Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
bi hev re - tirşik
bi hev re
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gor çavkaniyên ku min di înteretê de dît, navê yekemîn helbesta bi kurdî ye.

beriya îsayê sala 330 an de, li ser kuçekî gorê hatiye nivîsîn. navê helbetvan jî borazboz e.



bi hev re



Xwazdî ez tu hevre bin

Bi hevreherin xorînê



Wer dî bihêrin kotra bin

Bang dîn bi hevre narînê



Dwînî kotra hêra bûm

Awaz ji cîr dixwînê



Fîrabîl û beyaban

Hawar ji dest evînê



Ez tu watu yek dil wîn

Hêzan cwadi wînê



Vêra pêkra hifne wîn

Bircînê ya binvînê





nîşe ; dema min li devoka borazboz û peyva wî a "xorînê" nêrî,min got qey borazboz ji botanê ye * lê na ji Hewreman e .



14.04.2014 00:12 | brusk56

2. li gorî hinekan helbesta borazboz helbestekî sexte ye.. nizanim rastê an na..



14.04.2014 01:02 | havka

3. min tu çavkaniyên bibingeh nedîtine.



14.04.2014 01:04 | berxweda

4. helbesteke sexte û xeyalî ye.. cara ewil selîm temo ji bo raya giştî ya bakurê kurdistanê ragihandiye û dîsa ji aliyê selîm temo bi xwe ve hatiye derewandin..



daxuyanî:

tu helbestvanekê kurd bi navê boraboz tuneye, jixwe bi navê "borazboz" qet tuneye. min "helbest"a wî 2006an de da weşandin (kovara esmer). di şûna ku boraboz binivîsim, bi şaşîtî min "borazboz" nivîsî, di kovarê de weha weşiya (di gellek malper û rûpelan de jî bi vî navî diweşe). di hin pirtûkên kevn de (weke reşîd yasemî, 1932; kemal fuad, 1970) ev nav û "helbest"a wî derbas dibe. lê ne rast e, metnekê sexte ye. min vê yekê, yanê sextehiya metn, di antolojiya xwe de nivîsî. vêca dibînim ku hê jî ev şaşîtî li ser înternetê belav dibe. divê careke din bibêjim ku ne helbestvanekê weha heye ne jî helbestek. ji kerema xwe vê şaşîtiyê rast bikin. silav



selîm temo"



14.04.2014 01:34 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hevşabûn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî