Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
gabriel garcia marquez - tirşik
gabriel garcia marquez
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nivîskarê romana 'tenêtiya sedsalî' ji gotina îşev tenêtiya wî qediyaye û derbasî wî milî buye...



17.04.2014 23:18 | birho_fîlo

2. nizanim ji ber çi ye lê ez vî camêrî û gael garcía bernal siv lihev dixim.



17.04.2014 23:47 | mergehez

3. Li gorî nûçeyeke min nû xwend, malbata wî diyar kirîye ku duh mirîye.



18.04.2014 00:05 | nazim tolhildan

4. Romannivîsê cîhanî, G.G.Márquez, di destpêkê de wek rojnamevanekî bi nav û deng bû. Li Kolumbia, Arcataca, di 06.03.1927an ji dayik bû. Di sala 1982an de, li ser romana xwe ya bi navê ''Tenêtîya sedsalî'' xelata Nobel ya toreyê wergirt. duh, li 17.04.2014, li Maksîko mir.



18.04.2014 00:41 | bijîmillah

5. nivîskarê ku bi mirina xwe re ji bikarhênerên facebookÊ re têra heftakê malzeme û parvekirin hişt û çû.



de xwe pê bikujin ha. bê hûn jî pÊ re namirin. têra xwendina we pirtûk hiştiye netirsin bavoo.



19.04.2014 00:43 | giyanstêr

6. di facebookê de çiqas hevalên min bûne heyranê wî. lê ku em ji wan bipirsin bê ka wan ti pirtûkê wî xwendine, dê bêjin na welle min tu pirtûkên wî nexwandine. ku em ji wan bipirsin bê ka wan berî mirina wî, wî nasdikir, dê bêjin na welle min wî nasnedikir. belê hevalên min wisa ne :(



19.04.2014 01:02 | mergehez

7. min dil hebû ku ez jî tevlî refên kurdên me yên ku li ser feysbûkê şînê girêdane bibim lê bes min romanên wî camêrî nexwendine di pirtûkxaneya min de du heb pirtûkên wî hene tê bîra min ji vir pênç sal berê min pirtûka wî ya " kolera günleride aşk" kirîbû lê pênç sal jê derbas bû min hê jî nexwendiye belkî min deh car vekiriye heta rûpela çilemîn hatime û min daniye cihê wê. divê ez ê vêca bixwînim ji ber ku êdî bêtir popûler bû û hewce ye ku ez jî Fortan biavêjim.. ma çiyê me ji wan kesên nexwenda kêm e!!??



19.04.2014 02:02 | ferhenga şikestî

8. piştî mirina xwe li ser tirşikê populer biye û mijara wî vebiye, ev têra xwe manîdar e..



19.04.2014 02:08 | kevçiyê dil

10. nû hat bîra min,wextê ez lîsê de min pirtûkek kevin ji kîtapcafeyê dizîbî û xwendibî, ew jî tenêtiya sedsale ya marquez bî, ji ber dizî mixaletiyê min ji min enirî bî lê ez poşman nebîm çimkî min marquez naskiribî û êdî ti pirtûkên wî ji ber destê min xelas nebibîn*



19.04.2014 20:40 | kevçiyê dil

12. Romannûsî gewre. Di kurmancî de meriv dikare pirtûka wî ya serencama mirinekê, bi wergera ciwanmerd kulek bixwîne.



31.01.2015 02:15 | seydayê_peyvan

13. nivîskarê ku romana (bnr: evîn di serdema kolerayê de) nivîsiye ku lehengên wê

(bnr: fermina daza)

(bnr: florentino ariza)

(bnr: juvenal urbino)



07.09.2015 16:43 | dijber

14. Heyf ku Keskekê li vir hê jî behsa birûyên gabriel garcia markuez nekiriye.
Ma tenê biruya hayao miyazaki ji we re xweş ten.
Werin em bipirsin ta ku birûyê kijan ji wan qeşengtir e;

1. Hayao miyazaki
2. Garbriel garcia markuez
3. Evdila öcalan

Li vir dengê xwe rakin: (bnr: birûyên herî xweşik)



05.04.2020 12:38 ~13:03 | cinorek

15. serencama mirinekê/86020

heyf e ku ciwanmerd kulek bi kurmanciya xwe ya bêhntengker* re novelaya vî camêrî qulipandiye ser kurdî. bi çi enerjiyên mezin û daxwazên gir dest bi vî berhemî bikim jî, ez ser neketim. heyf e.

em werin ser biruyên wî. hayao miyazaki di berhemên xwe de qala xweşî, qencî û bextewariyên zarokatiyê dike. ne çîrok in lê çîrvanokên destanî ne. mezin jî dikarin temaşe bikin û pê şa bibin, biçûk jî dikarin bi kêfxweşî bibin heyranê fîlmên wî. hêsan e, basît e; ji aliyê vegotin û teknîkê ve bar hilnade ser milên temaşevanan. bi kurt û kurmancî kalê me yê delal û şêrîn şêniyên bihuşta xwedê dixêzîne, vedibêje. ev tişt kalkê me dike kesek baş mîna kal gaxan an jî geppettoyê bavê pînokyoyî.

berevajiya miyazaki, marquez (divê bibêjim yuzyillik yalnizlik û kirmizi pazartesiya wî min xwendin) dojeha ser rûyê erdê bi tevliheviyeke teknîkî vedibêje. heke xwîner çavvekirî nexwîne, honaka çîrokên wî tevlihev dibin. gelek lehengên romanên wî bi heman navê ne an jî bi sê çar navan pêk tên ku heta tu wan ji hevdu veqîtîne, honak tê ser meseleya xwe ya herî giring. çi mesele! min got dojeh! hejarî, ceheltî, şer, kuştin, destdirêjî, ensest û çiqas tiştên neyînî yên mirovan hebe di berhemên wî de dikevin govendê û meda xwîner dike serûbin. dema pirtûk xelas dibe, hilma xwîner diçike. erê, ji aliyê nivîskariyê ve berhem bi serê xwe serkeftî ne, lê bextewarî nade xwînerên xwe.

di vê fatoreyê de du birû derdikeve holê. sebeba hilgirtina min a birûya hayao miyazaki ev e. ew şêrîn e û hêviya min xurt dike. lê marquez... mmm na-ah! dinya bi têra xwe tarîstan e.



05.04.2020 13:19 ~13:25 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gabriel lippmann

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî