Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 44 peyam
tus - tirşik
tus
(7) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. (bnr: di tibê de ezmuna pisporiyê)

ezmuna bijîşk piştî ji fakulteyê mezun dibin û bi fermî dibin bijîşk ji bo ku bibin pispor dikevinê.

salê du caran tê çêkirin, nîsan û îlonê.



09.07.2013 13:03 | azadixwaz

2. 240 pirs tên pirsîn.120 pirs ji mijarén pêşîya klînîkê 120 ji mijarên klinîkê derdikeve.li gora puana standî tu dikarî beşa pisporîyé hilbijêrî.lê destxistina puanek baş ne hesan e .ji ber vê yekê weke min gelek maxdurên tusê hene *



09.07.2013 05:30 | feqiyêteyran

3. bênikaş ezmuna herî zehmet a tirkiyê ye .

pergalek wisa ji bo hilbijartina bijişkên pispor bi min qet ne rast e . ji ber ku haya herkesî ji vê ezmunê heye û herkes gora vê ezmunê tevdigere. şûna herkes di 6 salên li di fakulteya tipê derbas dibe çi qas bikare pratîk û dîtina xwe baştir bike, herkes di wan 6 salan de difikire gelo ez ê çawa ji vê ezmunê derbas bibim. kesê hêviya xwe pisporiyê birî jî tu tiştî xem nake. dibêje ji xwe bijişkên pratîsyen tu berpirsyarî nastîne .

welhasil ev pergal bijişkên baş ji fakûlteyan dernaxîne ..



10.07.2013 02:32 | brusk56

4. tişteke wisa li dewerên din tune ye. divê ku mexdûrên tusê werin ewropa û pisporiya xwe li wir pêk bînin.



10.07.2013 10:24 | gimgim

5. ji bo kesên ku dikevinê, berî her tiştî ye. loma dirûşmeya wan ev e: (bnr: önce tus sonra koitus)



10.07.2013 10:30 | simurg56

6. duh dîsa hat çêkirin.

tê gotin ku ne zêde zehmet bû. tabî weke her demî kesên ku baş xebitîne, ji vê rewşê ne razî ne.

îsal osym biryar da ku êdî pirs û bersivên azmûnan neweşîne. wisa jî kir. berê piştî her tusan herî kêm 2-3 pirs ji ber çewtbûna wan dihatin betalkirin. bi vî awayî osym dixwaze kêmasiyên xwe û hêleyên xwe veşêre.

berê, (berî 1990an) mamosteyên dersxaneyên tusê diketin azmûnê û her yekê çend pirsan ji ber dikir û piştî derketin dinivîsiyan û bi vî awayî lîsteya pirsan derdixistin. ji bo ku dîsa wisa nebe, osym aşkere kiriye ku derheqê kesên ku wisa bikin de, wê doz were vekirin.

welhasil, li gorî vê sîstemê osym bi kêfa xwe ye, dikare pûanê te zêde jî bike kêm jî bike her gûyî jî bixwe û tu nikarî îtîraz jî bikî.

belasebep nayê gotin ku "demokrasiya pêşveçûyî ew qas pêş ve çûye ku êdî nayê dîtin"



09.09.2013 14:13 | simurg56

7. ezmuna ku ji ber tirşikvanekê em li benda destpêkirina tercîhan in lê li gel ku vaye 10 roj zêdetir li ser aşkerekirina encamên ezmunê re derbas bune jî tercîh destpê nakin.

(bnr: em zorê li osymyê bikin bo ku tercîhên tusê destpê bike)



07.05.2014 20:44 | azadixwaz

8. ezmuna osymyê ji bîr kirî, quna osymê jî dodex dixwaze.




9. azmûna ku nêta min heye dest bi şixulê wê bikime.



ez li benda alikariyê we me *



28.10.2014 21:53 | berxweda

10. azmûnek wisa ye ku mixabin çûna dersxaneyê jê re dibe alîkar.

ez neçûmê lê ger biçûma baştir bû.



28.10.2014 23:57 | simurg56

11. ezmÛna ku ji aliyê osym ya ku kêr tu gûyî nayê ve tê çêkirin.

ez ketim ya dawî yanê ya îlona 2015an. mehek ser re derbas bû û hê encam eşkere nekirine.

di ezmÛnê de herî kêm 10 pirsên xelet hebûn. xwedê bela wan bide hê nekarÎne ezmÛnek bêxeletî çêkin. temam te xeletî kir, nexwe pirsên xelet Îptal bike. na wê jî nake. xel diçin dozê vedikin û kar dikin. piştî salek û nîv hemû puan carek din tên hesab kirin.

vê care saziya bêşeref dibêje heta dozên hatî vekirîn biencam nebe ez encaman eşkere nakim. yanê gefê dixwe dibêje dozên we vekirî paş ve bikşînin. em binêrin wê çawa çêbe ..



16.10.2015 19:55 | brusk56

12. ezmûna ku ya îlona 2015an hê eşkere nabûye. tam 54 roj derbas bû. dema em ketin ezmûnê em bi t-shirtan bûn aniha em mont li xwe dikin *

min kutayî şerefa wan, hê jî wê kengê bê eşkere kirin ne diyar e.



12.11.2015 22:03 | brusk56

13. jahr e jahr.



10.01.2016 11:49 | xulamê mîr

14. ezmÛna ku şikir ji xwedê re ez jê xelas bÛm. bi rastî jî ezmÛnek pir zehmet e. jê re sebrek gelek mezin pêwist e.

11 ders heye bi tevahî 25 pirtûk felan in. tabê ne weke matematîk fîzîkê ye, divê mirov ji ber bike.. welhasil zehmet e lê ne ne pêkan e *



10.01.2016 12:22 | brusk56

15. ezmûna 25ê mehê wê dîsa çê bibe. min ji ezmûna berî wê kêm pûan stendibû, ez hîn kêmtir nekim baş e.. *



22.09.2016 01:38 | berxweda

16. ezmûna ku bûye sedema dûrketina (bnr: gumgumok) ji tirşikê ye. înşela yê baş derbas be û gumgumokê zû vegere nava me *



22.09.2016 01:45 | bûtîmar

17. Ezmuna ya payîz 2016an îro pêk hatiye. Ji du beşan pêk tê û gorî riwayetan beşa klînîk ji beşa preklînîk (temel) zehmettir buye. Ji xwe piraniya caran wisa ye. Yên ketîn Ezmunê wê daneyên rasttir bidin.



25.09.2016 18:01 | azadixwaz

18. Ezmûna ji nezanan re gellek rehet e * ji nezanan klînîk ji preklînîk hêsantir e. Li min jî wisa hat.



Êdî hun fahm bikin ku min dîsa acîl derxist *

@brusk56 spas bo diaya te. Înşele wê salek dinê bi dilê min be *



25.09.2016 21:04 ~21:04 | berxweda

19. TUS bi tena serê xwe gadanek bê îman e.
Û sedema dûr ketina mina ji tirşik û jiyanê ye, hêvî dikim ez di carekê de jê xilas bibim



09.11.2020 15:13 | tûjo

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» tus

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî