Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hetîketî - tirşik
hetîketî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li şûna peyva skandalê dikartînîn..

Hetîketiya derbarê şopandina intêrnêtê dikare internet perçe bike



16.04.2014 01:16 | havka

2. romana j.m. coetzee ye ku navê wê ya orjînal disgrace e û ji bo kurdî ji aliyê yunus eroğlu ve hatiye wergerandin.

min berî çend rojan dest bi xwendinê kir. tê de gelek peyv hatine karanîn ku wateyên wan nizanim. hinek ji wan, di ferhengan de jî peyda nabin. ji vî halî zêde ne aciz bûm, serê deqeyê min li ferhengê dinêrî ji neçariyê lê qet nebe peyvên nû hîn dibûm.
lê mixabin ji ber nebaşiya wergerê êdî nikarim bixwînim. (min 15 rûpel xwendin) ji ber ku ji bo fêhmkirinê mirov gelek caran neçar dimîne ku hevokan 2,3 heta 4-5 caran ji nû ve bixwîne. ji ber ku hem peyvên heremî hene (ev tiştek baş e), him jî di gelek hevokan de hevoksazî pir xerab e û xeletiyên rastnivîsê û redaksîyonê jî ne hindik in.

ji bo ku meselê fêhm bikim, min pirtûka orjînal ya îngîlîzî ya pirtûkê ji înternetê dît û ji wir jî kontrol kir. hinek mînak;




---------------

hevoka îngîlîzî "Though Soraya still keeps her appointments, he feels a growing coolness as she transforms herself into just another woman and him into just another client."
wergera pirtûkê "li gel ku Soraya bi ciwanên xwe berdewam e jî, her ku ew xwe vediguherîne jineke din û wî jî vediguherîne hew mişteriyekî din, hest pê dike ku sarbûnek diqebile di navbera wan de"

di hevokê de wateya peyva "keeps her appointments" ew e ku jinik tê radevuyên/hevdîtinên xwe. lê di wergerê de behsa ciwanan û behsa dewamiyê hatiye kirin. zêde ne girîng e. lê di dawiya hevokê de wisa tê gotin "just another client"; peyva "just" ya li vir weke "hew" hatiye wergerandin. hinek wateyên just'ê belkî weke hew bikare were wergerandin, lê li vir wateya wê taybet e. dema dibêje "just another client", wate jê ev e; "hema mişteriyek din yê ji rêzê", "hema mişteriyek din" û hwd. yanî "just another" ev e; "yek ji gelekan" an jî "yeke ji rêzê". lê di hevokê de ev wate nayê fêhmkirin. ji ber van û ji ber hevoksaziyê, hevok -şaş be jî- nayê fêhmkirin.

em dikarin wisa wergerînin;
"li gel ku Soraya hê jî tê randevûyên xwe, wisa hîs dike ku her ku ew xwe dike mîna jineke ji jinan û wî jî dike mîna zilamek ji zilaman, sarbûnek geş dibe di navbera wan de."



------------

hevoka îngîlîzî; "He has a shrewd idea of how prostitutes speak among themselves about the men who frequent them, the older men in particular."

wergera pirtûkê: "derbarê qehpikan de, ku li ser zilamên ku têne cem wan, bi taybetî ji yên salmezintir, çawa di nava hev de dişitexilin, fikreke wî ya mizawirane heye."

ez bawer nakim ku ji nav 40 milyon kurdan, kurdek tenê jî bikare vê hevokê carekê bixwîne û fêhm bike. piştî 4-5 xwendinan, belkî 2-3 heb derkevin. wateya hevokê ev, zilam meraq dike bê ka qehpik, di derbarê muşterên xwe de, bi taybetî di derbarê yên salmezin de, çi xeber didin û çi dibêjin. di derbarê vê meselê de jî teorîyek zilam heye.
lê nivîskar di destpêka hevokê de, dibêje "derbarê qehpikan de" û hemû bala me dikişîne ser qehpikan, lê mesele ne ew in lê gotinên wan in. ji ber vê yekê jî mirov tu tiştî ji hevokê fêhm nake. mirov dikare wisa wergerîne;

"wî texmînek zîrek heye bê ka qehpik di navbera xwe de ji bo zilamên ku tên cem wan çi dibêjin. bi taybetî ji bo yên salmezin."




--------------

hevoka îngîlîzî; "Technically he is old enough to be her father; but then, technically, one can be a father at twelve."

wergera pirtûkê; "bi hesêb ew di temenê bavê wê de ye, lê dîsa bi hesêb, yek dikare di danzdehsaliya xwe de jî bibe bav."

di vir de şûna "Technically" di wergera kurdî de "bi hesêb" bi kar aniye. lê bikaranînek wisa tune di kurdî de, bi hesêb ne hemwateya Technically ye. şûna wê mirov dikare bêje "Li gorî matematîkê", "ger em li hejmaran binêrin", "weke teknîkî" an jî li gorî min ya herî baştir mirov dikare tenê wisa bêje "ya rastî";
"ya rastî ew di temenê bavê wê de ye, lê dîsa ya rastî, yek dikare di danzdehsaliya xwe de jî bibe bav."

her wiha şûna "yek" mirov bêje "mirov" an jî "mêr" wê gelek xweşiktir be. ji ber ku di îngîlîzî de "one" hatiye bikaranîn û ev "one" her wiha xwediyê wateya "mirovek, takekesek" e jî, nivîskar bi kurdî jî rasterast weke "yek" bi kar anîye lê ne guncan e bi ya min. wisa çêtir e;

"ya rastî ew di temenê bavê wê de ye, lê dîsa ya rastî, mirovek dikare di danzdehsaliya xwe de jî bibe bav."


------------------

hevoka îngîlîzî; "He likes giving her presents."
wergera pirtûkê: "kêfa wî tê ku diyariyan dide wê."

di vê hevokê de şûna dide, bide were gotin wê rasttir be heçko;
"kêfa wî tê ku diyariyan bide wê."



-----------

hevoka îngîlîzî; "His needs turn out to be quite light, after all, light and fleeting, like those of a butterfly. No emotion, or none but the deepest, the most unguessed-at: a ground bass of contentedness, like the hum of traffic that lulls the city-dweller to sleep, or like the silence of the night to countryfolk. "

wergera pirtûkê; "kifş dibe ku pêdiviyên wî gelekî sehal in, sehal û kurtedem, mîna yên perîdankekê. Tu hestiyarî nîne, an jî di ciyekî herî kûr, ciyekî nayê hiş de heye: li ser foneke ku dengekî kûr ê xweşhaliyê jê tê, mîna vinevina hatûçûya bajêr a ku şêniyên bajêr di xew radike, an mîna bêdengiya şevê ji şêniyên zozanan re."


dema min cara ewil wergerê xwend, min got qey "vinevina hatûçûya bajêr" şêniyên bajêr ji xew radike, ji ber ku nivîskar gotiye "di xew radike" û min got qey xwestiye bêje ji xew radike" lê ne wisa ye, dema min ya îngîlîzî xwend, min dît ku berevajî texmîna min, "vinevina hatûçûya bajêr", şêniyên bajêr radizîne.
ne girîng e, lê ji bo wergera "countryfolk"ê jî "zozan" hatiye gotin lê di eslê xwe de ne wisa ye. wateya wê ev e "mirovên ku li qeraxên bajêr dijîn". teşeya hevokê jî jixwe ecêb e; "bêdengiya şevê ji şêniyên zozanan re."
bi vî awayî, heta ku mirov bixwîne, divê 3-4 caran hevokê ji serî ve bixwîne. ku min wergeranda, min wisa bigota;

"kifş dibe ku pêdiviyên wî qederek biçûk, biçûk û kurtedem in, mîna yê pepûleyekê. Hest lê tune, ji xeynî yên li kûrahîyan û li cihên ku neyê bîra mirov: li ser paşfona dengekî kûr ya xweşhaliyê, mîna xîrecira trafîkê ku ji bo xewa şêniyên bajêr lorîn e, an jî mîna bêdengiya şevên şêniyên çolteran"

(peyva trafîkê û lorînê, di hevoka orjînal de jî hene jixwe, yanî min ji ber xwe neavêtiye)



--------------

hevoka îngîlîzî: "Then one day it all ended. Without warning his powers fled."
wergera pirtûkê: "pişt re rojekê her tişt bi dawî bû. Bê hişyarî û agahdarî quwetê pî ji ber kişand."

ger em hevokê rasterast wergerînin, wate ev e;
"Dû re, rojekê her tişt bi dawî bû. Bêyî ku xeberek bidin, hemû hêzên wî ew terikandin."
mirov dikare hinekî bixemlîne lê min ji wergera nivîskar, fêhm nekiribû mesele çi ye.



-----
"heke wî totemek bijibarta, dê mar bûya ev."
di vir di bi zanebûn weke bijibarta hatiye nivîsandin lê bi qasê zanim divê weke bijarta an jî hilbijarta bûya.
xeletiyên wisa hebûn.



welhasil, bi ya min berî çapkirinê, diviyabû ev pirtûk ji aliyê çend kesan ve bihata xwendin û hemû hevokên ku di carekê de nikarin werin fêhmkirin, bihatana rastkirin, hêsankirin. bi vî awayî mixabin mirov gelek diwestîne. karê ku wergêr kiriye, ne hêsan e. ji ber ku zimanê pirtûkê ne ewqasî hêsan e lê wer dixuye ku pirsgirêk ne di îngîlîzîya wergêr lê di nivîsandina bi kurdî ya wergêr de ye.

ez ê îşelleh romanên ciwanmêrd bixwe jî bixwînim. wê rewş wê demê zelaltir bibe.



24.09.2017 16:25 ~16:41 | simurg56

3. min pênç sal berê kirîbû û berî niha dest pê kir û sê beşên ewil bi zorê qedandin. mijar ez girêdam xwe lê zimanê wergerê ez xistim zehmetê. xeletiyên daçekan, hevoksaziyên zir-ecêb mirov diheyirîne û dibetilîne. ez ê zorê bidim xwe bo xelaskirinê. ji ber ku pir meraq dikim gelo aqûbeta davidê tolaz û sorayaya delal çi be. fek al gxi.*



11.05.2020 21:39 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hetîketî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî