Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
pêşbirka helbestan a arjen arî - tirşik
pêşbirka helbestan a arjen arî
(10) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. pêşbirka dosyeya helbestan a arjen arî de xelata yekemîn selamî esen navê wî tirşikê (bnr: zero) standiye. helbesten wÎ bi aliyê weşanxaneya evrensel were çapkirin û logoyê weşanxaneya belkî,awesta, ronahî, lîs, şaredariya amedê jÎ hebe. fuara tüyapê de pirtûkê wî were naskirin. ez wî bi dil û can pîroz dikim.

http://www.siirttenote.com/2014/04/08/siirttenote-yazari-arjen-ari-siir-yarismasinda-birinci/



08.04.2014 22:16 | rêzan

2. di pêşbirka îsal de (bnr: yehya omerî) bi ser ketiye ango layiqî xelata yekemîniyê hatiye dîtin.



Her wiha ji îsal û bi pêde her sal xelateke rûmetê jî bê dayîn. Xelata rûmetê ya îsal bo osman kavala hate dayîn.



Here lînkê



02.04.2015 23:08 | seydayê_peyvan

3. 2014 - Selamî Esen

2015 - Yehya Omerî

2016 ez!?



02.04.2015 23:12 ~2015.04.25 00:52 | seydayê_peyvan

4. yahya omeri kê ye gelo lînka vê nûçeyê tune ma *?



03.04.2015 00:02 | bijêrvan

5. (bnr: yehya omerî)



09.11.2015 12:57 ~13:03 | ferhenga şikestî

6. pêşbirka ku sala bê em nivîskarên tirşikê jî jê re helbestan bişînin. ez bi xwe ne xwediyê qabiliyetek wisa me lê eê ji tirşikê helbestên xweşik derkeve teqez.

favoriya min ji bo sala bê ferhenga şkestî ye.

(bnr: fav bike bimîne bendê) *



10.11.2015 00:58 | brusk56

7. Mixabin îsal bê xwedî maye. Li gor nuçeya îro tenê 9 dosye bo xelatê serîlêdane. Ji ber kêmbûn û bêqelîtebûna dosyeyan xelata helbestê îsal kesî negirt. Heyf ku pêşbirkeke li ser navê helbestkarekî gewre bê xwedî bimîne. Helbestkarên ciwan divê wêrektir bibin û tevlî pêşbirkan bibin. Ez dibînim di kovar û fanzînan de kesên serkeftî hene. Vana çima serîlênedane ez wê fêm nakim. Lawo dema hun beşdar bûn û nebûn yekemîn kes serê we nafirîne.



01.04.2016 17:10 ~18:26 | hêvî

8. nêta min hebû vê salê bi helbestekê serî lê bidim lê ji ber rewşa civakî û siyasî ya kurdistanê kelecana min di gewriya min de ma û min dev jê berda, saleke dî xwudê mezin e



01.04.2016 22:35 | ferhenga şikestî

9. îsal wergêr tongûç ok xelatê wergirt.



02.04.2016 00:44 | xwelî li ser

10. pêşbirka helbesta ya arjen arî ya îsal destpê dike. serlêdan ji 1ê mijdara 2016ê wê destpê bike heta 31ê çileyê 2017a.. di lijneya pêşbirkê ya bijêr de berken bereh, gulîzer, Çiya mazî, kawa nemir, necla arî û pêşbirk tenê li ser berhemên kurmancî û berî niha li tu derî nehatî çapkirin e. û divê yên serlêdanê dikin berî niha li tu derî berhemeke wî ya helbestan derneketibe. encam wê di 1ê nîsanê diyar bibin.

telefona têkilîyê: 0553 717 1921.

dosye ji bo vê adresê: bi vê sernivîsê “Arjen Ari Şiir Yarışması”; rêke: Diyarbakır Yenişehir ilçesi, Kooperatifler Mahallesi, 1 Akkoyunlu Sokak, Akkaynak Apt altı, Lîs Kitapevi



14.10.2016 11:14 | xendekî

11. pêşbirka zixtika di fikra minde radike dibêje; xerab bibe! shorbeya helbesta bide serê garantî tûyê ji arjen arî û şahê helbestvana; occo mahabad * xweştir binivisînî



14.10.2016 16:52 | shorbevan

12. pêşbirka ku îsal a pêncê hate lidarxistin û emerîkê sidîqayê xelata îsal standiye.

ji sputnîk Kurdistanê:
1) sala yekemîn a pêşbirkê de selamî esen bi dosyeya xwe bi navê Qijikên Xêrê
2) di sala duyemîn de jî yehya omerî bi dosyeya ku nav anatomiya demsalên zer xelat wergirtibû. 3) Di sala sêyem a pêşbirkê de bi qasî 10 dosyeyan hatibûn şandin lê lijneya pêşbirkê ya ku berken bereh, Îrfan Amîda, Yıldız Çakar û Mihemed Ronahî pêk dihat tu berhem hêjayî xelatê nedîtibûn.
4) Herî dawî sala bihûrî narîn yuklerê bi dosyeya Rê û Rêç û xelata Arjen Arî stendibû.
5) îsal jî emerîkê sidîqayê



02.04.2018 17:59 ~18:06 | xendekî

13. Arjeno ez kuderê bibînim nave te şewatek dikeve dilê min ez bawerim tu nava kulilkên derbiharê da runiştiyî ù dísa yek ji cixareya davidoff pakêtê derdixî bi ruyekî ken vêdixî. Di nav nûra xwedê da bî her tim û dilêmedanî.



03.04.2018 02:10 | qertewîn04

14. îsal bûye nesîbê miradê miradan, ser xêrê be: Here lînkê



17.05.2019 01:42 | xendekî

15. îsal suat baran (bi navê mustear mîrza baran) bi berhema xwe ya bi navê kitêba elbakof hêjayî xelatê hatiye dîtin. Here lînkê
lê heyran di nav endamên lijneyê de çawa hem mam berken bereh û hem jî bêrîvan Zînzal cî girtiye, ez mame di hikmeta Xwedê de.



15.05.2020 22:50 | tizbîkêş

16. Pêşbirka ku Îsal xelata rûmetê dane Kadir inanır! Îca kadir inanır kuro!! Min ne bawer e herê xelata xwe jî bistênê. Ê bêje "ez çi eleqa oxlim? Kesekê dî nema?"



15.05.2021 17:06 | xwelî li ser

17. îsal rêzan diljen di pêşbaziyê de serkeftiye û xelat wergirtiye.



13.11.2023 09:54 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşbirka serdestiyê
» arjen arî
» arî jan

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst calaki
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî