Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
îslam - tirşik
îslam
(21) (14) (3)
di mijarê de bigere

1. dîn o ke Hz. adem ra dest pêkerdo, bi hezaran pêxamberan her tim rojane bîyo û peynî ra peynî bi hz.muhemedî temam bîyo. coka îslam xo ra ver heme pêxemeberan qebul keno û înan heq zano. hz. muhemed pêxembero tewr peyen o.



merdimo ke îman keno, gereka Bawerîya xo bi Allahî, melekanê ey, kitabanê ey, pêxemberanê ey bîyaro û reyna bawer bikero ke roja axiretî û heşrî heq o.



27.09.2013 20:10 | kurdane

2. destnimeja azadiyê ji îslamê dişkê.



27.09.2013 22:21 | tivirloismail

3. Destbirakê janê



15.10.2013 14:18 | gernasnenas

4. ola ku ez jî yek ji rêveberên wÊ me, ye Lê xwedÊ bêhemdî di qurana xweya pîroz de gotiye pêxemberê dawîn muhemmed a.s. e.

1- ez jÎ pêxemberek im.

2- xwedê gotiye pêxemberê dawîn mihemed e. ji ber di nav vana nakokiyek mezin heye, îslam olek beradayiye û ji ber vê hindê min dev Ji pÊxembertiyÊ jÎ berda, dev jî murÎtiyÊ jî.



08.03.2014 15:21 | mergehez

5. ola şÎddetÊye.



(bnr: cÎhad)



08.03.2014 15:44 | hun çawane heval:)))))))

6. durr û mirariya ku di destê qirêj û gemara minafiq û misilmanên serdev de edem bûye..



08.03.2014 17:57 | endazer

7. mixabin olekÎ dijminÊ mirovahiyê ye...



19.04.2014 15:58 | hun çawane heval:)))))))

8. dînê ku tişta ku spartacusnekariye bike, kiriye û koletiyê rakiriye.



18.06.2014 22:20 | simurg56

9. ola ku dibêjin tê de zorlêkirin tune ye lê, yê ku bêje "ez êdî ne misilman im" tê kuştin.

erê di îslamê de ev heye. heta îro melayê mizgefta zaningeha dîcleyê eyn wisa got ; "di îslamê de 3 rewşan de kuştina yekî caîz e. yek ji wan ji dîn derketin e. lêê tabê em nikarin wan bikujin, tu rêxistin nikare wan bikuje. tenê divê dewleta îslamê wan bikuje."



09.08.2014 00:04 | brusk56

10. ola ku li gorî wê cezayê kesên ku îslamê vegeriyaye ne mirin e. û kes ji bo ku bibe misilman nayê kuştin.

yên ku vê îdîayê dikin, pêwist e ji quranê çavkanî nîşan bidin. divê neçin û hedîsên ku ji aliyê erebên ku pêxember qet nedîtine û ji qûna xwe hedîsan avêtine, mînak nedin.

ew hedîs ku yek ji wan dibêje "dema pêximber dît ku gotinên wî dinivîsim. ma tu ji xeynî quranê ji xwe re pirtûkek din diafirînî? û min ji nivîsandinê men kir" fîlan.



09.08.2014 00:25 | simurg56

11. Ole ki wisa ye ki Dinya heta vî rojê şoreşeki wisa ne dîtîye ji bo mîrovahîye



09.08.2014 07:16 | quşxaneli

12. ola hingî roja dîtire bi hineke din ve tê qirêjkirin. her ku ne sucê olê be jî vaye daîşê her kesî ji îslamê sar kiriye. mirov naxwaze rojê vî awayî de behsa olê bike ji bo ku tiştekî nebaş nebêje. ez naxwazim.



09.08.2014 08:11 | azadixwaz

13. ola ku li gorî hin kesan wisa ye.

bi tirkî googlê de nivîsandina;.

1-islam dini (ola islamê)

2-islam dini ve katli helal olanlar (ola islamê û kesên ku qetlên wan helal)

3-islam dinine göre dinden çıkan kişi katledilebilir. (li gorî ola islamê ew kesê/a ku terikandinê olî dike dikare be qetilkirin)

4-nivîsara bêbingehtirîn bixwîne

5-wergerîne bi kurdî û di tirşikê de parve bike.

ew kesên ku bi vî şekli dixwazin ku ola islamê reş bikin pirr gunehin ji ber ku hirr cahilin û nezanin.

ya yekem ev e ku ola islamê dibeje di olî de zorî tûne ye

ya duyem ev e ku ola islamê dibeje qetilkirina mirovekî/e heçku qetilkirina hemû mirovanin

ye sêyem ev e ku ola islamê dibeje ola min ji min re ola te jî ji te re

û tişta girîng ev e ku hin kes pêşberê pêxember mihemed terikandina ola islamê dikin lê dîsa ji nayên kuştin.Hemû kes ji vê dizanê lê dîsa ji tirhewên xwe berbelav dikin.hetta carekî min bûyereke wisa nivîsandibû. /21549



09.08.2014 12:09 | karmatî

14. neteweperestî we zemanê tune bû lê gelên tirkan, kurdan, farisan û yên dîn, dînê îslamê bi zorê şûrê pêjîrand. gelên tirkan qasî se sed sal bi ereban re şer kiriye. gelê kurd mîna îro bi rê û rêbazên daîşê dike bû misilman. dînê îslamê li ser zorê ava buye. gellek ayet henin ku dibêje kafiran hema bikûjin.



09.08.2014 12:42 | bêhûd

15. ji ku xwendime nayê bîra min lê pirtûka pîroz a îslamê li gorî kuçikên daîşan, hati̇ye guherandin, ji ber vê yekê ev şeytanan ji xwe wezîfe kirine ku ewê wan quranê biwergirîne halê wê ya heqîqetê. ez dibêjim guherandina quranê yek ji elametên qiyametê ye li gorî selefiyan. xwedê wan biqehrîne...



09.08.2014 21:08 | biruya hayao miyazaki

16. ola ku qene huda-par jî nabêje "mirovên ku jê vegerin an jî mirovên ku jê bawer nakin" divê werin kuştin.

http://rudaw.net/turkish/kurdistan/100820143



10.08.2014 15:28 | simurg56

17. (bnr: dînê mihemed)

dînê hemû tiştê xweş û nebaş qedexe û heram daye nîşandan.



13.06.2015 10:31 ~10:33 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» îslam

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî