (0) ecêb (0) (10)
        di mijarê de bigere

        1. ya kê ye an li kîjan der û deverê tê axaftin mereq dikim.. mixabin hê jî liqayî kurmancîaxêveke ku di nav şitexaliya xwe de bêyî sekn û bêyî likumîn û bêyî him û gim wekê avê pê de diçe nehatime..



        2014.04.08-01:23 | endazer

        2. TI JI KÎ KURMANCÎ BIPIRSÊ WÊ BIBÊJÊ KURMACIYA XWEŞ Û ESÎL KURMANCIYA ME YE.. jI BER WÊ BI AWAYEK OBJEKTÎF MIROV NIKARÊ BERSIVÊ BIDÊ.. hEVALEKÊ MIN JI SILOPIYÊ HEBÛ. cAREKÊ EM KETIN MUNAQEŞEYA KA KURMANCIYA KÎ XWEŞTIR Û ESÎLTIR E... sERÊ HER GOTINA HEVALÊ MIN Ê SILOPIYÎ EV BÛ: kURMANCIYA ESÎL KURMANCIYA ME YE.. e BAVO MA VÊca TI ÇI JI WÎ RÊ BIBÊJÊ.. hERKEs XWE ESÎLZADE DIBÎNÊ..



        2014.04.08-01:28 | nan û av

        3. di gundê me de gundiyên me bêyî sekin, terpilîn û likumîn bi awayekî herikbar bipeyivin. ji ber ku gundiyên me qet neçûne dibistanê û ji mêj ve ye ku li gund dijîn, hinek jê çûne medreseyê û bi kurmancî xwendine lewma wek rûbar û laser û lehî dipeyivin



        2014.04.08-01:31 | ferhenga şikestî

        4. kurmanciya esîl û ya xweştirîn bêguman teqez û bimisogerî ya dêrikê ye. *



        2014.04.08-01:32 | mergehez

        5. li cihên ku pargela tirk ketiye, li wê derê kurmancî xisiriye ez bi objektivî dikarim bibêjim ku gundiyên me bi pargela tirkan entegre nebûye



        2014.04.08-01:34 | ferhenga şikestî

        6. ji vê mijarê bêtir mebesta min kurmancîaxêvên xwende yên bajarî bûn.. yanî yên ku dikarin derheqê her meseleyekî de (siyaset, felsefe, astrofîzîk, biyokîmya, mantiq, sosyolojî û hwd) bêyî sekn û bêyî him û gim pê de diçin, bêyî terpilîn ya dilê xwe der dibirin..

        ji bo nimûne kurmanciya kendal nezan di vî warÎ de wek nimûne mirov dikare bide..



        2014.04.08-01:36 | endazer

        7. hevalekî min î bi navê endazer heye ku di civînê de di derbarê her mijarê de bi awayekî herikbar diaxifiya.. gelo ew dibe mînak?



        2014.04.08-01:40 | ferhenga şikestî

        8. ya ku, bêguman, ne yê bazidîya ne; lê dibe ku yê nisebinîyan be.



        2014.04.08-01:45 | ervah.azad

        9. ne ez im.. * tevî hemû hewldanên xwe hê jî nikarim bi qasê tirkî bi kurdî pê de herim..

        erê di destê me bingeheke xurt heye lê ji ber ku di îşê înşaata kurmanciya nivîskî de (ziman diyadeyeke aktûel e anku pêvajoyek e) kêm kes dişixulin, kurdÎ ji zimanên heval û hemdem û hevşî paşde dimîne..

        di kurdÎ de tunehÎ an kêmahiya qalib û biwêj û mecaz û argoyan pirsgrêka sereke ya kurmanciya îroyîn e.. yanÎ erê di berdêla her peyv û têgeheka zimanekî de di ferhenga kurdî de di şûna yekî sê çar bergindên wê hene lê dema mrov bêje ez ê ji wan peyv û têgehan di nav şitexaliya xwe de ristinan çêkim û ji xwe re bikim ristik, dibe him û gima mirov, çima? çimkî ew peyv û têgehên di ferhengan de ji konteksta xwe dûr û berrî ne, erê di kurmancî de hene lê çawa têne bikaranîn û bi hevoksaziyeke çawa, ne kifş e..

        biçekî jî ji ber vê yekê hirde û wêde min çi dît ez ji çengan re digirim û tînim di bin vê mijarê de qeyd dikim.. çimkî ji bo axaftineke organÎk û li ser rê û rayeka xwe biwêj û gotinên pêşiyan gelekî girÎng in.. ji xwe ya ku kurmancîaxêv lê dimînin heyirÎ û nikarin ber piyê xwe bibînin û pê de herin jÎ biçekî nezanîn an nekarîna bikaranîna biwêj û gotinên pêşiyan e..

        (bnr: versiyona kurdî ya biwêj û gotinên pêşiyên tirkan)



        2014.04.08-01:59 | endazer

        10. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

        2014.04.08-10:39 | derqami

        11. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

        2014.04.08-16:55 | ciwan

        12. bêguman di nav kurdên silîvî de tê axıvîn.*



        2014.04.08-17:24 | kevçiyê dil

        13. xweştirîn kurmancî kurmanciya kURDÊN Ezidî ye.



        2014.04.09-15:50 | bakur-başûr

        14. mijara ku helbestekê nazim hîkmet tîne bîra min:-)

        xweştirîn kurmancî hê nehatiye



        2014.04.09-16:05 | ferhenga şikestî

        15. bi min xweştirîn kurmancî, kurmanciya mereş, meletî, dersîm in ku anha nema an li ber wendahî ye..yên ku ji wan herêman qet tirkî nizanin xweştirîn kurmanciyê diaxfin.. sedem elewîtî ye, bandora îslamê ya herî hindik li wan deran e..peyvên erebî an ola mislimantiyê gelekî hindik in..lê anha li wan herêman yên tirkî nizanin pir hindik in an nema..



        2014.04.09-20:38 | havka

        dengdanên dawîn (Yên Din..)
        keçikên seksîtirîn ên kurdistanê [4]
        bi qewlê cegerxwîn; tev dinamêt in, agir û pêt in, sor in wek êtûn. ...
        arinlabs [1]
        şirîkatiya ku li ser bingeha big datayê hatiye avakirin û navê...
        tirsik.net [2]
        Malpera ku wê rojê moralê hevalekî min xira kir e. Mesele wiha bû; hev...
        pismam.com [3]
        malperek din yê şorbeya kurdî û tirkî ye. malperên wisa dilê kurdên...
        serê şevê çîrokek [2]
        Berhevkarîyeka nûwaze ye (2019). Amadekar û wergêr selîm temo ...
        belki ev jî bala te bikişînin
        » xweştirîn keçikên cihanê
        » kurmanci.blogspot.com

        Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
        nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


        sitemap
        reklamokên beredayî