Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
system of a down - tirşik
system of a down
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. koma mûzîka metal e. weke soad jî tên zanîn. wateya navê wan pergala hilweşînekê ye. endamên komê ermen in û vê komê di sala 1994an, li amerîkayê ava kirine.

bi dijminiya xwe ya dijî tirkiyê, tên nasîn. bi qasê min bihistibû ber çend salan ermenîstanê ji wan xwestibû ku li ser navê wan beşsarî erovîzyonê bibin. lê wan jî gotibû tenê ger destûr were dayîn ku li ser komkujiya ermenan stranek çêbikin, ew ê bi vê stranê tevlî bibin. loma tevlî nebûn.



strana wan ya bi navê holy mountains li ser komkujiya wan e. di stranê de dibêjin DEREWÎN, KUJER, ŞEYTAN û hwd. wextekê klîbeke nîv-fermî yê vê komê hatibû weşandin ku dema ev nifir dihatin gotin wêneyên ataturk, îsmet û hwd. dihate nîşandan. klîp bûbû sedema gengeşiyê.

wergera kurdî ya stranê: holy mountains



endamên komê;

(bnr: serj tankian)

(bnr: daron malakian)

(bnr: shavo odadjian)

(bnr: john dolmayan)



albûmên wan:

(bnr: system of a down) (1998)

(bnr: toxicity) (2001)

(bnr: steal this album!) (2002)

(bnr: mezmerize) (2005)

(bnr: hypnotize) (2005)





komê, di sala 2006an de bi strana xwe ya b.y.o.b, xelata grammy qezenc kir.



gelek stranên wan yên xweş hene; toxcity, atwa, cigaro, aerials, lonely day, soldier side, b.y.o.b, holy mountains, innervision, spiders, science, kill rock 'n roll, forest, deer dance û hwd.



18.04.2014 18:20 | simurg56

2. (bnr: chop suey!)







18.04.2014 18:32 | xwelî li ser

3. (bnr: no dogs and turks allowed)



03.04.2015 16:02 | nazim tolhildan

4. kurdiya navê komê eve: ez bikûtim şerefa sîstemê



03.04.2015 23:54 | tivirloismail

5. koma ku daholvanê wan ji tirkan re gotiye "ork". tiştê ecêb piştî ewqa heqerata tirk hê jî li wana gûhdar dikin û dişopînin.



29.12.2020 01:41 | hueyn

6. strana vê komê herî navdar (bnr: chop suey)e
wake up ahshhsgahsh wake up hahshsjs wake up hahshsjs wake up u wanted to ahhahsbhs wake up u wanted u
----------------;--;------
------------++++--------
i cry when angels deserve to die



29.12.2020 17:59 | doesntmatter

7. yek ji navdartirîn komên dinyê ye. strana wan ya bi navê chop suey mîlyarek car (1.000.000.000) li youtubeê hatiye temaşekirin.

di strana holy mountains ya li ser jenosîda ermenan de ji tirkan re dibêjin "derewînno, qatilno, şeytanno... vegerin çema arasê".



31.08.2021 20:23 ~20:27 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
belki ev jî bala te bikişînin
» system recovery
» download

Kategoriyên mijarê:: muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî