Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
rênas jiyan - tirşik
rênas jiyan
(10) (2) (1)
di mijarê de bigere

19. bi ya min di nava helbeskarên kurd a nûjen de serkeftîtirîn rênas e bê guman û bê şik, sê telaqa bêfetfa û qurana ku we pê îmana xwe aniye, kes nagîje wî.. min ji helbestên Kurdî hez nedikir nizanim ji min re pirr sar dihatin her gav xwe-dubare bûn lê piştî ku min rênas nas kir evînek dîsa çirûsî bo helbestên kurdî. . di kîjan mijarê de binivîse jî xweş û geş dike bêhna mariv vedibe min bawer nedikir ku helbestekî bigrim û 2 car bixwînim lê niha her şev berî razanê kêmtir deh car dixwînim paşê dikevim li nav cih. rênas diêşîne pirr diêşîne



12.12.2013 23:02 | ferhenga şikestî

20. Xwediyê vê helbestê ye.



kul û kulîlk



ger ez ba bûm a

min ê porên te bi alasta

ger baran bûm a

min ê xwe li nav çavên te bixista

îcar jî ji vê kulê nemirim

ji bilî kulîlkan

careke din hew hez dikim



xezalên tî avê vedixwun

ji golên çavên te

çûkên baskokirî

dilûsin li ser milên te

meşka xwînê ye ev dilê te

hevîrtirşê êvara ye kilê te

îcar jî ji vê kulê nemirim

ji bilî kulîlkan

careke din hew hez dikim



13.12.2013 01:24 | ceso

21. ''tu ji dola kuliyekî berfê yî gewrê!

tu berf î

ez berf im

berf im

berf im

lê lê nar lê lê nar



ji devê te yê fîncanî keldûmana qahweyî difûre



mi go?

ne ji te be, wê kes berfdimskê nexwe

ne ji te be wê zarok reşêle û têtiyan negirin

tu berf î ji ber ku

berf...''



22.12.2013 15:52 | cinorek

22. dibé desmeja té u cane ji hev na şiké hebhinarke... ma ka tişteki wiha héye..??



22.12.2013 23:32 | rédur

23. fermo janya edî tû dikarî xwe bikûjî !



29.12.2013 18:52 | fırat evdal

24. (bnr: cudahiya tû û tu)



29.12.2013 18:58 | dijber

25. Xwediyê îdol an jî bizava felsefî ya bi navê "çirûskîzm"ê ye. fîlozof û helbestkar û wêjevanekî nûjen ê binirx e.



29.12.2013 23:38 | xendekî

26. YEK JI PîR û ŞêX WêJEYA KURDî YA NûJEN E.

FîLOZOFê DEMA ME YE.

XWEDiYÊ teoriya çirûskÎzm'Ê ye.

helbestvanekÊ nuwaze ye.!



07.01.2014 16:27 | xendekî

27. xwediye helbesta de u law e. ve helbeste her ez dıxwinim dayıken cumartesi te bıramın.



01.02.2014 22:16 | hogırekoseri

28. navê keça wî çirûsk e



02.02.2014 09:23 | mergehez

29. ahmed arÎFÊ KURDAYE..



02.02.2014 14:31 | hemokrates

30. tu eleqeya wî û şirên wî bi ahmet arif û şirên ahmet arÎf re tunÎne..

erê herdu jî di warê helbestê de têra dinyayekî serkeftî û jêhatî ne, lê ekol û stîl û tez û temayên helbestên wan bi qasê çiyayê alp û çiyayê cûdî ji hevdu dûr in..



02.02.2014 14:43 | endazer

31. nivîskar helbestvan û felsefevanê kurd e. ez heyranê çixare kişandina wî me :/ yek ji pêşengê nivîskarê ''çirûskîzm''ê ye .



02.02.2014 16:03 | havîn


33. ''fermo zû were

di êvarên esmer de qemer esmer were

li stêrkan siwar be û were

bibe stêrk û were...''



09.02.2014 17:37 | berf

34. nivîskar-helbestvan-şanoger-feylesofê ku min îro cara pêşîn helbestek wî xwendiye, ye. min ji xwe fedî kir ku min berÊ TU berhemên wî nexwandibû. min helbesta wî ya bi navê berî hûn min daliqînin xwend û ez bûm heyranê wî dema ez herim amedê ezê çend pirtûkên wî bikirim.



dema ez vê dawiyê çûm amedê min wî dîsan dît lê ji ber min tu berhemên nexwendibû ez neçûm cem wî piştî ez çend heban bixwînim ezê bi mêvandarî herim cem wî* tiştên ku ez dikaribim parve bikim ezê li vir parve bikim. navê keça wî ya duyemîn a ku ez zen dikim ku ew 2 salî ye, ro ye.



06.03.2014 22:00 | mergehez

35. lîse

ango taştiya emir

ango lîstina bi kêran

heyecana pelandina devançeyan weke hêtên qîzan

şûna jopên girtina xwepeşandanan

sazkirina xeyalên erotîkî li gel keçikan

lîs e

lêvên te, riha min cara ewil kur dike

pizikên min serên xwe bera ber xwe didin ji fedîya te



tu kuxika cixareya min a ewilî yî

tu rondik vexwarina ewil a giriyê min î evînî yî

tu lîse ya emre min î

/(li paş hewşa mektebê heke tu werî bin wan daran

bi soz!

bi dengê xwe yê nuh qalind bûye

ez ê azan bidim navê te

lîse,

mekteba min çavên te)/…



07.03.2014 01:18 | ferhenga şikestî

36. nivîskarê ku ji pirtûkên xwe re dibêje avangard û fenomen.

xweliya heft gundan bi sere nivîskarên ku ji pirtûkên xwe re nabêjin fenomen û avangard bibare.

jixwe jê pê ve nivîskar nîn in li dunyê



11.03.2014 21:38 | bavê salih

37. dev ji mamostetiyê berdaye. rîh berdaye bûye weke fîlozofên yewnanî ên kevn. êdî têra dilê xwe dixwîne û dinivîse. divê kurd qedr û qiymetê wî gelek zanibin.



21.03.2014 23:07 | dara berrûyê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rênasans
» jiyana taybet a hz.mihemed

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî