Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
rênas jiyan - tirşik
rênas jiyan
(10) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. Hezkerê kul û êşa, dert û dila derî veke rênasê min.* Em ji bîr nakîn: ''Herkes bi kasî êşa xwe dijî.'' Rênas Jiyan: Bi helbeskarê kurd yê nifşê nû ye. Pirtûkên wî: Janya, Ji şevê re, Di tuweletêde û Çirûskîzm e. Pilozofê kurda ye.



09.07.2013 04:14 | sîyajan_56

2. nivîskarê hêja yê kurd di 1974an de li qosera mêrdînê hatiye dinê. di nava gelekî tevgerên wêjeyî de cî girtiye, di gelek cureyên wêjeyê de weke helbest, şano, felsefe, cerebe, rexne berhem dane. bi tarza xwe ya ji wêjeya gelêrî ya kurd cuda nûbuneke giring bi xwe re aniye ji xwe ji ber vê nûbunê bi navê çiruskê herkekê daye destpêkirin. ji xeynî berhemên xwe yên janya, di tuwaletê de, çiruskîzm û ji şevê re çend têgehên dera hanê kovareke wêjeyî ya bi navê çirusk weşandiye. heman demî de edîtoriya weşanxaneya belkî jî dike. hinek stranên mirov ji nişka ve ji xeman di nava westanê de dihêle, weke ku li ber bayê ketî hema ji hestekê ber bi hestekê ve dibe û ji nişka ve dide xuyakirin ku mirov ji xwe çuye, mest buye weke hebhinarkê ya koma hîvron û kul û kulîlk a jan axîn jî ji pênusa wî rijiyaye ser dilên me.

ji hemuyan bêtir dixwazim behsa pirtuka ji şevê re, çend têgehên dera hanê bikim. vê pirtuka rexne-cerebe de rênas jiyan weke ku dilê xwe bi pênusa xwe radigihîne me. pirtuk bi gotineke germ hatiye nivîsîn û tespît û fikrên ewqas di cih de hatine nivîsîn ku bi rastî wextê min pirtuk dixwend min pirtukî hindik bi hindik dixwend ku zû xelas nebe. ji min her kurdê ku bibêje haya min ji wêje û felsefê heye divê vê pirtukê teqez bixwîne.



09.07.2013 11:00 | azadixwaz

3. Çirûskîstê herî mezin



09.07.2013 11:58 | tirsikhez

4. yek ji berhemdartirîn helbestkar û nivîskarê wêjeya modern ya kurdî û kurmnacî ye.. li gorî min di nav nivîskarên kurd de nivîskarê herî xwende û dixwînê ye.. wek melûmê herkesî ye nivîskarên me yên kurd bi tiralî û bêxîretî û bexiliya xwe tên nasîn û behskirin.. heta cihê henek û qerfan e ku li gelek civatan tê gotin ku nivîskarên kurd heta berhemekî dixwînin du berheman dinivîsin.. ji xwe ji ber vê nexwendevaniya xwe û neşopandina nivîsên din ên nivîskarên cîhanî hema bêje piraniya nivîskarên kurd ên li bakurê kurdistanê di berhemên xwe de xwe dubare dikin.. axirê rênasekem ne yek ji van nivîskaran e.. hema bêje ji her beş û şaxeka wêjeyê yên wekê şano, helbest, ceribîn, gotar berhemên berkeftî û serkeftî dane..



12.07.2013 15:49 | endazer

5. dengê min diêşe *



15.07.2013 23:48 | rohat_rosî

6. Li min vegere kûlê.!



19.07.2013 17:01 | sîyajan_56

7. çirûkîst, ji qosera mêrdînê ye. her çiqas mamoste be jî, helbestvanekî hêja ye -ku ez wî bi zimanê xwe dixwîm ez xwe bişens dibînim- ku di nav kurda weke fenomenekî tê qebûl kirin, xweşbêj e. direktorê kovara çirûsk ê ye û edîtorê weşanxaneya belkî yê ye. li amedê dijî



(bnr: weşanên belkî)

(bnr: kovara çirûskê)

(bnr: janya)

(bnr: mexzena xwînê)

(bnr: di tuwaletê de)

(bnr: çirûskîzm)

(bnr: hebhinarkê)

(bnr: kul û kulîlk)

(bnr: dê û law)

(bnr: nivişta helbestan)



19.07.2013 09:35 | seydayê_peyvan

8. Bi qurana ku bavê min xwendî, Rênas Jiyan çirûskizm ava kir, lê ez nizanim bê çima. Ev çend salin difikirim lê nizanim bê çiye. Jixwe Janya jî xwe ne kuşt. Rênas jî ha ha felsefeya çirûskist kûr dike..



19.07.2013 18:44 | rojan

9. Di warê helbestê de bi têr û sertêra xwe heye. "Janya" pirtûka wî ya herî navdar e. "Mexzena Xwînê" ber û awayê helbestê daye ciyekî din. ji 2003'an û bi vir ve pirtûka helbestan çap nekiriye. Rewşenbîrekî Kurd e. Di warê ramangeriyê de xebatên wî hene. Di warê kar û baran de ciddî ye û karê xwe baş dike.



19.07.2013 21:43 | rojgar

10. Rênas Jiyan

Rênas Jiyan, helbestvanêkî Kurd î nûjen e; weşanger edîtorê weşanxaneya "Belkî"yê û dîrektorê kovara "Çirûsk"ê ye. Di sala 1974'an de li Qosera Mêrdînê hatiyê dine .ji her kurdî pirtir ,ji hinek kurda kemtir xof,zilm û zordariya dewlêta faşist para xwe hilda ,ketê zindana derket.

Rênas Jiyan di helbesta Kurdî de xwediyê cihekî girîng e.her çiqas weki helbestwanek were zanîn ji bi şano,felsefe û cerribîn(deneme) ra gelek serî êşandiye. Berhemê wî ye herî zede tê nasîn Janya,Mexzena Xwînê, kul û kulîlk(helbest), Di twaletê de(şano) . Ji Şevê Re (cerribîn)

û Çirûskîzm (teorî-felsefe) in. Tişta wî ya herî balkêş, di helbest û wêja ya kurdî de şevazek nû da yê destpêkirin .bi navê êkola "Çirûskîzm"êkolêk ava kirîye û pêşeng tî dikê



02.08.2013 00:50 | newenda

11. Di wêjeya kurdan ya nûjen de navekî gelekî girîng e.Helbestên wî gelek jê bûne stran jî.Ya meriv jê têr nabe yek jî ya koma hîvron dibêje strana ''hebhinarkê'' ye.



hebhinarkê



ji wê şeva bi şewbê

bêhna firikên şewitî dihat ji çolê

çend xarên min winda bûbûn li newala waweylê

destmêja te û janê ji hevdu naşikê

hebhinarkê !...

min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê

wê gewriya te dil bide kêrê

li kerbelayê

belê delalê



li çaraliyê çefiya min

diçirûse şûna şûrê şilfîtazî yê îskenderê mezin

kulora şahmeran e egala li serê min

ev kitana çendan e te li xwe şikenandiye hebhinarka min

ne sûcê te ye

ew mîratê kewan li me nehatin



li çiyayê şengalê,

komek xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştiye

perîkên wî digirîn li dewsê

tu hogirî van perîkan bûyî hebhinarka delalî

bi cizbê ketin hêsirên te yên firyali

li ser goleke mêşinî



ji bo ku ez bi serê xwe dakim,

ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,

hebhinarkê; teşiya bê,

destara berfê,

berîvana baranê,,,



rênas jiyan



05.08.2013 10:42 | waweylê

12. şêr lawê şêran e....nivîskarên têkçûyî jê hez nakin....



05.08.2013 21:36 | rojgar

13. helbestvanekî hêja ye.

Kok



Tên. Ji bo ku li darê dinyê kokên me biqeliînin tên.

Weke di zuhayê de şilavilên ku xwe li avê û

di berfê de reşêleyên ku xwe li rêxê bigirin tên.

Tên. Bê sebr û hedan in, di destekî wan de ferman û di yê din de tirpan,

Bi salan e, talan e.

Lê kokên mala bavê min ji kokên mêran e...

Beran e...

Baran e...

Çi ji kê tê heger texsîr bike ne camêr lawê camêran e!..

Tên. Ji bo ku serê xewnên me bikurisînin û deqên li canê me bixeritînin tên.

Xwe li bela û qeşê, li mirin û seqemê girtine û tên.

Tên, bila bên, her seqem an jî her pûkê,

serê her çiyê an jî serê her sûkê ji bo me hembêza bûkê.

Tên. Ji bo ku kokên me biqeliînin tên. Bila bên.

Hay ji wan heye ku bi dobelanan re şer dikin û

kengî dilê wan bixwaze weke ecûrê ku

ji lemê tê hilqetandin wê serê me ji erdê hilqetînin.

Lê wê şûşî erdê bibin.

Kokên me di kêvir de şûr in.

Ev mage, heta ku ji serê xwe derbê nexwin aqil nagirin.

Ji lew re, a baş,

şabaş ji lawê azadiya seglawî re şabaş!

şabaş ji qîza qedera por-hinnekirî re şabaş!

Qeraş,

Tên. Ji bo ku hestiyên me bihêrin.

Tên. Ji bo ku di nav xwîna me de masiyan bigirin û

keştî-kaxezên xwe biavjenînin.

Tên. Ji bo ku li van erdan êşa bêkokiya xwe ji bîr bikin tên.

Bi çargavan, bi dîrok û derewên bêbavan,

bi çapemenî û taqemeniyên bicizbêketî,

Bi hetîketî û ji serî heta binî ji rûmetê mirî tên.

Tên bi diranên fîq, bi kenên hîqehîq û

bi paletên tanqên xwe yên zîqezîq tên.

Dev ji wan berdin bila bên. Bila bên û li vê axê

di nav kokên me yên fireh û kûr de xerq bibin.

Ne ehlê Xwedê ne heq dikin…



05.08.2013 23:22 | gulan

14. ew ê ku dibêje heta hûn nekujin hûn nikarin aj bidin.



27.08.2013 11:48 | kelha bayê

15. bi xwedê te xew li mirovên şellaf û bindest herimandiye

tu her hebî helbestkarê giyan azad

ji xwe mirov çiqas baş be di kare xwe de ew qasî jê tê hesidîn

ger tu nebî wê azadî bigrî



14.09.2013 00:36 | jara eş

16. di pirtûka xwe ya diêşiya de ji bo aşitîyê dibêje :



''li ser navê aştiyê, Bîra min

bi berateyên birayên min dihate hedimandin

navê min ji serçavê min bi biviran dihate xerritandin

(diêşiya, pirr diêşiya…)

(xwîn bû; ji ber gava ku min dest didayê wek virçoqiyê rohn bû)

ji bo ku ser jê bikirina li salvegera tunekirina min

wan dermale kiribûn dil û gurçikên min

ez sunnet kiribûm ji zimanê min

mmmmmmmmmmmmmmmmm…

çawa tê gotin ez baş nizanimmm…

ez di desthilatdariyê nimmmmm…!''



20.09.2013 23:52 | endazer

17. çirûsk û birûskê me... *



28.09.2013 21:58 | hozanagirîn

18. ''Wê li wir por sipî kir, min li vir jiyan''



23.10.2013 14:26 | tujela

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» rênas jiyan vs weşanxaneya nûbihar
» jiyana li menbicê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî