Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 26 peyam
bijîşk - tirşik
bijîşk
(7) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. kesa/ê ku nexweşan ji nexweşiyan xilas dike. bi gelemperî singekî qûna wê/î de heye û mixabin nikare vê yekê bi xwe terapî bike.



09.07.2013 00:35 | gimgim

2. dixtor/doktor/doxtor.

physician.

kesê/kesa ku bi xwendin û pratîkên yên zanin re bi zanistî hînî nexweşî-naskirin û tedawîkirinê.

hêmaya bingehîn sonda hîpokrat e ku bi qanûn û rêzikên dewlet datîne re wateya wê jî nemaye.

kareke ji rêzê ye ku hêviya perê qezenc kirinê ji hinek karên din yên rêzê zêdetir e.



09.07.2013 09:30 | azadixwaz

3. kesê ku karê wî ew e ku qet bi mirovên "normal û saxlem" re muxetab nebe. karekî zehmet e welhasil.



09.07.2013 11:10 | simurg56

4. li herêma hekarî û behdînan jê re dibêjin nojdar an nijdar jî.. ez ne şaş bim ji peyva nişter an neşterê ya ku di wateya kêra emeliyatê de ye hatiye darêjtin..



06.08.2013 19:55 | endazer

5. cem bijîşk nabejin tixtor an jî doxtor te gotin



18.08.2013 16:53 | rabo

6. kesê ku ji nexweş zêdetir bi mirov û xizmên nexweş re mijÛl dibe ye .



01.11.2013 01:31 | brusk56

7. ew kesên ku li mirov nemêzenin jî fehm dikin be çi nexweşî bi wan re heye.



25.11.2013 02:50 | gêjê

8. mirovekî, dê ya xwe ê nexweş birîye li cem bijîşk.



bijîşk bi kurdî gotîye: metê li wir rûnê, ez ê te muayene bikim.

dûv axaftina bijîşk ê bi kurdî re, metê vegerîye lawê xwe û wiha gotîye: xwedê ruhê te bistîne. min bi te re got min bibê dixtor, eva ne dixtore, eva kurmance.



di vê mînakê de jî em dibînin ku wek her tiştî bijîşk ê kurd jî bê qîmet e.



09.12.2013 17:54 | nazim tolhildan

9. belkî bi keri we were videos of medicine



05.01.2014 03:11 | diljan

10. mirovên li dewleta romiyan de mecbûre li dereke kêmbijîşk kar bike. ew der pirranî bakurê kurdistanê ye.

ferzkirina karkirina mecbûrî ji kurdan re ne girîng e. sedema wê jî cihê tê mecbûr kirin welatê me ye.



-ez ê jî 2 mehê din zaningehê biqedînim. û nêta min heye ez herim acîla welatê xwe. li gorî tê gotin 2 bijîşkên pispor ên acîlê û 3 jî pratisyen(ên ne pisporê tu beşî) hene û tê gotin rojê ji hezarî bêhtir nexweş tên. ji niha de ketime fikra wê ku ez ê bikarîbim vî karî bidim ser stuyê xwe.



03.09.2015 00:40 | berxweda

11. ên ku bi derdê nexweş û bi zêdetir ên xweyê nexweş ve mijul dibin.

berxweda gotiye ku wê here acîleke pir kar dike. ez dikarim bêjim ji bo hînbun û bi tecrube-bunê ji cihê ji acîlan çêtir tune ne, helbet stresa wê gelek e lê piştî mehekê kêm dibe (tu carî bi temamî wenda nabe). ji xwe bawer be ku, te dibistan xelas kiribe tuyê bikarî vî karî jî biki. ji ber ku bi nobetan tê şixwilîn dema te ya vala jî wê zêdetir be. weke din gorî beriya 3-4 salan hêjmara bijîşkan jî zêde bun û karê dikeve ser bijîşkekê kêmtir bu. ser xêrê be û xwedê quwetê bide...



03.09.2015 00:49 | azadixwaz

12. her çiqas pereyek xweş bistînin jî karê wan karekî bi rîsk û zehmete ti rehetî tuneye jiwanre. xwedê alîkarê wan be,xwedê hînkî serê nexweşên wan nermbike înşelah û xwedê sebr û silametê bide wan û hew.



03.09.2015 23:32 | shorbevan

13. doctor, doktor, hekîm, toxtor, nojdar.



03.09.2015 23:34 | diclefirat

14. simurg56 ne tê de pirraniya bijîşkên min nas kirîn û ez nas dikim qurre û nefsmezin in, kompleks û kaprîsên wan hene, ji wan we ye şagirdê xwudê ne, xwudê mirovan çêdike ew jî baximê li wan dikin, ya rastÎ ne tenê bijîşk, parêzer û mamosteyên zanîngehan û çend kar û pîşeyên din jî hene wekê bijîşkan qurre û nefsmezin in, lê ji ber ku ew wekê bijîşkan ne di nav xelkê de ne, anku kîtleya ku berê wan lê ye, ji ya bijîşkan biçûktir e heta belkî elîttir û rafînetir e, nefsa wan ya mezin ew qasî kifş nabe û xelk jî zêde li wan nagire û gilî û lomeyan ji wan nake..

û di nav xelkê û raya giştî de jî li hemberî bijîşkan xweşikandineke (eziklik) nelazim heye..



04.09.2015 02:03 | endazer

15. erê, gotina etîmolog û zimanzanên kurdî ye. lê heke wateya bijîşk (bijî-şk) ê ku jiyîn dide, jîndar dike be wê gavê mirîşk (mirî-şk) tê çi wateyê? gelo mirîşk firrindeyek kedî ye an ê ku mirin dide ye?



09.05.2016 22:39 ~22:53 | remlavêj

16. Kesên di bin barê giran de ne. Rojekê li nobedê ne. Roja din tên û xewa xwe distînin û roja din dîsa li nobedê ne. Ma aqilê min ê niha li ser min bûya ez dibûm bijîşk :(



09.06.2016 22:47 | berxweda

17. bijîşkên nizanim çidikin ji hewqas pera dehsalan bixebitin û rûnên perê xwe bixwin çi çav birçîne yaw an rihetîyê betlaneyê dixwazin bira ji xwera nexweşxaneyek vekin bira bi dewletêva ne girêdayîbe, bijîjkên tirşikê jî nikarin gelo tiştek wiha bikin? ez di apê xwede zanim apê min jî bijîşke nexweşxaneyek wan heye dîsa serê wî rehete nerehete nizanim *

ji keçelre dibêjin porê te tune ew jî dibê porê xatiya min li ser qûnêye



10.06.2016 01:07 | shorbevan

18. Peyva ku ez dema ku ji mazinekê/î xwe ra dibêjim dibe sedema kenî û yarîya : 'bijîşk çîye kurê min ma navê wî doxtor nîne' . dê werê bêje mazinêt xwe bijîşk kurdîye xalo kurdî dev jî doxtora moxtora berde..



10.06.2016 11:31 ~11:33 | azad30

19. Karek pir zor û stres e lê li gel betlane û kêmbûna mesaîyê jî têra xwe bêhnvedidin.(ez bêjim wisaye, herhalde *
karên wan pîroz e bi qedr e ji ber ku însana ji derdan û nexweşîyan xilas dikin wan tedawî dikin mirov pirî caran ji ber ev qencîyêt wan kîmetek mezin dide wan û divê bidin jî lê carna ev ked û xizmetêt xwe bi guhnedayîna nexweşan xirab dikin yanî belkî nîyetek wan ê xirab tune, belkî dema nexweşê dibînin her tiştî fahm dikin ji ber hindê tiştên bîra nexweşa jî ji wan dibêjin û belkî dema tedavî biqede tiştê lazim her çi be ji nexweş re dibêjin loma hewce nabînin ew qas guh bidin nexweşan ev "belkî" hê zêde ne dibe ku tevahî "belkî"yên jor li alîyê bijîşkan de tê jîyîn.

Lê li alîyê din ango li gorî nexweş jî ev guhnedayîn û piştguhkirina axaftin û pirsên wan wek quretî, rîkoyîtîya bijîşka tê navkirin. Heta nihe ez çobama nîk kîjan bijîşkê a nihe di hizra min de bijîşkên herî baş û qenc ên ku min guhdar kirine, pirsên min bi bêhnfirehî bersivandîne ew tên bîra min neku zehf jêhatî, pispor , prof bûn tenê derûnîya nexweşan fahm dikirin û wan "guhdar dikirin" bi berfirehî qala nexweşîyên min dikirin. Li gor dîtîna min bijîşk tevahî li gel dersêt xwe teqez derûnîya însana jî bizanibin bixwînin eger vê tiştê bikin wê gelek serkeftî bibin.

Mesela ev heftîya borî ez hem bo "dolgu" û hem jî bo "kanal"ê çum nexweşxaneya lêgerînê û perwerdehîyê a amedê, çum cem du bijîşkên cuda mala wan ava be her du jî baş bun didanên min tedavî kirin lê ji ber ku kêmasîyên jor ku min nivîsandî keda wan pêş çavê min kêm bun mînak min bi nazîkî û rehet pirsên xwe dikir lê ew bi lez û bez karê xwe dikirin tiştên min pirsî jî nîv bersiv didan dema tedavî xilas jî dibu nedihiştin ez berfirehî pirsên xwe bêjim loma dema ez derketim min li înternetê lêgerîn kir bersiv digerham bo pirsê xwe. Ji ber lez û bezêt wan min her tiştên hîşê xwe de tevlîhev kir pirsên xwe bîra kir jixwe devê min xar bubu ji ber narkozê.

Eve dîtînen nexweşekî ne lê ka bijîşk çi hîs dikin çi diramin çi dihizîrînin pir tatêla min heye belkî ew jî gazinda dikin ji nexweşan, xwedê dizane!



03.06.2017 15:28 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» bijîşkên kurdîaxêv

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî