Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
wolfgang amadeus mozart - tirşik
wolfgang amadeus mozart
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (1756-1791) bestekarekî bi navûdeng bû. Mozart, di sala 1756'an de li bajarê Austriya Salzburgê hate dinê. Mozart, ku bavê wî jî mamosteyê muzîkê bû, hîn di temenê zarokatiyê de xwedî xisletên muzîkê bû, di 3 saliya xwe de di akoran de notayan ji hev derxist û di temenê xwe yê biçûk de, di warê muzîkê de bû zarokê bi navûdeng ê Ewropa yê. Mozart, bi xisletê xwe yê awarte di hemû cureyên muzîkê yên weke dans, opera, senfonî, sonat, konçerto û muzîka odeyê de berhemên gelek giran bihû derxist holê. Lê belê ev berhemên wî piştî mirina wî ya di sala 1791ê de pir bi derengî hate kefşkirin. Muzîkvanê mezin ê aûstriyayî Wolfgang Amadeus Mozart di 5'ê mijdara sala 1791ê de mir.



çend muzîken wî;



Symphony No. 25 in G minor - http://www.youtube.com/watch?v=7lC1lRz5Z_s



Piano Sonata in C, K. 545 (1/2); 1st movement - http://www.youtube.com/watch?v=w428A9cLQVY



Fantasie in D Minor K397 - http://www.youtube.com/watch?v=pEPS0n6oUG0



Divertimento in D major KV 205 – Largo - http://www.youtube.com/watch?v=OHmbk7dMEGU



Violin Sonata k. 454 in B flat (1/3) Largo Allegro - http://www.youtube.com/watch?v=UW3zDQS6nMs



Eine Kleine Nachtmusik, 1st movement: Allegro - http://www.youtube.com/watch?v=TMou0cDCsSg



Requiem - http://www.youtube.com/watch?v=Zi8vJ_lMxQI





1984an de li ser mozart bi navê amadeusfîlmek hatiye kişandin.



14.04.2014 22:23 | xwelî li ser

2. operayên vî camêrî pir kêrhatî Û navdar in:



(bnr: le nozze di figaro) : yanê daweta figaro'yê

(bnr: die entführung aus dem serail) : yanÊ ji serayÊ qîz revandin

(bnr: die zauberflöte) : yanÊ fluta bisêhr an jî fîqa bisêhr

(bnr: don giovanni)

......



14.04.2014 22:44 | mergehez

3. ji bo mozartê kurd:

(bnr: niwemang)

(bnr: yarım ay)

(bnr: nîvê heyvê)

(bnr: half moon)



09.09.2014 10:35 | nazim tolhildan

4. Mozart ji aliyê Frederic Chopin,Franz Schubert,Peter Ilyiç Çaykovski ,Robert Schumann û gelek bestekarên din wek bestekarê herî baş hat nîşandan.Heta Frederic Chopin di merasîma cenazeya xwe de xwestiye ku Requiema Mozart were lê xistin ne muzîka ku wî bi xwe çêkiriye.



15.05.2016 14:43 | biviraraskolnikovyatûj

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» wolfgang amadeus mozart
» amadeus
» mozart l’opera rock

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî