Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; ol
peyamên çepikkirî

115554. ev peyv rasterast ji peyva yol'a tirkî ketiye zimanê kurdî,
di zimanê tirkî de berê carûbaran dema peyv bi y'yê dest pê bikira tîpa ewil wenda dibû. ev taybetî di zaravayê ezerîyê de hê jî heye. mînak yıldız- îldiz, yürek-ürek, yüzük-üzük... hwd.
peyva ol jî ji vê mînakê ye.
di zimanê tirkî yê kevn de bi maneya xwe ji dîn'ê zêdetir bi maneya mezhebê de dihat karanîn..

peyva dîn peyveke kevnare ye, li gorî ferhengên etîmolojiyê jî ji zimanên êranîyên ketiye nava zimanê erebî. yanî em dikarin bêjin peyva dîn bixwe ne bi erebî ye.

bo kurdî jî peyveke wek dîn hebe çima peyva olê bi kar tînin ez fêm nakim. ez bawer dikim ew ên ku vê peyvê kar tînin dibêjin qey ol bi kurdî ye dîn bi erebî ye...



08.06.2013 14:50 | simurg56