Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
kurdistan - tirşik
kurdistan
(19) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. dayika kurd û kurdistaniyan



09.07.2013 00:27 | gimgim

2. welatê ji aliyê serdestan ve hatiye çar parçekirin, her parçeyek di nava dewletekê de maye: îran, iraq, tirkiye, surî. ji xeynî wan di navbeyna ermenîstan û azerbaycanê de herêma laçînê dema rusyaya sowyetê de kurdistana sor hatiye avakirin lê bi aliyê stalîn ve hatiye hilweşandin û li hemu rusyayê hatine sirgunkirin. li her parçeyê kurdistanê i dehan caran ji bo xwerizgarkirinê serîhildan pêk hatibin jî sernektine. tenê kurdistana iraqê piştî şerê navbera iraq û amerîqayê de federasyona xwe qezenç kiriye. (bnr: hikûmeta herêma kurdistanê) (bnr: kurdistan regional government) li her parçeyên kurdistanê berxwedan didome û serxwebun ne zêde dûr e.



09.07.2013 10:02 | azadixwaz

3. Evîna platonîk ya kurdan



09.07.2013 11:59 | tirsikhez

4. navê keçikek e biçûk ya ku di sala 2012'an de li navçeya cirnêreş ya bi ser ruhayê ve xwudêdayî ye.. dewla serê doza hiqûqî ya vê keçkokê êdî malbatên kurd dikarin bi rihetî bêyî ku qanûnên dewleta tirk binpê û bêpes bikin navê kurdistana rengîn li zarokên xwe bikin.. http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/110720133



11.07.2013 13:45 | endazer

5. weke navê mirovekê, navek ne xweş e. lê tê gotin ku tiştekî wisa heye

ser xêrê be.



11.07.2013 13:49 | simurg56

6. Welatê komkujiyan



11.07.2013 15:21 | msirino

7. welatê Kurdan.





20.07.2013 11:03 | keje bemal

8. (bnr: di googlemapsê da nexşeya kurdistanê)



20.07.2013 04:11 | berxêres

9. cara yekemîn hikûmdarê selçûqiyan siltan sencer di sedsala 12. de bi navê kurdistanê eyaletek hatiye ava kirin. di dema osmanîyan de jî di sedsala 18. min de eyaleta kurdistanê hatiyê avakirin.



(bnr: kurdistana îraqê) an jî (bnr: kurdistana bakûr)



(bnr: kurdistana sûrî) an jî (bnr: rojavayê kurdisan)



(bnr: kurdistana sor) li dewletên sovyet sosyalîstan hatibû avakirin.



(bnr: kurdistana îranê) an jî (bnr: komara mehabadê ya kurdan)



26.07.2013 22:49 | seydayê_peyvan

10. (bnr: welatê lêlê Û loloyan)



27.07.2013 13:42 | bazirgan

11. Kurdistan:

welatekî Rojhilata Navîn e û welatê kurdan e.

Welatê Kurdistan di nav dewletên Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îranê de hatiye perçekirin. Li gor vê perçebûnê beşên Kurdistanê wiha tên binavkirin: Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Rojavaya Kurdistanê.



27.07.2013 20:49 | mam selam

12. Kurdistan welatê mirovahîya xwedî şeref û namuse. ji bilî dagirkera, ji herkesîre dil vekirîye.



27.07.2013 20:59 | urartu3000

13. welatekê her çar aliyÊ xwe bi dijminan we dor lê hatiye girtin.



29.09.2013 22:05 | cinorek

14. peyva ku van rojan weke peyva "sayın" ketiye rojeva tirkiyê û gelê tirk bi ceribandinê (baş-xerab) xwe hînî bihîstin û karanîna wê dike. wey aferîm...



20.11.2013 23:10 | simurg56

15. peyva ku bi qasê ji vê videoyê tê fêm kirin, hinek kesan dîn kiriye ye. înşallah hûn xerabtir bibin





20.11.2013 23:18 | brusk56

16. navê welatê kurdan.. serdagirkerê kurdistanê recep tayyip erdoğan jî bi munasebeta serdana serokê hikûmeta herêma kurdistanê, mesûd barzanî, cara pêşîn navê wê bilêv kir û serde jî li hemberî êrîşên chp û mhpyê xwe bi argûmanta mane atatürk jî di destpêka avakirina komarê de û di zabitên meclîsa yekem de ji bo herêma ku kurd lê dijîn (bi qewlê dagirkeran rojhilat û başûr rojhilatê tirkiyê) ev nav bikar aniye..

vê paşiyê wekîl û namzedê şaredariya amedê yê ji partiya dadwerî û werarê, mehmet galip ensarioğlu jî çendî bi dengekî qurifok û qutifok û newêrek be jî got navê herêma kurd lê dijîn ji berê de kurdistan e..



05.12.2013 01:26 | endazer

17. ku serbixwe ba, dê heya tu Kurdan jê tunne ba.



06.12.2013 01:13 | daskan

18. kurdistan Welatê ma kurdan o. nika 4 leteyê ey ê girdî estê, bindest o, xerîb o, heyf o, derdo giran o.



15.12.2013 16:39 | hesenodimilî

19. gelek caran em ji der û cînaran re qala rindiya kurdistanê dikin û bi gotinên tortore pê de diçin: "birêz, kurdistan ne îşê law e, qet nebêje". go: "cotyaro tu çi diçînî?", go: "gava şîn hat tu yê bibînî". ma nihakê ji tirsa qûnê em dikarin bibêjin kurdistan, ewk e, çîk e, ne xweş e lo? na, ne tirs mamê gur e. lê berra jî ewk ne xweş e, çi ku çiya xweş in, bi hêbet in.



15.12.2013 17:08 | înano lo

20. dema ku wek''kürdistan'' tê nivisîn ez dixwazim nivîskarî bikujim.



20.12.2013 14:42 | gulan

21. xaka pÎroz



20.12.2013 15:55 | xelîlêzer

22. welatê bêwelat an



20.12.2013 16:03 | diljan

23. a ku ji aliyê tirkên pozbilind ve her tim bi gotina neverland tê biçûkdîtin.



20.12.2013 23:47 | simurg56

24. DEMA KU HÊRs dibe,ez dibÊjim ezÊ wÎ bixim nav dilÊ xwe. lÊ ku razandi be pewÎste yek hencikan lÊxe.



21.12.2013 02:24 | por gijik

25. welatê ku ji aliyê hinek stranbêjên kurd yên cesur û curetkar(!) ve di hinek stranan de vediguhêzê gulistan û tiştinên din.. ji bo nimûne solîst Û vokalîstê koma wetan, keremê gerdenzerî di strana xwe ya bi navê sînê de wekê teyrên nav ezmanê kurdistanê birÎndar dikeve, lê di heman stranê de mirov dibîne ku nilüfer akbal wekê teyrên nav ezmanê gulistanê birÎndar dikeve..



28.12.2013 04:30 | endazer

26. welatekem her toy, jiyanekem her toy, kurdistanî min, yarî ciwanî min.

welatê min her tu yî, jiyana min her tu yî, kurdistana min, dilbera dilê min.



29.12.2013 23:56 | xendekî

27. qeda listÎka evdilla öcalan



15.02.2014 14:32 | cinorek

28. welateke bindest û mêtingeh e..

hinek kes dibêjin eger ji bin destan derkeve û azad û serbixwe bibe, wê ji nêza bimire, wê bibe pêlîstoka dewletên emperyal yên wekê îsraîl û amerîkayê, dibêjin ji ber ku sînorê wê bi qeraxê behrê re nîne, ne mimkun e ku li vir ticaret pêş bikeve û welatiyên wê nanê xwe jê derxînin û debara xwe jê bikin..

ya ecêb û sosret û cihê dax û mixabinê, pirraniya wan kesan, kesên ku bi ser navê kurdistaniyan siyasetê dikin û wekalat û temsiliyet û berdevkiya kurdistaniya dane ser milê xwe, van tiştan dibêjin..



15.02.2014 15:16 | endazer

29. Piştî çerxeke beredayî belaş,li gel xezeba çend sed salan pirsa " ma ev çavên te hîç mezin nabin? " ;min kurdistana xwe dereng peyda kir zwûka bi der da.. "te dîlan kir min dîlan kir.." .." küçelere su serpmişem..".. "benî yaktın beslediğin ataşa.." û wekî dî "göğsün cennet,koynun uçmağ dedîler.." ey şarekam bîrya te dikam,tu şarê şaran î,welatekam.." "kabrayê te ku diket? " ka esteyrekey şewgarî tarim,llorando,llorando..no hay banda..monsieur Swann dimre..



dûrî kurdistan êdî li ser kîjan erdê bim hesret û xerîbî ye e bo min..









15.02.2014 15:37 | kubikem

30. WELATÊ GELÊ KURDE:kurdistan li naVÊ XWE HEDÎ HEDÎ wiNDA dike.LEWRE gelÊ KURD BÊÎDEOLOJÎ nikare bijÎ.



15.02.2014 16:49 | xewnkar

31. Welatê ku navê wî hêdî hêdî ber bi navê mezopotamyayê ve tê veguhestin e..



15.02.2014 17:12 | nan û av

32. kurdistan yek e

ne çar parçeye



01.03.2014 21:42 | desmal

33. stranek darko rundeke.







10.03.2014 13:09 | hun çawane heval:)))))))

34. welatê gellê Kurd ê. ji alî tirk,ereb û ecemanda hatîde dagirkerkirin. lê kingê ji hebe vê azad bibe ji ber kû rewşa xwezayî husaye.



15.04.2014 01:51 | tîrêj

35. xWENDEKAR:

çEND kurdistan me hene?

ew JI BO ÇI ÇAR PARÇE NE..?

mA HER YEK WELATEK E ?

yAN JÎ HEMÎ PÊKVE NE..



mAMOSTE:

BIZANE ÇAR PARÇE ÇI NE.

çAR REXÊN ME DIJMIN E..

kURDISTANA BI XÊR Û BÊR

hER YEK DIBÊJÊ YA MIN E..



22.06.2014 13:25 | nan û av

36. kurdîstan ger to nebî giyan û jînim bo çî ye?

dîmenê rûxsarê tom bêt, tacê şahîm bo çî ye?



kurdîstan ger to nebî teyrekim bê asîman

hoy hoy



kurdîstan gerd û xûbarit, sormeyê bo çavanê min

dirik û darê şaxekanit, sosin û reyhani min



hoy hoy

hoy birîndarim

hoy birîndarim



kurdîstan ger to nebî giyan û jînim bo çî ye?

dîmenê rûxsarê tom bêt, tacê şahîm bo çî ye?



kurdîstan ger to nebî hoy hoy

teyrekim bê asîman hoy hoy



kurdistan ey xakê zêrîn, qiblegahê aşiqan

dengê şimşalê cîwanit, awazî e'şk û jiyan



http://www.youtube.com/watch?v=o2kc5ifgnx0



22.06.2014 13:46 | ciwanpiroz

37. Welatekî dagirkiriye. Hezar sal e xwîn bi coyan jê diherike lê hê jî axa wê têr nebûye û xwîn dixwaze. Neqeb û şiverêya dîrokê... Dîrok bixwe her û her ji wê derê herikiye. Hemû kevirên mezin yên dîrokê ew dagir kirine herwekî Cengîz xan, îskenderê mezin, artêşên îslamê, sasanî, pers, romî, osmanî... Heya niha dewleteke gerdûnî ava nebûye ku li kurdistanê xwîn nerije. Welatê pêxemberan. Hinek jê re dibêjin axa pîroz. Lê ez dibêjim qey yekê lanetê lê barandiye. Gelên li rûyê vê axê dijîn bi zilm û zorê hatine bêdengkirin. Hînê neçariyê bûne. neçariya hînbûyî. Dagirkerên hov Ew hînê loqên nan kirine, Ew bi nezaniyê, bi birçîbûnê terbiye kirine dagirkerên hov. Dagirkerên hov wisa terbiyeke tûj kirine ku êdî têkoşerên ku li dijî vê nerastiyê radibin jî dişibin dagirkerên xwe. Lê dîsa jî ez ji dahatûya kurdistanê hêvîdar im. Hêvîdar im ku wê hinek rabin li ser rastiyê li ser heqîqetê li hev bikin û wê fikra dewleteke merivanî der bibin. Li ser kurd û kurdewariyê. Li ser dîroka me, Ne li ser çîrokên enternasyonalîzmê.



25.06.2014 01:32 | ceso

38. welata ku her çar aliyên wê agir pê ketiye û şer û pêvçûn berdewam e.xwedê vê xaka pîroz bisitirîne.



28.09.2014 10:02 | karmatî

39. welatê ketî rojeva hemu dinyayê û helbet bi şer û pevçunan. xwedê azadiya wê jî bêxe rojeva dinyayê înşileh.



28.09.2014 12:48 | azadixwaz

40. wek ku Şivan gotiye

Bijî Kurdistan

Bimre koledar!



26.11.2014 01:57 | bager elih

44. navê herêmekê ye. piştî rizgarbûnê li gorî min navê dewleta kurdan divê ne kurdistan be. em ne netewperwer in ku navê welatê bindestan bikin navê netewekî. loma kurdistan is a area not a state..



10.04.2015 21:50 | mergehez

45. eger ji herêmbûnê xilas bû û bû dewlet seb xatirê mergehezan em ê navê wê bikin kurdistanyunaydidsteyt ne komarîkurdistan..



10.04.2015 23:51 | endazer

46. kurdîxane jî çêdibe bi min *



11.04.2015 00:19 | vêca çiyeeee

47. divên goristane ji bu kesên dijî mirovahîyê.



11.04.2015 10:18 | shorbevan

48. Evîna mem û xanî ye, zîn e, zînistan e.



29.04.2015 11:44 | mem zînistanî

49. xeyala hecî qadirê koyî ye.



30.04.2015 00:44 | biruya hayao miyazaki

50. yek ji stranên kerem tahar gerdenzerî ye.







16.05.2015 02:06 ~03:09 | ceso

51. xaka ku tu carî ji şer xilas nebûye. her li ser şer çêbûye. dagirkerên hov bi rûyê xwe kirêt her êrîş kirin û dikin. niha dîsa di nav şereke xwîs de ye.



19.08.2015 18:10 | xendekî

52. li cem derdên swêd, slovakya yan jî çînê, derdên kurdistanê xuya dibe ku ne yên kişandinê ne. zilamek dibêje ka em çiyayekî diyarî welatekî din bidin, ê din ji ber hirçan rewşa derasayî îlan dikin. ên me ji ber bawerhişkan nikarin panelek pêkbînin, li cem wan bawerhişkî bûne cureyên endemîk...



Here lînkê



15.04.2016 01:01 ~01:02 | biruya hayao miyazaki

53. Navê ku dibe sedema kûr bi kûr fikirîna min



15.09.2016 23:27 | bûtîmar

54. ...



" Her welatek e nabe çar " gotiye Qazî Mihemed...



15.09.2016 23:33 | biaqila malê

55. welatê partiyên wê ên wê naxwazin ji ên wê dixwazin bêhtir e. welatê rûreşan e.



nîşe: heçî wê nexwazin ker di .. nin..



16.09.2016 03:04 ~03:04 | berxweda

56. (bnr: baxçê gulan derdê dilan)...



10.12.2016 19:28 | bûtîmar

57. Van rojan tevde tevlîhevî ye. Başur, bakur, rojava hemu di nav nediyariyekêde ne. Wê ev dinya çi bîne serê me gelo?



10.12.2016 20:20 | azadixwaz

59. kurdistan ne tenê cîheke ji bo min.



30.01.2018 21:02 ~21:03 | kurdokercewsî

60. welata ku qet serbixwe nabe



30.01.2018 23:57 | mindal

61. welata ku piştî çend salên serkeftî ji 2012 heta 2016 du sê sale rewşa wê pir xirabe



23.02.2018 22:54 | mindal

62. mijabad/107185


analîzek wiha di nav de ye:

"heremên kurdan weke giravên ji hev qut di deryayekê de ne, pêwist e kelek û gemî û qeyik hebin da ku xelkê ji giravekê bigihîne giraveke dî" rûpel 106


piştî ku min vê gotina jan dost xwend min di dilê xwe de wisa got: kurdistan berê wek gundekî bû herkes di heman erdî de dijiya haya herkesî ji hevûdu hebû lê anha mîna apartmaneke ye ku herkes li ser hevûdu ye û haya kesî ji qata binî û serî tuneye.

kurdistan bûye alegoriya kelha babîlê.



26.07.2018 20:52 ~21:00 | tizbîkêş

63. navê "kurdîstan" çima wek "kurdistan" hatîye nivîsandin nizam lê ne raste.

Axa kurda ye û sedsalên dawî de ji alîyên dagirkeran ve hatîye parve kirin.

"Bakûrê kurdîstanê" niha li nava xetên welatê ku tirkîye hatîye binav kirinde dibîne.

"Başûrê kurdîstanê" niha li nava xetên welatê ku iraq hatîye binav kirinde dibîne.

"Rojavayê kurdîstanê" niha li nava xetên welatê ku surîye hatîye binav kirinde dibîne.

"rojhilatê kurdîstanê" niha li nava xetên welatê ku îran hatîye binav kirinde dibîne.

Li başûr kurd federal , li sûrîyê şer didiome û li bakûr û rojhilat hê bindestên û wek kurd nayê nasîn.



02.04.2019 16:05 | brzn

64. (bnr: بلدة طيبة)



02.04.2019 20:04 | cinorek

65. welatê ku nexşeya wê dê weke vîdeo-lehîstoka age of empires hêdî hedî ronî bibe ye.
pêşî başur piştre rojava û piştre jî rojhilat û bakur dê têkev serwerîya hetahetayî ya kurdan ev rastîya sosyolojîk ya deverêye ku li du parçeyan hate isbat kirin.



03.04.2019 14:25 | şikber

66. kurdistan peyva ewil e ku li pirtûkxaneyan an jî li ferhengan lê digerim. heta niha çûbim kîjan pirtûkxaneyê pêşî li ser komputerê min "kurdistan" nivîsandiye. piştî qedexeya min a siyasî rabû jî min ewil li kurdistanê nêrî *



08.05.2019 22:51 | roza

67. Peyva ku li tirşikê bêyî qedexeya sîyasî her kesek dikare bibîne ye. Ewên ku endamê tirşikê nîn in jî dikarin bibînin.*

Pirsa elzem û divê heman demê were bersivandin: gelo heta niha çima roza li peyva kurdistanê negeriye ? *



09.05.2019 16:13 | xelîl

68. oha, birastî? ketim şoqê... öğrenilmiş çaresizlik çi ye tu dizanî xelîl? min digot qey kurdistan jî mijarek siyasî ye *



09.05.2019 17:41 | roza

69. Gulîstan



09.05.2019 20:44 | masîyekjinavbehrawanê

70. dilê osman baydemir e




09.05.2019 21:45 | cinorek

71. ne navê erdnigarîyek (coxrafya ) e , navê welatê kurdan e.Beriya welatên ku niha li ser hatine avakirin , hebû û her wê hebe jî!



18.02.2020 14:00 | brzn

72. welatê kurdan. hatiye parçe kirin parve kirin, dagir kirin, mêtîn kirin.



19.02.2020 12:37 | hespêsor

73. Navê Welatê ku hatiye dagir kirin û li bakûr ji aliyê partiya ku zêdetir ji kurdan rey hildide ve hîç nayê zimên e.

Mixabin ne ev partiya sosret ,ji aliyê kesên ku xwe wek berpirsyarê kurdan dibînin jî hema bêje hîç nayê zimên.

Lê bi rastî her bûyer , proje , xerabkirinên bereday ku li kurdistanê tên meşandin ji aliyê van kesên ku dibêjin em berpirsyarên kurdan in ve wek mafên karkeran , civata kapîtalîzm , mafên jinan û hwd. tên binav kirin.Lê rastiyê de ev xerabkirin û dejenere kirina Kurdistanê ye.Kî dîtîye ku rojavayê dagirkerên bakûr leşkerek li zarokek 10 salî re destdirêjî kiriye anku kî dîtiye ku zarokek 15 salî ji aliyê leşkeran ve tên gulebaran kirin. Kî bêje ku ev ne xerabkirina kurdistanê ye ew yekemîn xayîn û dijminê kurdistanê ye.

Lê ku van yekan wek xerabkirina kurdistanê tîne zimên (bnr: ibrahim halil baran) e.Mixabin her tim bi tirkî tîne zimên ji ber ku kurd nizanin kurdî fêhm bikin.Vî rewşa xirab de yê ku zêdetir û baştir van yekan tîne zimên ew kes e.



17.07.2020 12:16 ~12:18 | brzn

74. Di dîrokê de cîhê ku herî zêde mirov hatine kuştin e.



31.07.2020 00:37 ~00:39 | yûsiv

75. Welatê ne fermî ye.Lê her tim bi navê xwe di nav dîrokê de cihê xwe girtiye.Him welatek navdar e him jî welatek xembar e.Him heye him nîne.Him diyar e him bezre ye.Him gulistan e him kûlistan e.Him şaristan e him jî şeristan e.Him rast e him xewn e.Kurdistan her hebû her heye her hebît



01.08.2020 21:32 | jehr

76. ev dewletên ku dawîya wan bi stan e bi min hov tên loma gava kurdistan ava bû divê em navê xwe deynin medîa..



02.08.2020 13:41 | shwinsherm

77. navê go ji navên tirkîye, îran, iraq û sûriya kevntir e.



12.12.2020 12:14 | hueyn

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdistan time

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî