Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 8 peyam
    pêşbirka helbestan a arjen arî - tirşik
    pêşbirka helbestan a arjen arî
    (7) (1) ecêb (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. pêşbirka dosyeya helbestan a arjen arî de xelata yekemîn selamî esen navê wî tirşikê (bnr: zero) standiye. helbesten wÎ bi aliyê weşanxaneya evrensel were çapkirin û logoyê weşanxaneya belkî,awesta, ronahî, lîs, şaredariya amedê jÎ hebe. fuara tüyapê de pirtûkê wî were naskirin. ez wî bi dil û can pîroz dikim.

    http://www.siirttenote.com/2014/04/08/siirttenote-yazari-arjen-ari-siir-yarismasinda-birinci/



    2014.04.08-22:16 | rêzan

    2. di pêşbirka îsal de (bnr: yehya omerî) bi ser ketiye ango layiqî xelata yekemîniyê hatiye dîtin.



    Her wiha ji îsal û bi pêde her sal xelateke rûmetê jî bê dayîn. Xelata rûmetê ya îsal bo osman kavala hate dayîn.



    Here lînkê



    2015.04.02-23:08 | seydayê_peyvan

    3. 2014 - Selamî Esen

    2015 - Yehya Omerî

    2016 ez!?



    2015.04.02-23:12 [guhertin:2015.04.25 00:52]| seydayê_peyvan

    4. yahya omeri kê ye gelo lînka vê nûçeyê tune ma *?



    2015.04.03-00:02 | bijêrvan

    5. (bnr: yehya omerî)



    2015.11.09-12:57 [guhertin:2015.11.09 13:03]| ferhenga şikestî

    6. pêşbirka ku sala bê em nivîskarên tirşikê jî jê re helbestan bişînin. ez bi xwe ne xwediyê qabiliyetek wisa me lê eê ji tirşikê helbestên xweşik derkeve teqez.

    favoriya min ji bo sala bê ferhenga şkestî ye.

    (bnr: fav bike bimîne bendê) *



    2015.11.10-00:58 | brusk56

    7. Mixabin îsal bê xwedî maye. Li gor nuçeya îro tenê 9 dosye bo xelatê serîlêdane. Ji ber kêmbûn û bêqelîtebûna dosyeyan xelata helbestê îsal kesî negirt. Heyf ku pêşbirkeke li ser navê helbestkarekî gewre bê xwedî bimîne. Helbestkarên ciwan divê wêrektir bibin û tevlî pêşbirkan bibin. Ez dibînim di kovar û fanzînan de kesên serkeftî hene. Vana çima serîlênedane ez wê fêm nakim. Lawo dema hun beşdar bûn û nebûn yekemîn kes serê we nafirîne.



    2016.04.01-17:10 [guhertin:2016.04.01 18:26]| hêvî

    8. nêta min hebû vê salê bi helbestekê serî lê bidim lê ji ber rewşa civakî û siyasî ya kurdistanê kelecana min di gewriya min de ma û min dev jê berda, saleke dî xwudê mezin e



    2016.04.01-22:35 | ferhenga şikestî

    9. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.04.01-22:43 | rasteqîn

    10. îsal wergêr tongûç ok xelatê wergirt.



    2016.04.02-00:44 | xwelî li ser

    11. pêşbirka helbesta ya arjen arî ya îsal destpê dike. serlêdan ji 1ê mijdara 2016ê wê destpê bike heta 31ê çileyê 2017a.. di lijneya pêşbirkê ya bijêr de berken bereh, gulîzer, Çiya mazî, kawa nemir, necla arî û pêşbirk tenê li ser berhemên kurmancî û berî niha li tu derî nehatî çapkirin e. û divê yên serlêdanê dikin berî niha li tu derî berhemeke wî ya helbestan derneketibe. encam wê di 1ê nîsanê diyar bibin.

    telefona têkilîyê: 0553 717 1921.

    dosye ji bo vê adresê: bi vê sernivîsê “Arjen Ari Şiir Yarışması”; rêke: Diyarbakır Yenişehir ilçesi, Kooperatifler Mahallesi, 1 Akkoyunlu Sokak, Akkaynak Apt altı, Lîs Kitapevi



    2016.10.14-11:14 | xendekî

    12. pêşbirka zixtika di fikra minde radike dibêje; xerab bibe! shorbeya helbesta bide serê garantî tûyê ji arjen arî û şahê helbestvana; occo mahabad * xweştir binivisînî



    2016.10.14-16:52 | shorbevan

    13. pêşbirka ku îsal a pêncê hate lidarxistin û emerîkê sidîqayê xelata îsal standiye.

    ji sputnîk Kurdistanê:
    1) sala yekemîn a pêşbirkê de selamî esen bi dosyeya xwe bi navê Qijikên Xêrê
    2) di sala duyemîn de jî yehya omerî bi dosyeya ku nav anatomiya demsalên zer xelat wergirtibû. 3) Di sala sêyem a pêşbirkê de bi qasî 10 dosyeyan hatibûn şandin lê lijneya pêşbirkê ya ku berken bereh, Îrfan Amîda, Yıldız Çakar û Mihemed Ronahî pêk dihat tu berhem hêjayî xelatê nedîtibûn.
    4) Herî dawî sala bihûrî narîn yuklerê bi dosyeya Rê û Rêç û xelata Arjen Arî stendibû.
    5) îsal jî emerîkê sidîqayê



    2018.04.02-17:59 [guhertin:2018.04.02 18:06]| xendekî

    14. Arjeno ez kuderê bibînim nave te şewatek dikeve dilê min ez bawerim tu nava kulilkên derbiharê da runiştiyî ù dísa yek ji cixareya davidoff pakêtê derdixî bi ruyekî ken vêdixî. Di nav nûra xwedê da bî her tim û dilêmedanî.



    2018.04.03-02:10 | qertewîn04

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin
    Here lînkê ((:...
    kuştina cirnîsan li endonezya yê
    Bûyer li endonezya yê diqewime. Mêrek durê 40 salî ji alîyê cirnîsek l...
    rojnivîska tirşikvanan
    jiyan zehv ecêb e.. hine caran tirşikvanên kevin dinihêrim, dibêjim g...
    selahedîn çelîk
    ji nivîskarên malpera rûdawê ye.
    li ser kurdıstana bakur ji gel...
    selahedîn çelîk
    nivîskarekê rûdawê ye, qelema wî xurt e û li ser xet û hêleke kurdista...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » pêşbirka şahciwaniyê ya li başurê kurdistanê
    » arjen robben
    » arîtmetîk

    Kategoriyên mijarê:: wejehlbst calaki
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî