Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
mueyed teyib - tirşik
mueyed teyib
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. helbestvanekî kurd e, ji̇. başur e. Selîm temO helbestên wî latînîze kirin û avesta yê jî çapkirin.



“Ne ba min siwar dike

Ne ax min peya dike”



11.04.2014 02:59 | seydayê_peyvan

2. xwediyê vê helbest û helbet helwestê ye.. nizanim hê sax xebera rehmetiyê arjen arî ji helbestên vî şêrgeleyî çêbûn an na, xwezî çêbibûya ez baş pê zanim wê gelek pê kêxweş bibûya..



''Ne ez benî!

Neke kenî!

Welatê min befr e,

û befr kengî bûye tenî?



Ne ez benî!

Neke kenî!

Welatê min ne rûbar e

li nav deryayê winda bit.

Welatê min ne bûhar e

havîn dê hêt û çirmisît.



Ne.



Welatê min çîya ye.

Çîya ji cihê xwe nalivît.

Befra me jî her a ketî,

û her dê kevît.. ''



31.05.2014 22:52 | endazer

3. di sala 1957an de, li Dihokê jidayîk bûye. Ji dibistana seretayî heya lîseyê li Dihokê xwendiye. Di sala 1978an de, dest bi Fakulteya Hiqûqê ya Zankoya Bexdayê kiriye. Di Radyoya Kurdî û heftenameya Hawkarî de xebitiye. Di wan salan de weke helbestvan hatiye naskirin, lê di sala 1979an de, helbestên wî hatine qedexekirin. Digel vê yekê, helbestên wî di nav gel de belav dibûne, gelek kesan ew ji ber dikirin û hin ji wan helbestan jî bûne stran. Di sala 1982yan de, ji ber gefên rejîmê dev ji xwendina xwe berdide û beşdarê şoreşê dibe û dibe pêşmerge. Li çiyayên Kurdistanê jî helbest nivîsîne û bi riya Radyoya Şoreşê ew belav kirine. Di pey re weke penaber li Swêdê bi cî bûye (1983). Teyib, li wir jî karê wêjeyê domandiye û di kovara Berbangê de xebitiye û demek şûn de bûye sernivîserê kovarê. Mueyed Teyib, di sala 1996an de vegeriyaye Kurdistanê û bûye yek ji damezrênerê Kurdistan TVyê. Di sala 2002an de Weşanxaneya Spîrêzê ava kiriye. Ev weşanxane ku weke kelha Kurmanciyê li Başûr, heya niha ji çar sedî zêdetir pirtûk weşandine. Di sala 2007an de bûye endamê Akademiya Kurdî li Hewlêrê. Di hilbijartina 2010an de weke parlamenter hatiye hilbijartin ku niha li Parlamentoya Iraqê, berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê ye. Di sala 2011an de, di kiryariyeke terorîstî de bi giranî birîndar bûye. Teyib, çar zarokên xwe hene. Mueyed Teyib, yek ji pêşengên helbesta kurmancî ya Başûr tê hejmartin. Di nav nifşa ku di salên 70yî de kurmanciya behdînî dewlemend kirine de, navekî xuyane ye. Teyib, demeke dirêj di warê wêjeya zarokan de jî xebat kiriye û mehnameya zarokan a bi navê Kepir weşandiye. Çend pirtûkên bo zarokan ji erebî û swêdî wergerandiye ser kurdî. Helbestên wî di pirtûkên dibistanan de jî têne belavkirin. Helbestên wî bo zimanên weke erebî, farisî, fransî, ingilîzî, swêdî û tirkî hatine wergerandin. Çendîn wekolînên akademîk jî li ser helbestên wî hatine amade kirin.



14.06.2014 22:14 | endazer

4. (bnr: buharvano)



23.11.2019 00:13 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mueyed teyib

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî