Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ama babacığım - tirşik
ama babacığım
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. straneke zêde zêde xweş ya fikret kızılok e. tê gotin dengê zarokê ya ku di stranê de ye, aîdê kurdê wî bixwe ye. çi barek giran e ku bavê mirov jê re stranek wisa binivîse û mirov li dinyayê tenê bihêle...



15.04.2014 20:00 | simurg56

2. (bnr: şehzade bîlal)



15.04.2014 20:53 | ceso

3. rist û rêzikên evê stranê bê hempa ne, ez zûbizû li ber gotinên stranan hestyar û kelogirî nabim lê stranên ku em bêjin nostaljiyê ihtîva dikin, ger xweş hatibin nivîsîn û karibim parçeyeke xwe jê bibînim dike ku min bi girî ve bike.
bavê her kesî ne hunermend e li ser zarê xwe stran binivîse lê li dewsê fotograf hene
ez wexta fotografên diya xwe dibînim ecêb dibim, dibêjim xwezî wan rojan jî wênedankên wilo dijital hebûna an jî telefonên vê serdemê di dema wê de jî hebûna belkî jê ve zêdetir wêne û bîranîn diman li ber destê min.
loma ez pirr zêde zêde wêneyan digirim carinan ji min re dibêjin de bes e lo te ewqas fotografên me digirî! ez ji wan re dibêjim ger bîst sî sal şûnde hûn fotografan ji min bixwazin ezê nedim we, wêga diponijin dibêjin erê walle tu xweş û qenç dikî de çend fotoyên dî jî bigire...
welhasil ji bo kurê fikret ev mîraseke xweş î dramatîk e dibêm qey.



14.06.2017 15:54 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» amade

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî