Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


36 mijar û 55 peyam
bîranînên tirşikvanan ên xizaniyê - tirşik
bîranînên tirşikvanan ên xizaniyê

Navê mijarê ya ewil ev bû:bîranînên tirşikvanan yên xizaniyê
(17) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bîranînên ku dema tê bîra mirov pê diqehire ye.

lê ya ku ez ê niha bêjim kena min tîne;

rojekê ez ji yurdê diçûm zanîngehê, rê de rastî jinikeke hatim ku selpak difirot. min jê yekê xwest ku jê re bibe alîkarî -ji ber ku pêdiviya min pê tune bû- ji bo ku perê wê bidimê min destê xwe avêt bêrika xwe lê têra selpakekê pere derneket. min jî hema pereyên hûr yên heyî dayê û tiştek jî nexwest lê vê carê wê nexwest. me tu danûstandin çênekir û riya xwe de dewam kir.*)



08.07.2013 14:39 | simurg56

2. bîranînên ku hevalên me yên dewlemend wê tu carî nezanin ku tiştek çawa ye .



rojekê li amedê ez ji mala xwe derketim da biçim zankoyê . ez li rawestgehê mam benda otobûsê, otobûs hat ez siwar bûm. Li amedê diyarkart heye ji bo otobûsan. min qertê xwe lê da, lê got "yetersiz bakiye" , min kûrika xwe nêrî pere tunebû, min çantê xwe tevlîhev kir dîsa nekarîm bibînîm.

min xwest ez ji otobûsê peya bibim, şifêr got ne pirsgirêk e peya nebe, lê min paş xwe nenêrî û ez peya bûm *



08.07.2013 15:13 | brusk56

3. ê bi rastî ez weke çomeza me niha!

Ez çi biniv'isim heyra?

Hela ka ji kerema xwe bibêjin ser çava *))



08.09.2013 00:49 | sevê

4. Berî azmûna oys ya 96an, li dbekir, rêzan, erdal, hemdila...pereyên bêrîka xwe çûn bîrayek kirîn. Bîra nêvî hishtin û di fîskaya de avêtin. Bi perê mayî çûn sînema pornoyê a "site" yê, heta çend qurush lê kêm ketin lê ne xema bilêtfrosh bû. Pishtî filîman birçî bûn û çûn mala xalê xwe û ketin bêrîka pantorên wî yên dardekirî. Tenê heqê nîv nanê tisî têde dîtin û wek ji ber xelê hatibin ew nanê kirîn pûrisandin. Ji kebaban ne xweshtir bû ma bi zorê ye.



11.09.2013 13:28 | hemdilaarda

5. Meseleyeke min jî heye lê ne ji ber xizaniyê ji ber kerîtiyê! Vê havîna ku çû dîsa weke gêjan xwebixwe dixavim û ber bi deriyê derve ve dikişim. Ew bû min dît ku derî li ser min hate girtin û ez li derve mam. Belê gotinên weke mifte! Pere! Cuzdan! Hewarê! Li devê min wer bûn lê çi çare. Virde diçim wirde diçim eyb e eyb! Hevalekî min ê xwedî mifte nîne ku telefona ku xwe veke. Di wê navberê de jî hevaleka min jî telefon kir da ku ez herim bal. pere tune cuzdan tune! Na tu gotin di serê wê de naçin. Stûxwar û neçar mam ku herim lê çawa. Min çû xwe avêt bextê guvenlîk gorevlîsiyê metrobusê ku perê min tuneye bila bihêle ez derbas bibim. Mêrik pêşî li berçavka min a sosret peyre li cil û bergên min ê entel dantel mêze kir û bi matmayî hişt ku ez derbas bibim.



11.11.2013 09:51 | ceso

6. ji ber ku ez hê jî ji vê rewşê rizgar nebûme nikarim binivîsim lê ez ê heta meheke dî dest bi kar bikim gava ku pere êdî bikeve bêrika min ez ê bêyî behicîn bikaribim binivîsim.. ji niha ve bibêjim ku gelek hene:-)



16.03.2014 21:31 | ferhenga şikestî

7. bîranînên ku ji ber ku tirşikvan hemû ji hev dewlemendtir in, gelek hindik in. *



12.06.2014 00:42 | brusk56

8. hemd û sena ji xwedê re ew rojên min ên feqîrî û xizaniyê êdî ji holê rabû..

neyse gelek bîranînên min hene dibe bi qasî deh xalên dûvûdirêj rêz be lê bes bi tenê bîranînek qala we bikim.

sal 2007 bû rojek ji rojên buharê bû mala me li ofîsê ya amedê bû di saet 9'an de şiyar bûm ji bo ceribandinê ya dersxaneyê. ji ber ku dereng mabûm bilezûbez ji malê derketim di bêrîka min de jî bi qasî 1.50 falan pere hebû(haya min jê tunebû) wek do tê bîra min heqê rê yê xwendekaran 90 qirûş bû ji bela ku baran pirr dibariya min bala xwe neda tabeleyên dolmîşan û bi şaşî ji dêlava ku siwarî dolmîşa bayindirlixê bibim, siwarî gazîlerê bûm neyse xewa min jî dihat ji ber baran û sarmayê cama dolmîşê jî hilm girêdabû min bi carekî li derve nêrî ku di cihekî ecêb de me ku hê nû dîbînim (heta ku me mala xwe nebûbû dîclekentê haya min jî gaziler û dîclekentê tunebû ez qe neçûbûm) min ji ajokarî pirsî ev der li kû der e? got kantar e û diçe gazîlerê min jî şerm û fedî kir ku bêjim ez şaş siwar bûme ezbenî neyse min got madem ku şaş hatime ez ê heya gazîlerê biçim, wan deran jî bîbînin neyse dolmîş hat rawestgeha dawî ya gazîlerê min got siwarî ya din bim û vegerim malê min destê xwe avêt bêrîka xwe ku heqê dolmîşê tune ye, kêm e. min xwe bi xwe got de serhadê ehmeq de were vî gûyî safî bike, tu xuriyayî oxlim ma çi îşê te li vir heye? min pere bi qasî 60 qirûş falan kêm bû min şerm dikir ku ji ajokaran bêjim ca ji xêra dê û bavê xwe min heta malê bibe. ji ber fêdiyokiya xwe tam çar saet di bin barana xêşîm de bi zor û bela gihîştim malê yaw resmen wenda bûm ji gazîlerê ketim geh ji dîclekentê derketim geh ji peyasê, heta ku min rêya tesîslerê peyda kir û xwe avêt bexta wê min sê kamyon ava xezebê vexwar:-) niha tê bîra min bi halê xwe dikenim



12.06.2014 01:37 | ferhenga şikestî

9. li gor belge û delîlên îstîxbarata tirşikê di nav nivîskarên me de hevalên ku nikarin heqê netê razênin û ji ber vê yekê jî nikarin binivîsin hene. em dikarin ji wan nivîskaran re alîkariyê bikin lê naxwaze navê xwe eşkere bike. *



12.06.2014 01:49 | renas

10. hima bêjin 17 sal berê wextê ku ez û malbata xwe ku ez hê heşt salî bûm wekî karkerê demsalî diçûn manîsya bênamûs ji bo berhevkirina pembû, rojekî ji rojan ez yanî ceso û birayê xwe em li sûkê digeriyan. piştî gereke dirêj em birçî bûbûn lê me li bêrîkên xwe mêzekir encax perê nanekî somin tê de hebû me jî ew pere bi nanekî somin da û me nîvî hev kir. li nava sûkê nanê ziwa me da ber gezan xwedê zane wê gavê ji min re ji wî lukstir xwarin tunebû lê ez tênedigihîştim bê çima herkes wisa ecêb ecêb li me mêze dikir. gava ku ev bûyer tê hişê min him kena min tê ax ax!



06.11.2014 01:45 | ceso

11. Dema ez li dibistana seretayiyê bûm, gellek hevalên min ji kantîna dibistanê hema bêje di her bêhnvedanê (teneffus) tişt dikiriyan. Ji ber rewşa me ne ewqasî baş bû kêm caran ez diçûm kantînê. Dema min di destê hevalê xwe tost, kola, çîkolat û biskewît didîtin dilê min diçûya wan. Min fihêt jî dikira bibêjim wan ka bidin min jî....



25.04.2016 23:03 | nan û av

12. Ez jî dema dibistana seratayî de wek gelek hevalê xwe bo "besleme" ya xwe min jajî dibir. Dema ku min kadesûrk dibir hingê cejna min bu. Lê ji ber pola me sedî nod kurd bûn me qet şerm nedikir ji ber ku hemî kurd wek me feqîr bûn... Ax dînya...



25.04.2016 23:42 | azad30

13. .



25.04.2016 23:42 ~23:47 | azad30


15. Ew rewş e ku ez û gelek ji gelê me terbîye kirîye. Erê wela, terbîyeya bifeqîriyê zehf dijwar e. Ji bo dê û bavan tişta ji feqîriye pîstir û xirabtir nîne.



Feqîrîya bajaran ji ya gundan hê xirabtir e.



Gelek însan hene ku min bi bitrîtiya xwe di nav ecêb û xemgîniyen de dihêlin. Xisareke boş û belaş dikin.



Dêhnê xwe bidin merivekî/ê ,hun karin fêhm bikin ku zarokatîya wî/wê bi xizanî derbas bûye an na. Heke ev kes tiştan lev bidê hev,neavêjê , ji avêtina tiştan hez neke dibe ku ji feqîriya kevn dil navêle bavêje. Çunkî di bingeha mêjî de ev kes xwe ji xizanîyê re amade dikin û tiştên ku bikêrî tiştekî werin heke ne lazim jî be kom dikin. Pîrekên pîr gelek wisa ne.



26.04.2016 00:25 | gumgumok


17. Dema ez diçûm pola 5 a ,mamosteya me gerek sazkiribû da em biçin amedê bigerin. Lê mamoste ji bo serê her xwendekarî 20 bexnot dixwest , wê demê 20 bexnot dirafekî hêja bû û rewşa me jî ne ewqas baş bû, mamoste ji min ra digot tiyê werî min jî digot na , dema sedema wê dipirsî min fedî dikir ku ez bêjim pere tûne hama min jî got bavê min destur nade, mindî mamoste jimara bihîstoka bavê min xwest û got ezê wî îkna bikim. De ji tirsa ew mabû ez bi xwe de birîm , bavê min jî yekî pir xedar û dijwar bû, wele min jimara bavê min dayê û mamoste li bavê min geriya lê behsa pera filan ji bavê min re nekir , hama hew destûrê xwest û ji dêlava min mamoste pere da, ez bawerim mamoste jî ji halê min fêm kiribû.



09.03.2020 20:25 | tîrêj zana 21

18. Ax ax. Dûr naçim. Bîranîn bîranîna zaningehê ye. Dem û dewrana feqîr û xizaniyê ye. Kirê malê heye wexta wî hatiye li ser derbas bûye, Heqê ceyranê, heqê avê û quzilqurtên din. Welhasil vê çaxê mirovê hevalê malê hatibû cem me. Hosta bû, siwax û miwax, alçî û boyax çêdikir. Serê serdama duyemîn bû hostayê mêvan Gote min, ka were cem min ji xwe re bişuxile. Gotina wî ji min xweş hat ji ber ku pere tune ye. Baş e, min got temam.

Hosta jî amedî bû, qerejdaxî bû kefîya wî tim li ser wî bû bejndirêj nebû Lê dibêm qeweta wî di cî de bû. Serê sibê yasîna quranê nexwîne gav navêje derveyî, serê sibê radibe nimêja xwe eda dike, dest pê qurana xwe dike vê kêlekê min jî şiyar dike dibê rabe nimêja xwe bike. Ji bav şêrîntir xuya dike..

Welhasil em diçûn kar, ez alçî çêdikim didim destê wî, qelas hene ev ode yê te ye ev ode yê min e. Diçim têm wekî şêra dixebitim. “Na! wekî şêra têm xebitandin” ma ez li ku şêr li ku? Heta vê rojê rast û durust li înşeetê neşixulîbûm. Heta êvarê êdî rih li min nemadibû. Ne pişt ne dest, ne ling ne qolinc êdî hîs nakim. Hosta, alçî diqede diçe boyaxê, tabî behsê heqê, yewmiyeyê boyaxê nake. Neyse de dibêm ku perê min bide qet behsê pera nakim..

Li vir dest pê bikim... kafirê kafir roj tê em êvarê heya saet deha dişuxilin. Gan û giyan li min nema lo.. fêm bikin.. ganê min yê zirav nikare deyax bike.

2 hefte wisa derbas bû alçî qediya behsê pere behsê heqê min nake. Tew xwe hêrs dike dibê pere nedan nizanim çi.. yaw ez dibêm derew dike piştre yasîn û nimêj û qurana wî tê bîra min dibêjim lanet li şeytanê were. Li ku bizanibim şeytanê mezin ev e.

Neysee me got hosta xwe hêrs dike, çimkî birê wî dizewice tu vê şexsê xirabê binêre pere jî nedane bi vî rewşê de wê çawa biçe daweta birê xwe. roja dawetê nêzîk bû û perê min neda çû Amedê. Got ez piştî hefteyê têm. digot daweta birê min e, hinek bisekine ezê perê te bidim. Hecî ye, sofî ye, mumîn û abdê xwedayê Rehman e. Min got kajav de tişt nabe..

Hefte çû, du hefte derbas bû ser de meh piştre du meh.. kafirê kafir perê min neda min wisa rezîl û belengaz hişt. Ev merivê wî jî piştre ji min re dibêje wele ez bawer nakim piştî heftekî were, ev jî mezinê min bû wexta ku min dest pê kar kir tiştekî wisa nedigot..Neyse piştî du meha hat di pozê wî nim Şerm jî nake, bi devê xweyî gû dibêje nizanim mjn ji were çi aniye çi neaniye. Êvarê dibêje qusurê min nenêre (ez di qusurê tenim) de ez feqîr û belengaz çi bêjim bi zorî min got de ka perê min bide. dîsa got pere tune ye. Çawa tune ye wirda wêda 300 panot da min got ez yê mayî piştre bidim. Demsal qediya ez hatim Amedê nin êdî rûyê wî nedît.

Bawer kin dizanim hûn neka dibêjin ma tu ev qas teres bûyî? Erê wele wisa teres bûm wisa teres hatibûm hiştin. Ji aliyê kî? Ji aliyê bavê xwe me ezîk mezin kirin serda jî rojekî li pişt me nesekînî. Bavê wî çawa wî mezin dikir ew jî me wisa mezin dikir. Hûn nikarin bikin, hûn nikarin serbikevin, hûn tiştek nizanin.. me di nav xelkê piçûk dît, xelk zana bû em nezan... sucê wî jî nîne çi ditiye heta îro, bismillah, allahu ekber têra wan bû.. şêxê wan hebû lo...

Min tenê behsê kîra kir behsa sala 2014’ê de nebûna telefona xwe nekir.* bê psîkolojî min psîkolojî xwend* salên zanîngehê ji bo min salên dram û tije trajîk Derbas bû.

Niha ji wan rojan xilas bûm. Hemd û sena û şukranî.



17.07.2020 21:56 ~23:29 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên tirşikvanan yên di derbarê hînbûna peyvên tirkî yên nû de
» ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî