Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kîbar krîstîn ozbey - tirşik
kîbar krîstîn ozbey
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Helbestvaneke jîn î kurd e. Dû pirtûkên wê -yek tirkî û yek kurdî ji- weşanxaneya ava yê hatine weşandin. demekê şanogerî kiriye û senaryoya ax û jîyanê nivîsiye. Bi eslê xwe ji mûşê ye, niha li amedê dijî.



11.04.2014 02:37 | seydayê_peyvan

2. pirtûka wê ya sêyem bi navê sorxêlî ji weşanên j&j derketiye.



15.08.2014 19:13 | berxweda

3. Xwarziya Mîlan Kûndera , Dîlan Kûndera - ku bi 'eslê xwe ji Mûşa şewitî ye - di heqqê Kristin xan de dibêje 'Jinek pirr naîf e' . Rast e jin jinan nas dike . - digel ku ez nizanim "Naîf" bi Kurdî çi ye :/ -

Krîstîn Özbey Jî ji Mûşê ye lê li Farqîna Diyarbekirê mezin bûye û mala wan li ber keleha Zembilfiroş bûye pişt re bi salan li bajarê tirkan mane . Pêşî bi tirkî nivisiye paşê dest bi kurmancî Dike lê ji ber ku Kurd wê zêde aciz dikin xuyaye ew ê ji 'kurdbûnê' jî îstifa bike li zimanekî nû digere * pirr he'j Bismilli Zeko dike * 'dilnaziktirîn' helbestvana kurd e ez bawer im . min kitêba wê ya Şevdank xwendiye ku keser dinuqite jê. kitêba wê ya bi navê sorxelî jî heye . Ez dikarim ku bêjim Rist û rû û dengê wê dişibe hev . Her sê jî ji hev xemgîntir in. demeke bi şanoyê re jî mijûl bûye lê niha bêhtir xebatên wêjeyî dike . Helbestên wê yên bi navê "evîna kezîkurî" û "werîs" bila di bîra we de be . bixwînin .



11.03.2015 00:57 | mistefa

4. Nivîsvan, helbestvan û hemşîre ye; xatûnek pirr kîbar* e. pirtûkên wê li cem min hene; lê min ne niyet e bixwînim, hîç bala min nekişandin..



28.03.2015 05:48 | kevçiyê dil

5. ji navê wê mirov dibêje qay ne kurd e *

ji paşnava wê mirov dizane ku femînîs te *



28.03.2015 12:29 | bijêrvan

6. Nivîskara ku carekê li derekê bi minasebetekê em bi hevre rûniştine û me civatek girêdaye.

bi qasî ku min dîtiye jineke xweşik û xweş kelam û henûn e.



29.03.2015 18:05 ~2015.09.04 00:01 | diclefirat

7. jina ku hayê wê ji rêz, rêbaz û rêzimana kurdî tune û jê wa ye ku bi çend hevokên ji hişmendiyeke tirkî dikare bibe nivîskar û kurdî xelas bike.

jê bipirsin bê eregatîv an tewang çi ye, dê nizanibe.

Ew bi xwe pirraniya nivîskaran nizanin û ji xwe yên tirşikê hema hema bibêje bi pirranî wek kristin xanim in.

(bnr: xwedê me bistirîne)



29.03.2015 18:13 | dijber

8. nîvîskara ku heya êvarê li ser twitterê bi tirkî dinivîse ye.

carinan ji şerma ye, ji çi ye nizanim çend gotinên kurmancî jî dinivîse ku ew jî gilî û gazinên wek: kurd çima bi kurdî napeyivin filan û fîstan *



10.04.2015 12:35 | kurê bavê xwe

9. Niviskara dema min pirtûka wê ya sorxêlî xwend min go ew bi kotaya jinan bûye nivîskar..



06.12.2015 02:10 | berxweda

10. Bûye mêvana pirsînanê ya înanolo blogê. aha ev jî lînka wê: \r\n\r\nKRİSTİN ÖZBEY: KENÊ MIN LI KESÊN KU XWE JI HERKESÎ ÇÊTİR DIBÎNIN TÊ.\r\n\r\nHere lînkê



26.09.2016 18:10 | înano lo

11. cristin Özbey qewlê Yılmaz erdoganve, yeka wekî navê xwe sexî *, dilnizm, mirov perwer, û li farqînê mezin bûye êdî fehm bikin çewaye qey gere ez bibêjim, qey hûn nizanin farqînî ji herkesî çêtirin *



26.09.2016 19:18 | shorbevan

12. Em îro pê malbata xwe re li stenbolê de digeriyan, ji aliyê tunelê derketin jor kolana îstîklalê lê hê meydana taksîmê çiqas dûr e ku êdî em dikarin pêyatî herin li wir. Axirî me go em ê siwarê trênê nostaljîk a sor derbasî jor bin, lêbelê li ba me de qerta trênê tunebû, min çavên xwe lê gerand ku yekî re bêjim ka ez ê heqê wê bidim te û tu jî dewsa me de qerta xwe bi kar bîne. Min lê nihêrî ku yekî di nav wan de nas dikim, min ji wê tenê di medyaya civakî de nas dikir. Ez çûme balê, min jê re pirs kir, "tu dikarî dewsa me de jî qerta xwe bi kar binî?" piştre min dîsa pirs kir "gelo navê te krîstîn e, ez te ji Twitterê nas dikim" ew jî got "belê" ez im. min teklîf kir jî heqê trênê ji me nestand, Me heta meydana Taksîmê di trênê de sohbet kir, paşî me ji hev xatir Xast.

ez zêde ji kitêbên helbestan re eleqedar nînim loma nikarim helbestvaniya wê re tiştekî bêjim lê wekî navê xwe xanimeke kubar e...

Min piçek behsa tirşik.netê jî kir, haja wê li vir heye.

(bnr: rojnivîska tirşikvanan)



15.06.2018 23:13 ~23:14 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kîbar krîstîn ozbey

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî