Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
ferhad pîrbal - tirşik
ferhad pîrbal
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nivîskar, Şanoger, wênesaz, helbestvan û lêkolînerekî kurd e.

1961ê de li Hewlêrê hatiye dinyayê. Ferhad Pîrbal di sala 1983an de li Zanîngeha Selahadînê beşa ziman û edebiyata kurdî temam kiriye. Di sala 1986an de derket derveyî welêt, li Îranê bû penaber û bo salekê çû Polenda û Almanyayê û pişt re li Danîmarkê mafê penaberiya siyasî wergirt. Dû re Pîrbal çû Fransayê û di 1987an de li Parîsê li Zanîngeha Sorbonne edebiyata kurdî û îrannasî xwendin.

Di sala 1994an de vegeriya Kurdistanê. Li Hewlêrê dezgeha kulturî Mala Şerefxanê Bedlîsî ava kir.



Mal Ava Ey Welatê Min (şano, 1984)

- Sibeha Te Bi Xêr Ey Xerîbî (şano, 1988)

- Exil (şiîr, 1994)

- Serçavekanî Kurdistan, Kurdiligie (lêkolîn, 1998)

- Wêneyê Kurd ji Arşîva Kurdnasên Ewropî (Lêkolîn, 1999)

- Manîfestoya Duwem î Wêran Spiyên Nav Reş-Reşên Nav Spî (şiîr, 1999)

- Zêrê Nav Zibil (wergera nivîsên rojihilatnasan li ser kurdan, ji fransî werger, 1999)

- Incîl di Dîroka Edebiyata Kurdî de (1857-1957)

Destpêkên Serhildana Pexşana Kurdî (lêkolîn, 1999)

- Cudahî (Tevî 9 Şaîrê Hewlêrî, 1999)

- Petatxurekan (çîrok, 2000)

-santiago de compostela

-hôtel europe

-Çolîstan



08.07.2013 14:48 | tavrosi

2. nivîskar û rewşenbîrê soran yê teredîn.. vê taliyê di serdana sosyologê navdar ismail beşikçi ya ji bo başûrê kurdistanê de li ber girse û qerebalixek mezin xwe avêtibû ber piyê îsmaîl beşîkçî soleka wî ji linga derxistibû û maç kiribû danîbû ser serê xwe û gotibû ew kesê ku mafê kurdan û kurdistanê biparêze cihê sola wî li ser serê min heye.. di fuara dawîn ya tûyapê ya li amedê min ji bo hevala xwe pirtûka wî ya dawîn kirî û pê da îmze kirin.. şûna îmzeyê wêneyek ecêb ku camêr herwiha wênesazek temam e jî çêkir û da dest min min jê re got ev çi ye kakagiyan? got ez li gorî navê kesan îmzeyên cuda û cihêreng û rengorengo davêjim..*



12.07.2013 04:54 | endazer

3. santiago de compostela , hôtel europe û çolîstan; mijarên van berheman li ser penaberan e û her xwendekareke/î kurd divê van pirtûkan bixwîne...



08.09.2013 22:45 | welat colemêrgî

4. akademisyen, hunermend û romannûsê ku ew ê ku êdî li zankoya mêrdîn artûkluyê ders bide. Her wiha romana wî ya dawî (bnr: heft wêney rûtî jinî cenabî wezîr) bi kurmancîkirina (bnr: cetoyê zêdo) di payîza 2014'an de ji (bnr: weşanên avesta)yê derçuye.



04.12.2014 00:52 | seydayê_peyvan

5. Romannûsê ku îro li, stenbolê, li weqfa îsmaîl beşikçi li ser rewşa şanoya kurdî li kurdistanê panêleke sûdewer daye.



Ferhat pîrbal got ku; Di lêkolînan de divê metotedeke me ya kurdistanî hebe; Li her derê kurd lê dijîn divê were meyzandin û were lêkolînkirin.



çend xalên ji panêlê: yekemîn rojnameya kurdî ne kurdistan e, ictîhad e û bi tirkî ye. Mêjiyê rojname û avakarên wê kurd in lê politikayên wê osmanî ye.



yekemîn şanoya kurdî di sala 1919'an de ji hêla Ebdûrehîm Rehmî Hekkarî ve hatiye nivîsîn.



Shakespeare cara yekemîn di sala 1927'an de hatiye kurdî kirin.



yekemîn car pîremêrd teksta xwe ya şanoyê nivîsiye û belavkiriye. di heman demê de di rojnameya jiyan de behsa şano, têgehên şano û girîngiya wê kiriye.



Behîce mihyedîn yekemîn şanogera kurd e ya ku em ta niha zanin.



salên 1970-80'yî serdemên zêrîn ya şanoya kurdî ye.



di derheqê şano-şanonûsiyê de behsa van navan jî bû:

ebdurrehim rehmî hekkarî

huseyin huznî hekkarî

refîk hilmî

Celîl zengene

sabaha abdurrehman

talat salan

sadun yunis

Dr.fazıl caf



04.12.2014 01:05 | seydayê_peyvan

6. îro bo keçeke 23 salî (Alaya) xewiciye.



16.02.2015 19:42 | simurg56

7. Nivîskarê ku dawiya vê heftiyê min pirtûka wî ya bi navê ''Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabê Wezîr'' kiriye ye. Ev ji mêj de bû ku min pirtûk nekirîbûn... Ezê îro-siba dest bi pirtûkê bikim. Ka emê binêrin çawa ye.



17.02.2015 15:18 | nan û av

8. çend roj berê alaya dewleta iraqê şewitand.



22.11.2015 07:27 | mahîr amed

9. li hewlêra paytexta kurdistanê nava rojê ji aliyê du kesên çekdar ve li ciheke qerebalix hatiye lêdan. mesele çi ye nizanim, sempatîzanên pkkê li ser twîtterê ji bo kesên êrîşkar dibêjin milîtanên pdkê, şexsî an siyasî, dema min ew dîmen dîtin gelekî aciz bûm, dilê min ji dinyayê xela. qeda bi wê kurdistanê bikeve ku rewşenbîrek li paytextê li nava rojê li nav xelkê de lêdanê dixwe. û tenê dema siyasî dengê xwe lê bilind dikin tên desgîrkirin.
ya ji bûyerê bêtir ez aciz kirime jî nûçekirina bûyerê ya ji aliyê rûdawê ve ye. nûçeya lêdanxwarina ferhad pîrbal bi xwe nîne, lê sê çar nûçe derbarê daxwuyaniyên qeymeqam û polîs û serokê hikÛmetê çêkirine. baş e ku zû de ye medyaya kurdî naşopînim.



14.04.2017 00:33 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferhadê içmo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî