Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 28 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; bîranînên tirşikvanan ên xizaniyê
peyamên çepikkirî

9654. Berî azmûna oys ya 96an, li dbekir, rêzan, erdal, hemdila...pereyên bêrîka xwe çûn bîrayek kirîn. Bîra nêvî hishtin û di fîskaya de avêtin. Bi perê mayî çûn sînema pornoyê a "site" yê, heta çend qurush lê kêm ketin lê ne xema bilêtfrosh bû. Pishtî filîman birçî bûn û çûn mala xalê xwe û ketin bêrîka pantorên wî yên dardekirî. Tenê heqê nîv nanê tisî têde dîtin û wek ji ber xelê hatibin ew nanê kirîn pûrisandin. Ji kebaban ne xweshtir bû ma bi zorê ye.



30.05.2013 15:45 | simurg56

88752. Ew rewş e ku ez û gelek ji gelê me terbîye kirîye. Erê wela, terbîyeya bifeqîriyê zehf dijwar e. Ji bo dê û bavan tişta ji feqîriye pîstir û xirabtir nîne.



Feqîrîya bajaran ji ya gundan hê xirabtir e.



Gelek însan hene ku min bi bitrîtiya xwe di nav ecêb û xemgîniyen de dihêlin. Xisareke boş û belaş dikin.



Dêhnê xwe bidin merivekî/ê ,hun karin fêhm bikin ku zarokatîya wî/wê bi xizanî derbas bûye an na. Heke ev kes tiştan lev bidê hev,neavêjê , ji avêtina tiştan hez neke dibe ku ji feqîriya kevn dil navêle bavêje. Çunkî di bingeha mêjî de ev kes xwe ji xizanîyê re amade dikin û tiştên ku bikêrî tiştekî werin heke ne lazim jî be kom dikin. Pîrekên pîr gelek wisa ne.



27.10.2013 15:55 | simurg56