Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
rênas jiyan - tirşik
rênas jiyan
(10) (2) (1)
di mijarê de bigere

38. tehma helbest û nivîsên wî gellekî xweş û cuda ne. pirtûkên wî ez girdayiyê xwendinê kirim.



22.03.2014 22:34 | renas

39. helbastvana ku, çendek berê, min bi rêya tirsikê navê wî bihistîye. piştre xwendinê çend helbesta, min xwest ku yek ji pirtûkên wî bikirim lê bi qase ku di malperan pirtûk froş de gerîyam, hemû pirtûkan wî, di internetê de, hatîye frotin û tu pirtuk nemaye. wekî ku deli emîn ê vizontele digotîbû, 'entorosan!'



24.03.2014 22:16 | ervah.azad

40. lawikê lîrîk yê helbesta kurdî, nêriyê tof yê berîka mêrdînê...



25.03.2014 16:12 | tembûra dilê min

41. heta mirov helbestekî wî fehm dike serê yekî gêj dibe



23.04.2014 02:01 | medya

42. d helbesta wî a "dê û law" de mirov hîn bêhtir bêriya diya xwe dike..



gava ku ez diçûm

niviştek çêkiribû

dêya min

ji bo min

sê nanê firnê qewl kiribû

ji bo ku bayê li ezmanan li min nexista



lêvikên wê diricifîn

çavikên wê diperpitîn



ku ez vegeriyama

wê sê rojan rojî bigirta

di ber rêya xwedê de

wê sê nanê firnê belav bikira

di ber rêya şêx û ûcaxan de

wê şîrê şêran ji min re bianiya

di şîvê êvaran de

wê gulîsorek porr hinnekirî bixwesta

li gora dilê xwe

ez bizewicandama



ne sê nanê firnê belav kir dêya min

ne sê rojan rojî girt

ne gulîsoreke porr hinnekirî xwest li gorî dilê xwe

û ne jî şîrê şêran anî di şîvê êvaran de



ve-ne-ge-ri-yam

li wir mam



hêviyên wê di dilî de

bûn kulmek cîncoq

şikestin û man

porrkurra dêya min



li ser dika malê

hîn li hêviya min e

hîn...



wê li wir porr spî kir

û min jî li vir jîn





Ji:Janya - Rênas Jiyan

rûpel:64 weşanên BELKÎ



16.05.2014 02:24 | cîhana pirtûkên kurdî

43. dema navê wî dibihîzim, hebhinarkên tehmxweş tên bîra min, weka hebên hinarkê, dêmên sor ên keçikan tên bîra min yanî piçek romantîzmeke nîvcomayî, ji nişka ve êşa semîramîsê weka gamêşekî qûnde di dilê min de rûdine, nema dikarim bêhn bigirim, de dev jê berde loo/êÊ tu bala xwe bide hebhinarkê û teşiya bê,destara berfê berîvana baranê.. neyse nexeyidin ji vê çîrokê wê gewriya we dil bide kêrê..

helbestên wî her û her qala bûyerekê dike tu ne têde bî jî hîs dikî ku di derûdora te de qewimiye weka bayekî hênik ji hêl stûyê te derbas bûye..

min ji vir 5 meh berê di kolanên amedê de ew dîte, me piçek axifî, gelek zarşerîn û diltenik bû, nedigot îllam ez bipeyivim, ji min pirsî got tu herî zêde ji kîja helbestê min hez dikî( fikirîm, gelek fikirîm di nava 5 saniyeyan de bi qasî du roj fikirîm) min got janya! weka ku çirûskek li ortê çavên min hilbifirin, lê min got tehma helbestên te bi demê re diguhere, cara ewil kul1 bû (min xwast biqîrim, de haa tu li kû maa?) lê paşê guherî li ser hebhinarkê qelibî falan.. ji min re got tu zanî, dema ku janya nû derket kes jê hez nekir her kes rexne kir û got ev çi helbest e îja?! (min xwest bêjim çima çavên wan kor, guhên wan kerr, dilên wan reş in?) min got wan deman kes hînî van tiştan nebûn dibe ku ji ber wê be û bi rastî jî têgihîştina wê zehmet e(em kurd teral in teral kakacan) piştre heta mala wî em meşiyan qala gelek tiştên xweş kir, naxwazim li vir binivîsim bila ev jî di navbera me de bimîne, kapîş?



24.08.2014 00:54 | ferhenga şikestî

44. di hejmara dawî ya çirûskê de "aforîzmayên afarozkirî -2-" nivîsiye û ez ji keniyan zikopişto kirime. mala wî ava be, kurê wî zava be. (bnr: ji ber ku tirkî têra min nekir min bi kurdî nivîsî)



31.12.2014 12:52 | terkexem

45. Ê ku kurdî hulahûp kirî ye. Dest û tiliyên wî sax bin.



01.01.2015 02:01 | azadixwaz

46. (bnr: marx û ocalan)



20.01.2015 22:20 | mergehez

47. Bi dengê Rêşad sorgul helbesta wî ya hebhinarkê -



26.02.2015 14:31 | diclefirat

48. Ew helbestvanê kurd e ku,belayek li ser ciwanên kurd xistiye bi navê ;Çîruskîzm hej nizanim çi ye .s



06.04.2015 13:48 | mîrzayêbiçûk

49. ke be bıla be e ser wejeye kurdiye dixebite ew merov hejaye,qedir bılınde. renas jıyan jı wana yeke..



06.04.2015 18:48 | baynu

50. Rênas jiyan helbetskar u nivîskarekî kurd e. pirtûka wî ya janya bi min şahesereke kurdî ye. Pir mirovekî dil nêzm u şirîn e.



06.04.2015 20:13 | xelatî

51. van rojan li ser serê wî angaşta diziyê digere. xwudê bi xêr bike..

weşanxaneya nûbiharê do van çaxan di derheqê camêr de daxuyaniyekê belav kiribû û bi çend rûpelên ji dîwana melayê cizîrî mînak weşandibû û gotibû rênas jiyan diziya çapa dîwana melayê cizîrî kiriye û diwesanxaneya belkî'yê de li ser navê xwe weşandiye..

ez hêvî dikim ku derew be, heta ku ji rênas jiyanî bersivekê nayê, ez ê şîroveya vê rûdanê nekim

Here lînkê



11.04.2015 11:33 | ferhenga şikestî

52. li hemberê buxtan û tawanbariyê, berteka xwe nîşan dayiye û gotiye, 'fermo min biricimînin'..

ez li hêvîya daxuyaniya wî me..

lê çi dibe bila bibe wê tucar ez ê dev ji hejêkirina rênas bernedim!



12.04.2015 19:56 | ferhenga şikestî

53. Çiyê hatîye felsefê çêkirîye

Here lînkê

felsefevan



12.04.2015 20:27 | shorbevan

54. li gor gotinên (bnr: omer faruk baran) li ser daxuyaniya nûbiharê wî jî bersiva xwe daye, lê wê sibî bê weşandin. Sebir'kin



12.04.2015 21:07 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» rênasans
» jiyana li menbicê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî