Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


57 mijar û 138 peyam
ol - tirşik
ol
(2) (0) ecêb (0) (11)
di mijarê de bigere

1. ol û dîn di xapandin û asîmîlekirina Kurdan re rola herî mezin dilîze



2013.07.08-23:54 | xewn

2. Di dîrokê de kesên ku dînê Îslamê li ser lingan hiştine, ew paraztine û heta bi îro anîne Kurd in



2013.07.08-23:55 | xewn

3. yên ku dane dû dûvik û boçika dijminên xwe û bi navê bratîya îslamê pê hatine xapandin dîsa em Kurd in



2013.07.08-23:56 | xewn

4. ev peyva ku îro di kurmancî de şûna peyva dîn û ayînê de tê bikar anîn li gorî teoriyekî ji peyva yolê ya tirkî ya ku di kurmancî de tê wateya rêyê hatiye..



2013.07.09-00:10 | endazer

5. di tirkî de raweya fermanî ya peyva olmak-ê ye.. di tirkî de olmak bûyîn û ol jî bibe ye..



2013.07.09-00:11 | endazer

6. di wêjeya dîwanê ya tirk de di wateya rengdêrên nîşanî yên wekê ew, wî, wê-yê de jî tê bikar anîn..



2013.07.09-00:20 | endazer

7. Ola Îslamê ji pir kêm kesek ve tê jiyîn.Gelek kes vê dixwaze ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.



2013.07.09-04:47 | fizikzan

8. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2013.07.09-09:13 | karmatî

9. Di pirtûka Keleha Alamûtê de ol wiha dihat pênasekirin...

''Ji bo zanîna xaleke biçûk dev jê berdana nezanîneke bedawî ye...''



2013.07.09-12:07 | tirsikhez

10. sîstemeke baweriya bi Xwedê yan xwedayan e .



berê ola sereke a kurdan zerdûştî bû, lê niha piraniya kurdan misilman e .



li ser dinê 4300 ol heye . ji kesê van hemûyan red bike û baweriya xwe li xwedê neyne re, ateîst tê gotin .



2013.07.09-12:18 | brusk56

11. ol, pergalek ji bo birÊvebirina komarÊ ye



2013.11.09-17:21 | xelîlêzer

12. li gorî felsefeyê sedema herî mezin a civakbûna mirovan e. sosyolojî jî heqê vê îdîayê dide. dixwaze tenê bibe pergala ehlaqan (budîzm, konfuçyanîzm hwd) dixwaze bibe pergala baweriyan a bi pirtûkan hatiye şiklandin (cihûtî, xiristiyanî, îslam,êzdîtî, bahaîtî hwd) ol bwermendan tîne li cem hev du û pir caran wan wekî bira dihesibîne û civata xwe diafirînin.



2015.09.18-15:34 | biruya hayao miyazaki

13. dîn, bawerî, hemû bawerîyên bi xwedayan, pêxemberan û bi pirtûkên pîroz û tiştên bi vî rengî/bêhnê.



2015.09.18-23:58 | shorbevan

14. (bnr: religion)



2017.11.27-21:40 | rûbar

15. ev peyv rasterast ji peyva yol'a tirkî ketiye zimanê kurdî,
di zimanê tirkî de berê carûbaran dema peyv bi y'yê dest pê bikira tîpa ewil wenda dibû. ev taybetî di zaravayê ezerîyê de hê jî heye. mînak yıldız- îldiz, yürek-ürek, yüzük-üzük... hwd.
peyva ol jî ji vê mînakê ye.
di zimanê tirkî yê kevn de bi maneya xwe ji dîn'ê zêdetir bi maneya mezhebê de dihat karanîn..

peyva dîn peyveke kevnare ye, li gorî ferhengên etîmolojiyê jî ji zimanên êranîyên ketiye nava zimanê erebî. yanî em dikarin bêjin peyva dîn bixwe ne bi erebî ye.

bo kurdî jî peyveke wek dîn hebe çima peyva olê bi kar tînin ez fêm nakim. ez bawer dikim ew ên ku vê peyvê kar tînin dibêjin qey ol bi kurdî ye dîn bi erebî ye...



2019.12.30-15:22 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (Yên Din..)
salê mîlyonek însan zêdetir pirçina dimre [1]
Dema ku min bihîs min fedî kir.ew eyba me ye. Ew eyba me hemû mirova y...
îsa berwarî [1]
Yek ji mezinên stranbêjên Kurd. Bi mihemed arif cizîrî û (vbn...
kêm axaftina kurdî li nav keçên kurd [1]
(bnr: qey tirkî axaftin te dike prenses) meseleyek an jî dikarim bê...
wêneyên ser perê kurdan [1]
herge hebuya welatê me yê serbixwe û me perê xwe çapkira divê ser van ...
pêşnîyarek ji bo parastina aramîya tirşîkê û pêşvebirina ferhengê [4]


1. Tiştê ku ezê aniha pêşnîyar bikim ji zûde ye bîra m...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî