Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
bijîşk - tirşik
bijîşk
(7) (1) (1)
di mijarê de bigere

20. Barkem peyveke çêkirî ye, heta niha xêncî medyayê min dersora xwe seh nekir.



03.06.2017 18:04 | mîr

21. Ne gişt lê gelemperî xwediyê egoyek mezin in. Yanê ewqas ku nikarin teqlîda dilnizmiyek çêkirî jî bikin. Bi xêra wan elimîm ku ne koletî ne jî sazûmaniya çînî ji holê rabûye. Û ev zanîna di mejiyê me de jî çêkirine. Ewqas ku niha dema li hember min bijîşkek hebe ez hema yekser xwe didim ser hev huş dibim û mijarên ku mîna navê xwe zanim tê de xeletin jî qet deng nakim. Ji ber ku çend caran ketim nîqaşê lê ew jî ewqas pê bawer in ku tu dibê qey gotinên ji devê wan derdikeve ji hooorta kitêbê derketiye, qet wê rastiya tu bi dev dikî qebûl nakin. Êdî li ber çavên min wer reş bûye ji min re mîna mirovên ne ji min an jî mirovên astên jor tên. Yanê em karin bi kesekê/î re suhbetek xweşik li dar xin lê heta bêje ez bijîşk im. Dibe ku ji ber kar û pîşeyê min niha ez wisa difikirim lê nexweş jî wisa ne. Li ser me hemşîreyan zimanê wan dirêje. Û di mêjiyê wan de jî em mîna koleyane. Lê dema bijîşkek tê hember wan dev ji zimandirêjiya berdin nikarin gilî û gazincên xwe vebêjin. Fedî dikin li wecê bijîşk binêrin. bijîşk di nava xwe de gelek samîmî ne û zanin hevû din gohdar bikin. Lê dema ev kesek ne bijîşk hemşireyek ango paqijkerek be bi carê de ji jor de li we dinêrin û heta ji destê wan tê tenê li ser kar û tiştên wan eleqedar dike daxivin.Û ji kerema xwe min xelet fêm nekin, tenê ev nêrînana min ji xwe û ji dora xwe dîtiye.



05.09.2021 18:12 ~18:13 | rizgarm

22. bijîşk/136489
Bila kes dilê xwe nehêle, û xelet fêhm nekin; ne ku ez jî kul û ketîyê bijîşka me lê tiştên ku li vir hatîye gotin di nav hemşîreyan de jî heye. Gava hemşîre jî kesek ku ji hêla tenduristîye 2 salan xwendîye dibînin asta xwe li ser wan dibînin, henekê xwe li wan dikin, keda wan dikin axa li bin nigan.
Qurretîya nakim, xwişka min bi xwe 2 salan fîzyoterapî xwendîye û pûanê wê yî Kpss 83 ye bes ji ber ku dewlet ji dêlva wan hemşîreyan dixe şixûl, li ser komên telegramê û li ser twîttire ha ha çalakîyan lidar dixin ku dengê wan bigihêjê yekî xwedî hêz. Lê hemşîre gava vî tiştî dibînin, dibêjin" ê leqê! We bi tenê 2 salan xwendîye ma em?! Me 4 sal xwendîye, hûn qasî me netehebînin, ne mafê we ye ku hûn dengê xwe derxînin!"
Dibê ku herkes ne wek hev be lê qasî ku me dîtîye rewş wilo ye. Yanî kî karibe kê, serê xwe li ber wî/wê mezin dike...

Xebera camêr Hobbs e:
mirov gûrê mirovan e



05.09.2021 18:47 ~18:55 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» bijîşk vs doktor

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî